Malperên kurdî û navên sexte

  Dimuqratî kurdî 11*

Weke zanistên rojava di gotin ku dunya dibe gundekî biçûk, wisa diyare ku bi rastî jî di riya têkiliyên internêt û telefonên bê têl dunya dibe hemû bajarokekî biçûk, ku her kes dikare zû bi zû binase çi li dunyayê çêdibe û li ku û kengî. Wisa ev zanista han çaxê xwe bera piraniya deverên dunyayê da, û îro ro welatê rojhilata navîn jî vê zanistê bi kar tînin.
 Her wisa li Sûrya jî –tevî nehiştina vebûna gelek malperên opozisyona Sûrya û bêtirî wan ên kurdî- lê dîsa jî her kes dikare di riya Interetê de nûçeyên welat û cîhanê binase.
Ev zanista ku pêşiyê hikûmetên rojava bi kar anîn û gihişte destê me, mebest ji afirandina wê ku bêtir sûde bighînin jiyanê û zindiyan, tevî wan ji bona hêsankirina karê xwe afirandin, ku di gelek waran de sûdê jê werdigrin, belê ew wan jî bi xêra xwe ev zanist belavkirin li gerdûnê bi tevayî da hemû miletên dunyayê jî sûdê jê wergirin.
Û em dibînin ku di vê demê de em weke kurd jî evê zanistê bi xurtî bi kar tînin da em jî pê dengê xwe bighînin dunyayê û doza xwe û rewşa xwe bighînin hemû kesên guhdanê pê dikin. Ji ber wê em dibînin ku gelek malperên kurdî çêbûne, çi ên tevgera kurdî û çi jî ên rojnamevanên kurd ên serbixwe, û gaveke baş di vî warî hatiye avêtin, û roj bi roj em nerînên cudacuda dibînin û her roj gengeşeyên ber fireh li ser rûpelên Internêtê derdikevin. Lê mixabin di vê kurte dema borî de, em dibînin ku malperin çêdibin bi navin biyan ku ne kesên di wan dinvîsînin nasrawin û ne jî nûçeyên wan rastin, her wisa karê xwe hiştine tenê ji bona şerê tevgera kurdî di Sûrya de bikin, û bi taybetî sembolên vê tevgerê û xebatkarên wê ên kevn.
Ev şêweyê bikaranîna Internêtê tu sûdê li miletê kurd nake, belê dikeve xizmeta kesên xêrnexwaz ên ku dixwazin tevgera kurdî qels bibe, belê ev kesên ku bi vî karî radibin ku mebesta wan rexnekirin baya, berî her tiştî wê tevgera kurdî ew himbêzkiribana, belê diyare a wan xerabî ye, dema ku roj bi roj nûçeyên derewîn di derheqa sembolên vê tevgerê de derdixin.
Belê di dema ku berpirsên van malperan ne diyarin bê kîne û nivîskaran wan jî bi navin sexte ne, diyare ku a wan lîskeke dixwazin pê tevliheviyê bikin. Lê di dîroka vê tevgerê de diyar dibe ku gelek lîsk û derew di derheqa wê de derketine, û hemû di dawiyê de belû bûn, ew jî vedigere ku dema meyî aniha ne dema lîskê ye li ser rûpelên Internêtê, belê dema karê rasteqîne ji bona bi destxistina hinek ji mafên miletê kurd di Sûrya de…

* rojnameke mihane ye partiya pêşverû kurd li sûriye belav dike

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…