li gor dîtinên xwe yan jî li gor bihîstinên xwe li ser vê bûyerê gotaran dihûnin û carnan jî ji xeyala xwe rengan jêra çêdikin ko bi rastî pir dûrî rastiyan in.
Li gor min ev bûyer bersiveke dîrokî bû ji gelek tiştan re.., tevgereke wisa bû ko li hemberî dewleteke wekî Fransa wê sedî sed ne tiştekî biçûk be, ev bûyer tê wê wateyê ko kurdan her dem li hember zulmê serê xwe rakirine û zulim bi ti awayî li ser xwe qabûl nekirine, rûdaneke wisa ji min re pêwîst hat ko ez wekî kurdekî xwe lê hembêz bikim û lê bikolim..
Berî niha ev bûyer bi zelalî li ser ne dihat axavtin, ji ber çi ez nizanim, bi ser ko me her tim ji tevgera xwe ya kurdî re digot jî, lê mixabin wan tu caran bi zelalî ev bûyer ne didan xuya kirin, her tim wekî serhildana gelê kurd li hember Fransa bi nav dikirin, lê ne digotin kî bi vê serhildanê rabûye û çawa çêbûye.
Ez naxwazim bêjim kê çi got û kê çi ne gotiye lê ez dixwazim ya xwe bêjim, tiştên ko min ji malbata xwe bihîstine û pê agahdar bûme di derbarê vê bûyerê de bînim ziman.
Beyandûr wekî qûnaxeka giring di dîroka tevgera berxwedana gelê kurd yan jî gelê kurd li Sûrî li Cizîrê li hemberî desthilatdarên fransî tê bi nav kirin. Di wê çaxê de Sûriya wekî tê zanîn dibin kolonyalîzma Fransayê de bû. Bêguman bûyera Beyandûr hewldanek bû li hemberî zordariyekê, li hembarî êşekê, lê belkî ne hewqasî jî wekî ko em kurd dixwazin bidin xuya kirin ko ew tevgerek bû li dijî Fransayê bo standina mafê netewî yên Sûrî. Yanî kesên bi vê bûyerê rabûn ne ji bo rakirina desthelatdariya Fransayê li ser Sûrî, an jî ji bo rakirina koloniyalîzma fransî li ser xaka Sûrî ev tevger kirin, lê bi baweriya min bêtir ji bo rakirina zulm û neyartiyê li ser xwe û xaka xwe ev rûdan kirin, yanî ev bûyer ne Sûrî bû li bêtir kurdayetî bû!!… (eger em navê eşîrtiyê jê rakin ). ( Partiyên ma her tim ji xwe ra Beyandûr û Yûsif Alazim, Ebrahîm Hanano wekî nimûna welatparêzîya Sûrî tînin ziman ), lê bi rastî ev berxwedana bi rêk pêk li ser bingihên dî dest pê bûn.
Piştî vê pêşgotinê ez dixwazim li ser vê bûyerê biaxivim:
Haco axa mezinê hewêrkan e (hewêrkan eşîreka mezina ji 24 eşîrên biçûk pek tê). Dorikan yek ji wan eşîrên hewêrkan e, mezinê wan jî mala Ebês in, di wê çaxê de Silêmanê Ebês mezin ê wan bû, Ebasê birayê Silêmanê Ebês û brayekî wî din hatin girtin ji aliyê Fransa ve, ew jî ji ber ko filhan (xaçperestan) gilîyê wan kiribûn li ser çi bû gelo, ev ne diyar e.
Fransa wê çaxê pir qadrê filhan (xaçperestan) digirt, ji xwe re wekî hevalbend di dîtin.
Qumandare fransî Ebas û birayê wî girtin û birin parêzgiha (mexfera) Beyandûr ko wê çaxê ordiyek askerê fransî lê dima, ev di sala 1923-an de ye.
Fransîyan zulmek pir mezin li miletên herêmê dikirin û metodên wan yê êşkencê pir dijwar bûn, qumandarê parezgihê Ebas û birayê wî çandin (laşê wan dixistin bin axê de û serê wan dima ji derva te ko miribana), bi wê êşkenca hovana Ebas dimre û birayê wî nîvmirî şandin Dugirê.
Silêmanê Ebês hewara xwe gihand Haco ko wê çaxê hîn nehatibû binxetê, hîn Haco li serxetê bû, ji ber ko dorikan jî beşek in ji hewêrkan, Haco zû bi hewara wan ve hat.
Haco bi nêzîkî 300 peyayî xwe berda binya xetê, li Tilşaîrê Haco pîlana bisergirtina parêzgiha Beyandûr danî û di kes ji vê êrîşê ra kirin berpirsiyar, yek ji wan kurapê wî Xelîlê Batê bû û yê din kurê wî Çaçan bû.
xelîl û Çaçan bi zilamê xwe re parêzgih wêran kirin û gelek leşker jî tê de kuştin, di wê demê de qumandarê parêzgihê yê fransî, navê wî Rogan bû, ne li wir bû, lê li ser riya Dêrikê bû bi karekî, xeber jê re çû, bê çi li Beyandûr qewimîye ji ber wilo jî di riya xwe re vegera, lê dîsa Haco di riya wî de bû, li devera bi navê diyarê Topê şer dest pêkir.
Şerkî pir dijwar di navbera Haco û Rogan de çêbû, bi sedema vî şerî Rogan tê kuştin, di wê çaxê de wekî tê gotin ko gelek kes tevlî vê bûyerê dibin, kurd û erebên herêmê jî tevlî bûn, ji xwe re dîtin ko ew êdî fersendeke ko heyfa xwe ji Fransayê bistînin û zulma wan li ser xwe rakin.
Helbet mebesta Haco heyfa Ebas bû lê ji aliyekî din ve jî rakirina zulma Fransa li ser eşîr û miletê xwe jî bû, Haco nikarî bû kuştina Ebas wisa hesanî derbas bike, jê dihat xwestin li gor urf û adetan ko destê birayên xwe yên eşîrê bigre û bi hawara wan ve here, yan jî çawa wê karîbe mezinatî li eşîra xwe kiribe.
Haco axa piştî şerê Beyandûr vedigere serxetê û Fransa jî metodên xwe nermtir dike li hember kesên herêmê, wisa dimîne ta sala 1926-an, Haco axa neçar dimîne ko ji welatê xwe bireve ji ber turkan (turkan piştî şoreşa Şêx Seîd zulmek mezin li kurdan dikirin, Haco jî yek ji wan bû ko nema karî bû ko xwe li hemberî zora turkan bigre).
Di roja 18-an ji heyva sibatê sala 1926-an Haco bi kesne ji eşîra xwe derbasî binxetê dibe, li Girkê Şamo bi cî dibe, lê tirkan bi balafiran ew bombe kirin, ji ber vê yekê neçar ma û xwe avêt bextê Şêx Muhemedê teyî serokê eşîra teyan ya ereb.
Sêx Muhamed qedrê wî û kesên pêre pir digre, lê Haco tê anî der ko Fransa doza wî ji şêx dikin û şêx bi vê yekê wê pir biêşî eger Haco teslîm neke ji ber vê yekê Haco biryar da ko ji cem şêx here û xatir ji şêx dixwaze û berê xwe dide Dugirê cem Silêmanê Ebês, yê ko bixwe dostê Haco ye û eşîra wî ye.
Haco hevalê xwe Galyê Şabo (bi xwe fileh e û ji eşîra hewêrkan e) rêdike Mûsilê, ko bi inglîzan re biaxive ta ko here Îraqê, lê Gelyê Şabo destvala vegeriya, inglîzan şert û mercên giran dan pêşiya wan, şertê inglîzan yê pêşî ev bû ko Haco û zilamê wî bê tifing xwe teslîm bikin, û şertê didwan ko wan koçberî başûrê Îraqê bikin, ev şert bi Haco pir giran hatin û ji ber wilo jî biryara xwe da ko here û xwe teslîmî fransiyan bike.
Haco bi siwarî li ser hespa Rogan bi xwe û bi hevalê xwe yê mêrxas re Osê Azam çûn Qamişloyê û xwe teslîmî fransiyan kirin.
Fransiyan Haco şandin Beyrûtê û li wir afûya wî dan. Gelo çima Haco hat efû kirin ne diyar e, lê di wê demê da Fransa û Tirkiye ne li hev bûn, belkî Fransayê dixwest ko Haco ji xwe re bi kar bîne li hember tirkan.
Piştî afûya Fransayê Haco û zarwê wî û beşek ji eşîra wî li binxetê bi cî bûn û gelek gundên nû ava kirin.
Di dawîyê de Beyandûr eger çi be jî helbet dîsa tevgera gelê kurd e li hember zor û zordariyê ye, zordariya ko ti caran kurdan li ser xwe qebûl nekiriye. Ti carî di dîrokê de kurd li xwe mukir ne hatine ko zilmê qebûl bikin û li ser xwe re derbas bikin, kurdan her tim li ber xwe dane û di Beyandûr de jî kurdan li ber xwe da.