Mehrecana Helbesta Kurdî li bajarê Êssen, Elmanîya 2016

Lewend Dalînî
 
Di roja 23.10.2016 an li bajarê Essen, Elmanîya,
Mehrecana Helbesta Kurdî li darket.
Hevgirtina Nivîskar û Rojnemevanên Kurd Li Sûrîye di gel,
Komela Nûbihar a Çand û Kultora Kurdî Li Essen, ev roja granbuha di çanda Kurdî
de amadekirin û bi rengekî tekûz hatibû sazkirin, bi rastî cihê şehnazî û
spasîya herdû dezgeha ye.
Di destpêkê de û piştî rawestina kêlîkek bê dengî li ser
giyanê pakrewanê Kurd û Kurdistan û sirûda Ey reqîb, du helbestvanên çalak kû
rêveberîya Mehrecanê kirin û bi xwendina xwe û pêşkêşkirina helbet û helbestvanan,
wêneyeke rengereng dane roja helbet ê; Helbestvan Elwan Şivan û Silêman ê Azer.
Gotina herdû komîtan ku ji alîyê Hunerned û rojnamevan Înayet Dîko ve hate xwendin, asteke bilind da helbestê û pêşinyarek da kû helbesta Kurdî pêwîste kû ji qûnaxa xwey kilasîk (xwzî, lavelav, evînî, ramanî…) derkevê û weke helbesta cîhanî rola xwe bi leyîzê. Înayet anî ziman ku dema biryara pêkanîna roja helbestê hatibû dan û bi seydayê nemir Cegerxîn ve hatibû grêdan; cara yekemîn li Keleha nebî Horî, li Efrînê li darket û keda hevalên xwey hevkar jî belû kir û peyre li Elmanîya bi hevalbendîya çîrok nivîs û nivîskarê Kurd Qado Şêrîn re her sal pêk tanîn.
Bi amadebûna beşek mezin ji helbestvan, niviskar, rojnemevan, şanonivîs, rewşenbîr, sîyasetmedar, evîndarên helbesta kurdî û welatparêz, û di etmosfîrekî gelek teze û rind de, bîst û yek helbestvan helbestê xwe ê Kudîyê Kurdî?! Xwendin.
Navên helbestvana weke lîsta xwendinê evin:
Cemîl Ibrahîm – Ciwan Qado – Dilyar Dêrkî – Elwan Şivan – Fewaz Ebdê – Hisên Hebeş – Hefîz Abdulrahman – Hoşeng Osê – Lewend Dalînî – Leylan Mele Ebdela – Mihemed Şêxo – Mizgîn Hesko – Nûh Silêman – Perwîn Belkîn – Silêman Azer –  Selah Mihemed – Şêxmûs Îsa – Tengezar Marînî – Xoşnav Silêman – Jan Dost û Can Kurd.
Helbestvana bi berhemên xwe guhdar gerandin; destpêk ji Efrînê çiyayê Kurmênc, keleha dîrokê, depoya zeytûn û henara, gund û rê, derî û derwaze, bayê çiyayê zindî, asîmanê zelal xebat û berxwdanên hebûn û tinebûnê? Peyre em derbasî Kobana wêran kirî bûn û bi rengekî destaneyî tijî kul derd û elem, hêsir ziwa hatin barandin di şîna talankirin û wêrankirin ê bi destê hêzên hovên reş ê bê nav û nîşan kû ji gemara dîroka xwey lewitî bi xwîna gelên jiyan xwest û xwedî xaka rojê kevnar weke kevnarîya axê.
Qamişlka evînê, taxa rojava, şîna li ser bêhna laşên pakrewanî, bêhna xwîn û kizûrê, dû û dûmanê? Dîsa bi wî destê qirêj, destê berazekî reş hatibû wêrankirin, kesayetî ji wan bêrî, û şermezarbû ye?
Bê bextîya dîrokê, ne li hevkirina me, berxwedan û rûbarî, evîn û şerbeta lêvên yara; ewjî di helbestan de belû bûn.
Xelata salane a Mehrecanê, helbestvanekî bi nav û deng xwedî xebateke drêj, kedeke zengîn di wêjeya Kurdî de û evandarê helbesta Kurdî hîna ji zikmakî ve; helbestvan Tengezarê Marînî vê carê wergirt. Piştî girtina xelatê mamoste Tengezar helbesteke xwe bi rengekî şanoyî bi hevkarî û dengê bilûra hunermendê ciwan Rênas Şêxmûs û tevlîbûna hunermenda Kurd Evîn Welat bi dengê xwey zelal û bi stranek nazdar, helbest hate pêşkêş kirin, jan û giyanê guhdaran pê rehet bû.Harmonî û dîyalogeke bê deng di nabêna helbestvan û guhdaran de hebû, pêre geh şad dibûn û geh jî xemgîn di bûn û ramanên wan kûr û dûr di çûn her yek li gorî derd, xem, şîn û şahîyên kû hestên wî pê dihatin leqandin.
Roja helbestê bi vî rengî bi dîmahîk bû, em bi hêvîne kû di pêşerojê de hejmara beşdaran zêdetir bibê da kû bêhtir zengîn bê.
25.10.2016 Monchengladbach, Elmanîya.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…