Dimuqratî kurdî 11*
Ev zanista ku pêşiyê hikûmetên rojava bi kar anîn û gihişte destê me, mebest ji afirandina wê ku bêtir sûde bighînin jiyanê û zindiyan, tevî wan ji bona hêsankirina karê xwe afirandin, ku di gelek waran de sûdê jê werdigrin, belê ew wan jî bi xêra xwe ev zanist belavkirin li gerdûnê bi tevayî da hemû miletên dunyayê jî sûdê jê wergirin.
Û em dibînin ku di vê demê de em weke kurd jî evê zanistê bi xurtî bi kar tînin da em jî pê dengê xwe bighînin dunyayê û doza xwe û rewşa xwe bighînin hemû kesên guhdanê pê dikin. Ji ber wê em dibînin ku gelek malperên kurdî çêbûne, çi ên tevgera kurdî û çi jî ên rojnamevanên kurd ên serbixwe, û gaveke baş di vî warî hatiye avêtin, û roj bi roj em nerînên cudacuda dibînin û her roj gengeşeyên ber fireh li ser rûpelên Internêtê derdikevin. Lê mixabin di vê kurte dema borî de, em dibînin ku malperin çêdibin bi navin biyan ku ne kesên di wan dinvîsînin nasrawin û ne jî nûçeyên wan rastin, her wisa karê xwe hiştine tenê ji bona şerê tevgera kurdî di Sûrya de bikin, û bi taybetî sembolên vê tevgerê û xebatkarên wê ên kevn.
Ev şêweyê bikaranîna Internêtê tu sûdê li miletê kurd nake, belê dikeve xizmeta kesên xêrnexwaz ên ku dixwazin tevgera kurdî qels bibe, belê ev kesên ku bi vî karî radibin ku mebesta wan rexnekirin baya, berî her tiştî wê tevgera kurdî ew himbêzkiribana, belê diyare a wan xerabî ye, dema ku roj bi roj nûçeyên derewîn di derheqa sembolên vê tevgerê de derdixin.
Belê di dema ku berpirsên van malperan ne diyarin bê kîne û nivîskaran wan jî bi navin sexte ne, diyare ku a wan lîskeke dixwazin pê tevliheviyê bikin. Lê di dîroka vê tevgerê de diyar dibe ku gelek lîsk û derew di derheqa wê de derketine, û hemû di dawiyê de belû bûn, ew jî vedigere ku dema meyî aniha ne dema lîskê ye li ser rûpelên Internêtê, belê dema karê rasteqîne ji bona bi destxistina hinek ji mafên miletê kurd di Sûrya de…

Şîrove (0)