Xweziyên pînekirî

 

PÎROZ 

  Neynikên nijdevanan wîneyên we
Ji pişka nehînê derxistin
 Û dengêwe di rewşên awartede
 Sarkirin
Peyvên we li xwe digeryan
Çunkî bê vedengbûn
Hiş û bîranînên we bi çavgirtînkê di lîstin

Lewra wateya hebûnê di
Dilê wede şaxdaye
Venekşin li himber lehya kîn û xwînê
Êdî nema
Rûpelên helbestan di kunê
Dîwarande di girnijin
Nema jîrî di çavên tometande heldibe 
Û dîwarê ko xwe dibin siya avahiyan
Vişartiû    ket
Vîn:   xeleka herî tenge di zincîra
Kiryarande
Dîtin: razeya ko dihêle
Reng hevdû binirxînin
Bi vê razeyê
Giyanên  pakrewanan
Di bin endazeyeke
Çiya bilindahiya xwe
Bi wê di pîvin
Bi vê razeyê

Hûn nabin dîlê xweziyên pînekirî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…