Merwan ….

 Qadir Egîd

Tevnê dûrketinê ne bi destê me hate hûnandin, ne jî bi biryara me. Bêdengiya kolanên Qamişlo pir di ber xwe de da, dawî termê xwe di navbera me de raxist, ala reş li eniya jiyana xwe girêda.

weke ku ewr rêdanê ji ezman  naxwazin ta ku bicivin  , xwence rêdanê ji rokê naxwaze ta ku serê xwe rake, bihna gulê rêdanê ji şaxan naxwaze ta ku belav bibe..  Wilo jî mirina malik xerab rêdan ji te kesî nexwest û destê xwe yê sîgiran di rojeke tirabêlkî de li deriyê giyanê te da.
 Derbas  bû, em giş di hundirê dilê te de dîtin, wêneyên me yên  di qorzîkan de nexişandî dît, civînên me yên bêhempa di sersalan de, rengên kesk û sor ên ji Newrozên me man , dengê govendên me….!
Di aliyê din de dengê kenê kurên te Can û ….li ser camên pencereyan diherikî,  te navê Can jê re pejirand û te nizanîbû ku tê rojekê ji rojan jê re bibe êş û jan. Te jê re xelatên cejna ku li ber deriyan di felata hişê xwe de dicivandin. Sînor, stêr, esman, derya û  çiya derbas dikirin û bi qiloçê beranê qer digirt ta ku Can bibe siwarê wî.
Ey jana Can, tu bi ku ve çûyî, bê ken û xatir….!!?
Mirina malik xerab di gera nava giyanê pak de pêrgî hevjiyana te jî bû, pêrgî kuldûmana dilê wê li hêviya vegera te, ristê peyvên xweş ku ji gulên dilê xwe ji te re dabû hev,  keskesorên ku wê şevê di hemû odeyên malê de li ber lingên te raxistibûn,  wêneya bûkûzavatiya we ku herdem guhdarê wî bû ta ku toz lê negire.
Di qorziya herî fireh de, destê sîgiran li hezkirinek mezin rast hat, hezkirinek ku her bihustek ji temenê te bi kul û keserekê qedand, her xilmaşbûnek ji çavên te bi hêsr û axînekê li ser devê kêrê dilorand. Ew dêya ku te jiyana wê û me gişan bi dengê kenê xwe dixemiland, lê îroj di şûna wî de dengê sirûda qederê li hev vedigere û diya te pêşberî destê qederê mat maye…!!!

Dîwarê ku me di şevên zivistanê de, ji ber zilm û zora dilberan dilê xwe dispartê, xwestek û miradên xwe pê ve dadilqand, xemgîniya xwe di talda wî de dadibeşand, qelişî, herifî, hate xwar..!

Mirovê bê heval tarîstana daristanê ye…
Arana bê sîber e…
Şeva bê stêr e…
Zivistana bê êzing e…
Peyala bê av e…..

 Gulên li derdora çemê  Ceqceqê tevde bûne qilçix, seyrangeh li dûv te bûne kavil, hêlîna kund û qijalkan.

Em dûr ketin hevalo…. bejinziravo…devlikeno…pakrewano…!
Dema ku hevalê wek Merwan  bar dikin, bîranîn radiwestin, û şev doseyên xwe digrin…..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…