Rum di çiwalan de nayin veşartin

Can Kurd

Di 09.02.2016ê de, du Kurdên ciwanmêr û xwe bi ramiyariya gelê xwe gêro dikin, di bernameya „Semta Ters“ de, ku bi Erebî jê re „El-îtîcahul Muakês“ dibêjin li hember hev daniştin û sazkarê wê bernameyê nasdartirîn moderatorê Ereban bû, Dr. Feysel Elqasim, ku ji nijada Durzî ye.
Yek ji herdu Kurdan, hêja Jiyan Omer bû, ku berdevkê partiya Şepela Paşeroja Kurdî ye, û yê dî jî Şêrzad Yezîdî bû, ku weku nûnerê Îdareya Demokratî ya Xweyî hate nasdan. Mijar jî li ser têkiliya tevgera kurdî bi rêjîma Esed û bi hembervaniya Sûrî re bû.

Mijareke germ û tund û tûj e, herroj di televisyonên Erebî de tê axiftin û gengeşekirin. Berî bername biçe serî, ya ku 55 deqeyan digude, Şêrzad Yezîdî ji gengeşê derket û herdu aliyan gotinên tehl û tirş ji hev re gotin, ku mirov fedî dike wan di vir de binivîse.
Hêja Jiyan Omer gelek caran bizava xwe kir, ku ser wan têkiliyên PYD bi rêjîma Esed re vede, hema hembervanê wî bi gotinên ters û hişk peyvên wî dibirrîn, û hemî hembervaniya Sûrî, di nêv de ya kurdî jî, wekî dûvik û ajanên Erdogan dida xuyakirin, û bi piranî ewana wekî peyayên rêjîmê an wêneyekî dî ji deselata Esed dida tawanbarkirin.
Tiştê ku tew nakeve seriyan, ewe ku nûnerê PYD an Idareya Demokrat a Xweyî, bizava xwe dikir, da têkiliya piştvanên xwe bi dewletê re bincil bike, ser bipeçine û ney bike, lê wekî Kurd dibêjin: „Rum di çiwalan de nayin veşartin“.
Ji aliyekî ve, rêjîm û serekên wê, dibêjin ku PYD dostê me ye, serekên Partiya Baas û deselatê û leşkerê dişîne Qamîşlo, û rojnamevanên biyanî bi kamêrayên xwe diçine şergehên li herêma kurdî û yên li nêzîka wan herêman, û ji cîhanê re didin diyarkirin, ku têkiliya leşkerê Esed û YPG û wan hêzên têkel, ku bi navê „Leşkerê Sûriya ya Demokrat“ in, bi hev re pir xort e, û van hêz di tenişta leşkerê Esed de dikevine cengê, û ji aliyekî dî ve, ajanên Esed yên ku xwe „Kurd“ didin xuyakirin, wekî Omer Osê, gelek mixabiniyê di televisyonan de tînin zimên, ku PYD û Encumena Sûriya Demokrat nehatiye vexwendin bo amadebûna wan di kongireya Genf 3 de, û gelek pesindariya siyaseta wan „Dostên Rêjîmê“ dikin.
Erê, Şêrzad Yezîdî, gelek bizava xwe kir, da ruman di çiwalê derewan de veşêre, lê belê, em tev dizanin, ku berî niha bi çend rojan, alîgê „alîgerê“ PYD, Cemal Şêx Baqî, ku sekretêrê Partiya Demokrata Kurdî ye (Komika Konfirans), û endamê Konseya birêvebira Îdareya Demokrata Xweyî ye, û yek ji berpirsê Encumena Sûriya ya Demokrat e, di televisiyonê de bûbû qeşmerê pêkenînê ji aliyê moderatorekî Misrî yê kenok ve, ji ber ku siyasetmedar Cemal Şêx Baqî, bi devê xwe da xuyakirin, û di ber gotina xwe re bi dest û lepan dilebitî, ku „Mercîîyet“a wî û PYD û hevalbendên wan wekî parêzerê dewletê, û hevkarê rêjîmê ne, wî tew bizava xweveşartinê nedikir û her tişt beloq dikir û digot ku ewan di cengê de ne û ew bi xwe jî şervanekê wê cengê ye.

 

Paş va aşkerekirina rû û semta ku tê de siyaseta PYD diçe, êdî pêdivî bi derewên wilo erzan nîne. PYD û her saziyeke leşkerî û neleşkerî, ku li derdora wê ne, ji sengera rêjîma Esed ve nedûr in, belku di hinek şergehan de bi hev re, wek rêhevalên çekdar dikevin cengê li hember hêzên mîna „Ehraruşam“…
Niha di navbera bajêrê Heleb û navçeya Kurdaxê de, hêzên YPG gihane gundê Dêr Cemal, ku tew maleke Kurdan jî tê de nîne. Ma ev çûyîn ji bo çî ye, eger ne ji bo piştvaniya hêzên Esed e, ewên bi xwe nema dikanin gavekî jî pêş ve herin?
…û li dawiya dawî ez dibêjim: “Zimanê Kurdî biparizin…Zimanê Kurdî biparizin”.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…