Firehjinî û firehmêrî

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Di serdemên berê û hem ên (Olên Asmanî) de wek ko nav li wan bûye, piraniya civakan di nav gelek miletan de serdestiya jinê hebû, geh jî serdestî û destelatdariya mêr hebû.

Jin azadî û serdestî hebû, dikarim vê tekez bikim, Firehmêrî jî hebû. Jinekê dikarî bû heta bi şeş-heft mêran bike, xweşiya xwe di gel wan de dikir, hem jî dixwest yekî ji wan mêran ji bo berdewamiya regezî û jiyanê ê herî xurt û balkêş dibijart.
Ev rastiyeke dîrokî ye, wê hingê jin li gelek civakan serdest bû û peya li dûv daxwaza wê bivênevê li ser xwe, serdestiya jinê dipejirand. Lê her zilam hêza xwe a fîzîkî di têkçûnên xwe ên derûnî de bikar tanî, ji bo bi yekcarî têk neçe û hem jî jina ko di nerîna wî de qels, serdestiya wê ne dipejirand!

Jin di gelek dijwarî û aloziyan re derbas bûye, jin hin bi hin ketiye bin destê mêr de,
heta ko basikên wê şikênandine. Evê yekê hîşt ko jin bi xwe jî ziyanê li jinê bike. 
Bi hatina ayînan re û rewakirina zanîn û destûrên olî ko her olekê rêbazeke cida ji a din da civaka xwe, wisan zilaman dît ko yek pêximberê jin nîn e, hemî pêximber mêr in, ev pirs jî vekolîn jê re divê.
Bi pêşketina civakan firehmêrî çû, lê belê di gelek civakên din de bi behaneya ko olê rê daye zilam bi anîna gelek jinan, firehjinî hêj maye û zû bi zû ji nav wan naçe!
 
Bi her hal em ne dijî tu olan in, lê min xwest gotineke kurt di derbarê biryara Parlemanê Kurdistanê ya ko roja 27ê cotmehê sala 2008an de hate pejirandin, ew jî ko piraniya parlemanteran deng dan yaseya Firehjiniyê, tev ko jinên parlemanter hebûn jî lê ji dest wan derneket!
Bi nerîna min, gelek asaq û sosret têne serê jinê ez dibêjim firehjinî jî ne kêmî wan e, ji lew ra hêvî dikim, em tev de digel hev destên xwe bidin vê (dê, xuh, qîz û jinê) bila her kes ji mala xwe dest pê bike, eger kî ji me giha pileya ko kar û kiryarên ew dike û ji xwe re rewa û dipejirîne, di heman kat de karibe ji xuh an qîza, … xwe re jî bipejirîne, naxwe wê hingê tu arîşe û pirsgirêk di nav wî kesî û xuşka wî de ne mînin.

Eger em zilam durûtiyê nekin û wek ko em ji qîza cîran, an hevala xwe a dibistanê hez dikin, keysê bidin xuşka xwe ko ew jî mîna me dil bigire û bi azadî hez bike, bêguman ew jin nema li têkiliyên nihênî digere. Çimkî dema bi serbestî û bê tirs razeyê xwe ji malê re bibêje, êdî çima wê xwe têke taloka veşartinê?

Mijara firehjinî di nerîna min de ne bi biryarên parlemanan çareser dibe. Eger em civaka xwe bi pêş de nebin û evîniyê ji her du regezan re (nêr û mê) wekhev nepejirînin. Eger em jinê bêdilê wê bidin. Eger em keçekê (keçmam-dotmam) wek nimûne bi zorinde şû bikin, helbet ev arîşe û pirsgirêk hemî civakê ber bi nakokiyan de dehif didin. Civak û malbat li binguhê hev dikevin, ew jina ko bi zorinda kurê mam û bi yaseyên êlî an olî an eşîrî bûye jina wî zilamî, tekez rojekê bi xweşî nikare li rûyê wî zordarî binere, di heman çax de jî bivênevê jina wî ye, lê guman jî nîn e ko wê nivîna wan sar be! Zilamê zordar ji xwe na pirse, çima ev jin germê nade min? Dîn û har dibe, nakokiyan peyda dike, serê jinê dêşîne û her ji a xwe danakeve û li egerên gengeşiya nerênî a rojane na gere, berê xwe dide sîngeke gerim û ew sînga gerim tekez kirîna jineke din e. Çima min berî nuha got jin jî ziyanê li jinê dike, ev mebesta min bû, çimkî jina duyem, firehjinî li ser xwe û ya ko wê bibe hewiya wê pejirand.

Min mijar pir bi kurtî got, bêguman ji wilo bi gelekî firehtir e û di rûpelekî de nayê şirovekirin.
Ez dijî dengdana parlemanê Kurdistanê me, lê ev parleman ne nerîna miletekî ye, ji ber firehjinî li Kurdistanê bi giştî bê tu biryaran kêm bûye, ez karim vê yekê li Başûrê rojavayê Kurdistanê tekez bikim, ko kesên di firehjiniyê de diramin hejamara wan pir kêm in, bi taybetî nifşên nû yên ko du jin anîne li ser tiliyan têne hejmartin.

Jêder: Rizgarî online

  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…