Helbest u pexşan

Ji dîwana Mehmû Derwîş.. Çermê yekem sirûda:(Ji xwêner re)

  Wergêr: Xalis Msewer

Zenbeqên reş di dilêmin
      Û di nav lêvên min de.. agirin
Ji kîjan hovîtiyê tû hate nik min
      Ey hemû xaçên erniyê ?

Bi kovaniyên xwe re bûme heval..
    Û min destê xwe da çol û birçîbûnê
Erniye.. destê min..
    Erniye.. devê min..
û xwîna damarên min ava erniyêye
    xwênerê min !
pistepistê ji min hêvî nekin !
    ji şahiyê bê hêvîbin
eve azariya min..
   derbeke korfelaqî di qûmê de
û ya din di ewran deye
    besî mine ez ernî me
Û agir pêşya wî erniye
   Dengê te, min di reh û dilê xwe de hilgirt
Ne xeme ku te dev ji şerê min berda
    Hemû çîrok di xwîna min de
Çifrît; li ser lêva min di fesilîne !
     Min malik û neqşên wan dane ber bê
Ku ne wek şûrên êgir bin.. qafiya min !
    Bi mirin yan tune bûna tîpê.. bawer bûm
Yan ji dijminê xwe re min kindira şenqê danî !
    Bi tîpê bawerim ku agir bî.. ne xeme ku
Ez.. yan stembarê min arîbin !
    Ku ez ketim.. besî hilgêrê ala mine
Wê li ser tirbê xelk binivîsin
                       “Ew nemiriye”
………………………
Ernî: Qehir û Acizbûn (الغضب)

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…