Helbest u Vidyo Wî welatî navim.. Nivîskar: welateme 2016-10-13 Parve bike Mehfûzê mele silêman Wî welatî navim.. Ku tê de bê nav bim Bê çav û bê gav bim Ku tê de sebav bim Wî welatî navim.. Ku tê de birçî bim Yan jî qereçî bim Bê kas û kevçîbim Wî welatî navim.. Ku tê de dev bûz bim Serşor pişt xûz bim Bi kûz û bi nûz bim Wî welatî navim.. Ku tê hebe qedî Sîtem û bedî Riswayî û gedî Wî welatî navim.. Ku tê de biyan bim Bê vîn û şiyan bim Bê çare û kan bim Wî welatî navim.. Ku tê de bêm girtin Yan jî bêm avêtin Yan jî bême kuştin Wî welatî navim.. Ku tê de bê kar bim Dîl şermezar bim Bê pişk û bê par bim Wî welatî navim.. Ku tê de bê vîn bim Bê hez û evîn bim Bê soz û şevîn bim Wî welatî navim.. Ku tirsonek şûrbaz bin Fen û fût rêbaz bin Birakuj serbaz bin Wî welatî navim.. Ku berdevk virek bin Ku malxwê tirek bin Kebanî xirek bin Wî welatî navim.. Ku pencer kulek bin Ku beraz kulek bin Ku zilam pîrek bin Wî welatî navim.. Eger serdar diz bin Bi xişt û bi gurz bin Dixs û xiniz bin Wî welatî navim.. Eger şivan gur bin Ger paswan sîxwer bin Ger sera axur bin Wî welatî navim.. Ku tê de bin dest bim Bê deng û helwest bim Her dem jar û mest bim Wî welatî navim.. Ku serwer qeşmer bin Ku bê ser û ber bin Zinx û pere xwer bin Wî welatî navim.. Ku serkirde hov bin Bi tov û bi gov bin Ku dijî mirov bin Wî welatî navim.. Eger bê binyad be Ku bê yasa û dad be Ku xelk ne azad be Wî welatî navim.. Ku bê ayin de be Ku bê balinde be Ku bav bê dûnde be ————————- Qamişlo 6.1.2016 Ev gotar bikêr bû? Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e Bikêr Ne bikêr 0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin(0 nirxandin) Şîrove (0) Şîroveya xwe binivîse Cancel replyNav E-mail Save my name, email, and website in this browser for the next time I comment. Şîroveya te
Gotar Konferansê «Kurdên Qefqasyayê» Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke… 2024-08-18
Lêkolîn Rola kovara Ronahî di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî de xelek 17, ya dawiya lêkolînê ye Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo Stranên Kurmancî,pend û şîret di kovara (Ronahî )de Gelê Kurd jî mîna hemû gelên cîhanê xwedan folklor e û ewa… 2024-08-11
Nûçe ”Pênûsa Nû” hejmara 108an Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,… 2024-08-09
Helbest u Vidyo Canê buhiştî Rewan Oso Tu çûyî, şev bi hesreta te sar û dirêj bûn… Dil jî bêyî te qerisî, li pey çûna te civata… 2026-11-05
Helbest u Vidyo Çima ez?! Baran Heso Gelek caran ji xwe dipirsim çima ez?! Gelo bedewiya min bûye belaya serê min ku ez im, di çi zemanî… 2026-11-04
Helbest u Vidyo Ramana destan Ezîz Xemcivîn Dema destên min di xatirxwestina destên te de diramin, ji pîvana jana azeriyê dilzar dibin! Gulşeng bi serê lêvan jî… 2026-11-04
Şîrove (0)