HESTINE KEYANDÎ

Vejîna Kurd
 
Li ser singê asoyekî bi
êgir pêçayî, tivinga min ala serkeftinê li ba dike, toza koletiyê ji dawa
dîroka hêsirbarandî dadiweşîne û bi baxê hêvî û mizgîniya salan bişkovkên
azadiyê, di miltanê welêt yê pînekirî de vedike.
Belê..
şoreşvan im, nijadê min pêt û agir e, ji bêfilên lehengiyê pekiyame, şîrê
pêdariyê, yê ku min ji pêsîrên çiyayên bejnbilind mêtine, di xwîn û damarên min
de meyiye, tizbiya çîrok û destanên lehengiyê, ya ku bapîrên min bi stuyê
dîrokê ve daliqandine, ez fêrî abeya jiyanê kirime.ِ
Îro ezmûna jînê ez kirim striyê çavê neyaran, min jî malzaroka welêt bi çîrokên qehremaniyê xelat kir.. li eniyên şer, tîrêja xewna azadiyê ya bê hempa xwe li her tiştekî diqelibîne, hilmeke germ min dipêçe, kaniya coşê li deşta giyanê min bi hêz diherikîne, ez dibim çakûçê destê Kawayê Hesinkar, û mîna şêr û bazan, li daristana tariyê, nêçîra rovî û çavsoran dikim, tola stêrkên rijyayî, yên ku axa şêrîn bi xwîna xwe av dane distînim û di kavilên temenê vala de çireyên coşê vêdixînim.
Lîstokên ku di destê zarokan de şewitîne û tîbûna çavên dayîkên şehîdan riya min di jînê de rastir kirin, û vedenga nalîna welêt ez bi ser hev de guvaştim, hingê ez hestewar bûm ku berxwedan heyîna mirov e, xewn û sîberan vedijîne.
Hêz û vîna min li deşt û newalokên eşqa yarê diçêrin, eger carina vîna min diçelmise, yan ramaneke piştxûz per û baskên kevokên hêviyên min dirûçiqîne, ez dilê xwe li ser palgeha bîranînên têrevîn vedihesînim, û di peyala çavên yarê de kenê welatê xwe dimeyzînim..
Li her sibehekê, ez rûyê xewnên xwe bi gulava eşqê dişom û mîna dewê keyandî, peyalên ronahiyê bi ser lêvên tî ve dikim, û li berbanga azadiyê, serkeftinê dikim gurzeke  gul û reyhan û diyarî yara dilê xwe dikim.. belê.. welatê min yar e, û yara min welat e. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…