hevpeyvînek lıgel rewşen bedırxan 1987-1988

 
Berzo Mehmûd

-I-
Ez ne şaş bim sala 1985 bû ku cara pêşî bû ez çûm bajarê Banyas, bûm mêhvandarê xortekî Kurd- ku ji xalanê min tê- navê wî Birahîmê Evdile ye (Bavê Hozan). Ev rêzdar  bû sedema ku ez Rewşen Berdirxan bibînim, jiber ku Birahîm li bajarê Rewşen bû, û hêjayî gotinê ye jî ku vî xortî gelek guhdan jî dida Rewşen, û heme bêje herroj serî lê didan.
Helbet mirov pê serfiraz dibê ku ta niha jî di nav Kurdan de gelek camêr hene nemirdî nekirine û bi mêranî piştevaniya xelkên xwe kirine, nexasim, binemaleke hêja û xebatkar, wek malbata Bedirxaniyan ku rêz û qedirê wan pêwîstiyek e li ser hemî kurdan. Di vê seredanê de Rewşen hin pirtûkên Kurdî û hin jimarên Govara Hawar jî dane min. Ez gelekî pê kêfxweş bûm, nemaze di wê demê de, pertûkên Kurdî gelek kêm bûn. Eger me pertûkeke nû didît, em ji kêf û işqa difiriyan. Ya dîtir jî dîtina mirovek ji malbata Bedirxan di wê çaxê de tiştekî gelek mezin bû, helbet nik kurdên xwendevan û siyasetmedar, yên ku dîroka vê malbatê xwendiye, ji ber ku hin mirov hene rola wan di drustkirina dîroka miletê wan de mezin e. Lewre, dîtina wan jî nik mirovên Kurdperwer mezin e.
Her ev jî didê xuyakirin ku ji malbatên kurda yên herî mezin e. Em vê yekê dibêjin, neku em pesindariyekê yan dilxwestinekê yan hewadariyekê dikin, lê belê çiqas em pesinê wan bidin, em nikarin bi qasî xebata wan bidin. 
  
Di sala 1988-an de, ku bubû sala çara ji karê min di  sernivîsîna govara Gelawêjê de, min kara xwe kir ez ji Qamişlo berê xwe bidim bajarê Banyasê bi mebesta ku ez Yadê Rewşen bibînim, nemaze, piştî ku min ew nas kir, min dît ferzendek e bo min ku ez hevpeyvînekê bi vê pîreka Bedirxanî re saz bikim, û di Govara Gelawêjê de belav bikim, bi armanca ku xwendayên kurd bi vê pîreka çeleng û rewşenbîr û xudandîrok bidim naskirin, û bigihim hin zanyarî û agahîyên xebata vê malbata kurdperwer. Ya dîtir jî min dît hevpeyvîna min bi Yadê Rewşen re erk û karekî kurdperwerî ye, ku ez wek nivîserekî kurd pê rabim.
Piştî ku ez çûm mala Yadê, ez wê rojê li nik bûm mêvan. Bi rastî gelek mêhvan dihatin mala wê, û yek ji van mêhvanan Mehemed Uzon bû, yê ku, dema min ew dît, weke gêrikan di nav pertûkxana Celadet de digeriya, me silav li hev kir bê ku em hev nas bikin, Rewşen ji min re got ev M. Uzon e  dixwazê li ser Celadet tiştekî binivîsê. Lewre min jî destûr dayê ku li destnivîsên heyî binerê.  Piştî ez wê tenê man, min mebesta xwe jêre got, helbet kak Birahîm jî jêre gotibû, gelek kêfa wê hat ku ez pêre vê hevpeyvînê drust bikim, ji ber ku ez ne şaş bim ta hingî wek ez têgihiştim kesekî hevpeyvîn pêre drust nekiribû. Helbet em se`etekê û du se`eta bihevre li ser jiyana rewşenbîrî ya wê û ya Bedirxaniyan peyivîn. Roja dîtir min pirsên xwe amade kirin û careke dî em lê vegeriyan û bersiva pirsên min da. Min jî ew peyv û xeberdana wê ji warê axaftinê xiste warê nivîsînê û hin peyvên Erebî yên axaftinê wergerande Kurdî, û dariştina dawî ji têkistê re tewaw kir, paşê min di govarê de belav kir.  
Ev hevpeyvîn di govara gelawêjê de, Nîsana sala 1989 hate belav kirin. Herweha min ev hevpeyvîn berî pênc şeş salan wergerande zimanê Erebî û di govara Hîwarê de belav kir. Îro li ser daxwaza hin hevalên nivîskar ez careke dîtir wê belav dikim bikim, inca min baş dît ku ez yekser belav bikim û vê carê diyarî bikim  jibo Xûşka Sînemxan û her nivîserekî kurdperwer.[1]  
Berzo     2009-08-27

-II-

REWŞEN BEDIRXAN jineke Kurd e, ji malbata Bedirxaniya ye, mîrekên Botan li Kurdistana bakur. Herwekî hatiye zanîn ku Bedirxanî di dîroka tevgera Kurdayetî de cihekî pir bilind û biha vedigirin, çi di warê xebata netewayetî de, yan jî di warê ziman û wêje û rewşenbîriya Kurdî de. Rewşen bi navê (Yadê) hatiye naskirin, ji ber ku pîrekeke xudan hestekî kurdayetî ye û pir dilovan û dilsoz e. Yadê Rewşen, jineke zana û rewşenbîr û şareza û hişmend e, di rengê tîpên jinên Ewrupî de ye, nerînên çavên wê gelek tûj in, Xudiya şexsiyeteke xurt û birêz e. Dema ku mirov cara pêşî pêre rûdinê, hestekî bitirs dikevê nav cergê mirov de, jiber ku meznahî û şanazî di rûwê Yadê de gelek diyar e, lê belê, dema ku dipeyivê, mirov dixwazê û hez dikê ku herdem pêre rûnê û guhdarî lê bikê, çunkî gelek serpêhatî û bûyerên jiyana kurdewarî pêre hene, ji bilî vê jî, yadê Rewşen bi gotinên xweyî şêrîn û taze dipeyivê, weku diya mirov. Mala wê tucarî ji mêhvanan vale nabê.

Berzo Mehmûd
Hizêrana 1988

-III-

Jı vır û pêde Rewşen Bedırxan wê jı we re lı ser kurtejıyana xwe dıpeyıvê:

1. Kurtejiyana Rewşen Bedirxan

Rewşen Bedirxan:
Ez roja yazdehê tîrmehê, sala 1909 an de, li Enedolê, bajarê Qeyserê hatime ser ruyê jînê. Ez keça Salihê kurê Mehmûdê Bedirxan im. Diya min, Samya Bedrî Bedirxan e, neviya mîr Bedirxan e, li aliyekî dîve jî, diya bavê min keça Mîr Bedirxan e. Min çar sal tenê di piçûkanî de li Sitembolê bûrandiye, piştre malbata Bedirxan bi tevayî ji Turkiyê hatine mişextkirin, û di sala 1913an em daketine Sûrî (binxet bûn). Em hatine Şamê û ez çûme dibistana Şu`let eltereq-qî (شعلة الترقي) li tara Salihiyê. Mala me li Muhacirîn bû, min sê sal li mamostexanê xwend, û di sala 1925 an de ez bûme Mamoste di qûnaxa seretayî de, sala yekê û diduwan min Turkî dixwend, sala sisyan min Inglîzî û Erebî dixwend, lê sala çara û pênca em Ferensî û Erebî dane xwendin. piştî sala pênca em diçûne mamostexanê.
Li dawiya 1925-an de min xwendina xwe tevav kir û ez bûm mamoste, lê ez çûme Urdon, min sê sal lê bûrandin, yango li dewiya 1928-an de, ez vegeriyam Sûriyê û ez li Şamê bûm mamoste ji sala 1928an ta sala 1935an. Ji sala 1935-an ta 1964-an ez mudîra bûm, Lê di 1964-an de serkên kargêriya perwerde ez vegerandime karê mamostetiyê, û ez  avêtime tara Qesa’. Piştî çend mihan, min teqa’id stand û ez li mala xwe rûniştim.

2. Derbarî jiyana kesayetî, em dixwazin tu ji me re bipeyivê ?

Ez du caran zewicî me: cara pêşî di sala 1929-an de bû lê ev zewac neçû serî, ta sala 1931-an berdewam kir, min keçek tenê ji ê pêşî heye, navê wê Useyma ye, ku jina Zuhêr Elî Zulfo axa ye. cara duduwan û ya dawî, helbet di sala 1935-an de bû, ku ez zewicîm vê carê, bi rastî, ez gelek kêfxweş û serfiraz bûm , çiku ez rastî kur-apê diya xwe bûm, ji we jî diyar e, Celadet Bedirxane, Di vê bafîkê de em karin çend çiqila ji dara malbata Bedirxaniyan ji we re bidin xuyanîkirin: –
Mîr Celadet yê Emîn Alî yê Mîr Bedirxanê pêşî ye
A – Rewşen ya Samiya Bedrî yê mîr Bedirxanê pêşî ye
B – Rewşen ya Salih yê Mehmûd yê Salih (birayê Mîr Bedirxan e)
Ta sala 1929-an jî min hîn mîr Celadet nedîtibû, ‘Umrê wî ji yê min gelekî mestir bû, nêzîkî 24 salan hebû. Celadet ji Elmaniya hatibû Şamê. Celadet şihadeta kolêca serbaziyê li Stanbolê sitandibû û dûvre revî, çû Elmaniya, ku li wê derê şihada hiqûq (yasa) wergirt.
Du zarokê min ji celadet hene: – ya pêşî keç e, navê wê Sînemxane, ji endazyarekî xelkê Zaxo zewiciye. Zaroka duduwan kurek e, navê wî Cımşîd e, li dawiya 39-an de hate ser jînê. Niha li Elmaniya ye, karê bijîşkiyê (dextoriyê) dikê. yeke Elemanî ji xwe re aniye û li wir dimînê

3. Çawa te û Celadet jiyana xwe dibûrand ?

Mala me li Şamê bû, tara Germava ‘Efîf bû, min ratib hebû, herweha tiştekî ku ji Govara HAWAR dihat, me pê jiyana xwe derbas dikir, xwedîkirina me ser van herdu jêderan tenê bû, Xaniyê me bikirê bû, û ji du taqa pêk dihat, du ode li jor bûn, û çar ode li jêr bûn.
Ez, diya min, keça min (Useyma), û bilûrvanek (Ehmedê Firman), em bi hev re di xaniyê kirê de bûn, ji hingî ve ta niha em bê xanî ne, Rehmetî di wî wextî de di kargêriya rêcî de kar dikir, weku şêwerdarê yaseyî. Ev jî demek hindek berdewam kir. Di demek dûv re rehmetî di 1951 di erda gundekî li dora Şamê dest bi kar kir, ev erd yê cuwamêrekî kurd bû, têde xwe pembû biçênê, rabû bîrek kola, û pere ji  kurê tacirekî wergirt, Celadet rojekê li ser keviya bîrê rûniştibû, ji nişkêva xwe nedît va bîr hate herifandin û mamostayê mezin, Celadet pêre jî çû xwarê û kete bîrê de. Ev bûyer bû hoya mirina mîrekê ziman û rojnamevaniya Kurdan, sed heyf û mixabin. Bi rastî, piştî mirina mîr Celadet, ez gelek dilêş û xemgîn mam, herweha bextreşiya gelê Kurd bû. Paşê , di sala 1972-an de, ez hatime bajarê Banyas, ji ber ku ez mabûm bê xanî, ku halê min ê abûrî wusa xwest. Ji hingî ve ta niha ez li Banyas im, ez bi tena xwe dijîm, herweha pîrejinek jî bi min re dijî, alîkariya min di karê malê de dikê.

4. Yadê Rewşen, te çi kar di warê rewşenbîrî de kiriye?

1– Li sala 1925-1926-an de min jibo mesela Erebî, bi taybetî jibo Sûrî li dijî Firensa, kar dikir, ewe bû ku min dengûbasên Şûreşgêran ên rojane belav dikir. Evna jî min di rojnameyên Filestîniyan de dinivîsand, ji ber ku ez hingî li Urdun bûm

2– Min pişkdarî di govara Minêrva de a Libnanî dikir, min gotar têde dinivîsandin
3– Ji sala 1925 ta 1973-iyan, min gotar dinivîsandin, bo nimûne min, di rojnama Elhûriyê, ya Yûsif Melek dinivîsand.
4– Li sala 1958 ta 1959 heftê carekê min çîrokên zarokan li radiyowa Sûrî digot. Herweha, li radiyowa Misrê jî min carekê babetek bi navûnîşana “Jinpirkirin û jinberdan” belav kir
5– Min du pertûk wergerandine ji Turkî bo ‘erebî: yek jê bi navunîşana “ Bîrewernama keçeke mamoste”, ev pertûk hatiye çapkirin, pertûka duduwan ku min ji Turkî wergerandiye “Erebî, bi navunîşana “ Evîna min û jana min”, ev jî hatiye çapkirin ..
6- Ji nivîsandinên min, pertûkek bi navê “Bîrewernameya jinekê ji cergê Jîwar” . Ev pertûk sala di 1950-î de hate çapkirin û belavkirin. Ev pertûk bi zimanê ‘Erebî ye.
7– Min namêlkeyek amade kir bi navunîşana: “Çend rûpel ji wêjeya Kurdî “. Ev pertûka biçûk (namêlke) ku min ji zimanê Kurdî wergerandiye “Erebî hatiye çapkirin. Bi rastî min gelek ji van pertûkan didane çi kurdekî hatiye mihvandariya min bêy ku ez bihakî di ber de wergirim digel ku halê min ê abûrî jî ne hewqas xweş e[2].
8– Min pertûkek ji Turkî wergerandiye “Erebî bi navûnîşana “Bavê min Sultan Ebdil-Hemîde”, lê ta niha nehatiye çapkirin. Herweha, ez niha pertûkeke dîtir werdigerênim, lê min hîn tevav nekiriye. Ev pertûk ya Nûredîn Dêrsimî ye, vî nivîserî bi Firensî nivîsandiye, navê pertûkê: “Jiyana mina Kurdî” ye
5. Yadê Rewşen, di warê siyasî de, te çi kar kiriye ?
Li sala 1957-an de min pişkdarî di kongirê Entî-kolonyalîzim de kir (dijî mêtingehkarî). Ez nuwênerê gelê Kurd bûm têde, û tiştekî pir kirêt e ku kesekî kurd ji min pêve têde hazir û amade nebibû. Di wê demê de ez gelek hejar û feqîr bûm, digel vê jî kesekî Kurd ji began û maldaran tu arîkarî bi min re nekir ji ber ku haziriya min li kongir gelek pere jêre divî, herçende ku zanîbûn min haziriya xwe kiriye jibo çûnê, jiber ku çûn û xwarin û razan hemî ji berîka min e. Îde, min pere ji feqîrên Kurdan veda jibo ez bikarim herim û ez bi rê ketim. Li wê çaxê, nasîna min bi Yûsif Melekê Aşûrî hebû, ê ku gelek arîkariya min kir jibo haziriya kongir li Yûnanê. Berî ku ez birê kevim, min îcaza xweyî nexweşiyê çê kir û stand, çi ku ez di wê demê de karbidest bûm
Di dîwangeha kongir de li ser şeş kursiyan “ Kurdistan “ nivîsandibûn û evna jî li ser şeş  pelika (kerta) bû. Xelkê Sûriyê kerta Kurdistan diqetandin, lê Yewnaniyan dîsa didanîn (nû dikirin). Paşê, ku dora Kurdistan hat ez hatim pêşkêşkirin bi navê Rewşen Bedirxan, nuwênera KURDISTAN, ‘Ereb û Mîşêl Efleq gelek tore û aciz bûn, herweha gelek qerebalix çê dikirin. Ez bi awakî giştî li ser mesela (kêşeya) Kurdî şitexilîm

6. Yadê Rewşen, tu bi çend zimana zanî bipeyvî?

Ez bi zimanê Kurdî, ‘Erebî û Turkî dipeyivim û dinivîsênim, herweha ez dikarim bi zimanê Firansî û Inglîzî jî bê wergêran xeber bedim, û bi yekî Inglîzî yan Firensî re bipeyivim. Li dûmahîka vê hevpeyvînê min gotinek jibo keç û kurên miletê xwe heye, dixwazim di vê govarê de ji wan re bêjim:
 
4Yekîtî û xebat derman e,
4Em pêwîstî giyanekî tevayî ne, ne tekanene.
4Ezyetî pir pîs e,
4Xwendin û zanebûn pir pêwîst e .

[1] Wêneyê min ne yê vê demê ye, nêzîkî dema hevpeyvînê ye, ku ji bîst salan zêdetir e.
[2] (Gotinên Yadê Rewşen rast in, ji ber ku min bi çavê xwe didît û min ji xelkê dibihîst, û ez pêrgî gelek xortên kurd dibûm yên ku pirtûkên kurdî ji nik Yadê Rewşen anîne, bê ku mifayê wan pirtûk bidin. Rewşen bi ser hejariya xwe de malê xwe dida kurdan û çi kesê li dibû mêhvan. Berzo).  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…