Bedirxanî û Çapemeniya Kurdî, Wek Nimûne Rojnameya Stêr

Konê Reş
Bi helkeftina 118 saliya roja derçûna rojnameya (KURDISTAN) a dayik, ku 22ê nîsanê ye, bi min xweş e ku rola Bedirxaniyan di çapemeniya kurdî de li sirgûnê bînim ziman û wek nimûne rojnameya (Stêr) ya ku Mîr Dr.Kamîran Bedirxan li Beyrûtê diweşand raxînim ber çavan.
Ez nebawer im ku ti malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: 1802 – 1868, ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. 
Mîr Bedirxanê ku di sala 1843an de, di herêma Botan de mîrnişiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de, kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in.. Û wiha biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e. 
Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de, û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin. Her û her daxwaza wan pêşxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû..
Wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.
Rojnameya Stêr:
Rojnameyeke xurû bi Kurdiya latînî bû, wek zêdeya Roja Nû bû; cihê weşandinê li Beyrûtê bû; 3ê hejmar ji vê rojnameyê hatine çap û belavkirin. Hejmara pêşîn (1) di meha çileyê berê de 1943an, hejmara (2)an di meha sibata 1944 an de, hejmara (3)an û dawî di 22ê çêriya berê de sala 1945an, anku her salekê hejmarek hatîye çap û belavkirin; dibêjin ku ev rojname wek pêveka (zêdeya) rojnameya (Roja Nû) bû. Xwedî û berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bû.
Konê Reş, Qamişlo, 15.04.2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…