( Bo giyanên
pakrewanên kujtara Hesekê)
pakrewanên kujtara Hesekê)
Mehmûd Badilî
Çavên wê yên ku li
derî
derî
bê hedan di xew re
diçûn
diçûn
ew çavên ku hêvî bi
laqirdiyên wî ve diparzinandî
laqirdiyên wî ve diparzinandî
tev ku destên xwe vê
carê dabûn ber tava heyvê
carê dabûn ber tava heyvê
dibe ku fireşteyek dakeve ser milê wê
dibe ku stêrek têkeve bin piyên wê
dibe ku kopalek bibe rêberê xwena wê
dibe ku vê carê
di êvara cejna rojiyê de
hemî xwedanwendan
bicivîne ser sifreya bendemanê.
Hîna destên wê li ser hevin
kitana xilmaşiyê bi xwêdana xwe ve vemalt
lê kesekî li derî neda
Wek ku gulek di paxila wê de şîntê
xurcilî çenteyê bîranînan
li wêneya wî kûr – kûr nerî
û keserek xemgiran berdida dilê ewran.
Heyv di siya ewran de veşartî ma
li kopalê xwe geriya
li tasa avê ya vala likumî
giyan rijiyayî ber derî ve reviya
li ser piyê ba
darbestek bi nan û xwînî rapêçayî
li tax û kolanên ji xelkê vala digeriya.
Tenha..
li mala xwedê ji bejna xwe ket
bi xwe ve ket, li xwe xist, xwest xwe bikuje
porê xwe bi ser pelên zer de kurt kir
li wê ortê
kitana xwe ya sipî vegirt
û got:
Hey xweda,
ma ta nanê em dixwin jî
xwînî ye.