Demhat Dêrikî
Esmerê!
Bila rondik ji wan çavên te yê evînhez
ku pezkoviyên çiyayê cûdî li ber şewqa wan naziya dikin
nebarê.
Ne ez
û ne dilê me û ne awaza kemana buharê
ji girî hez dikin.
Ma nayê bîra te?
Dema pala me li hilatina tavsorkê û çavê me
di nava dîmena gulistana gulên bi grî melûl melûl
li bilûra xemdar guhdar dikir…û
me digot,
her rondikek ji dengvedana girî
êleke,
oleke,
miriyeke,
goreke ji goristanên kenkuj!
Ez ji girî hez nakim
tu jî negirî…bila kulilikên feraşîn bi kenê te sond bixwin
bila kanî û çemên welatê min ber bi tewafa kenê te ve biherkin esmerê!
Na na, girî li te nayê esmer
Dêmên te ne warê reşkonên şînê ne.
Biken, biken
û bila bajarên xemgîniyê li ber kenê te serê xwe biçemînin
û hêviyên min ê bi kenê te ve girêdayî
bila helbesta eşqa kenê te her û her
bibêjin esmerê.