Nameya General Mele Mustefa Barzani ji bo Birêz Stalîn J. V. di.

Konê Reş

 Bi helkeftina 103 salan di ser rojbûna Barzaniyê nemir re werin em nameya wî, yak ku di 18ê hezîrana 1947an de ji Stalîn J. V. re şandiye bixwînin. 
NAME – II   
Cîgirê Wezîrê Hundurî yê Yekîtiya Sovyetê 
Ji bo Generalê Yekktiya Sovyetê Heval Stalîn J. V. 
1) Her wekî hûn dizanin, me li Îraqê ji bo rizgariya kurdan li dijî dewleta Îraqê serî hilda. Piştî ku em di sala l945an de hatin Îranê û me xwe avêt ba leşkerê Sovyetê û li wir bi cih bûn, me di Îranê de berdariya tevgera şoregerî ya ji bo rizgariya gelên Azerbaycanê û kurd kir.

2) Lê kanûna pêşî ya sala l946an, hêzên demokrat ên Îranê di bin tezyîq û dexma kevneperestan de xwe dan dest, lê me dijîtiya xwe da domandin û gelên din jî bi me re beşdar bûn. Eger beg û axayên kurdan alîkariya dewleta Îraqê nekiribûna, em nedihatin Îranê û me xebata xwe didomand.  
3) Di wê mudetê de bi hevbendiya kevneperestên Tirkiyê û Îraqê em di nav tirsa jiortêrabûnê de bûn. Em xwedî hêzeke mezin nebûn, lê heta niha jî me xwe li ber ittîfaqa kevneperestan ragirtiye û me zerareke mezin daye wan. Em bi saya ruhîyeta xwe ya şoregerî bi ser ketin û me hêza xwe parast. Armanca me Kurdistana Îraqê bû, lê ji ber sebebê dêsttêkirina hinek grûbên kevneperest, bi me re nepakî hat kirin. Me li Îraqê eskerê tirk dîtin ku alîkariya kevneperestên Îraqê dikirin û ev bû sebeb ku em naçar bibin ji bo demekê dev ji xebatê berdin û ji bo xebata dahatû hêzên xwe biparêzin.
4) Em hatin naçarkirin ku bên ser sînorê Yekîtiya Sovyetê û xwe ji ablûqeya leşkerê Îranê rizgar bikin. Em pêşî çûn nav erdê Tirkiyê û ji wê jî hatin ser sînorê Sovyetê. Di mudetê 20 rojên meşa xwe ya heta ser rûbarê Aras de, di hemî van 20 rojan de daxwaza kevneperestên Îranê ew bû ku me ji ortê rakin; lê piştî şerekî giran û xwînî em gihîştin ser sinorê Yekîtiya Sovyetê.
5) A niha em 500 şoreşgerên Barzan li ser sînorê Yekitiya Sovyetê ne, di nav me de birîndar û nexweş gelek in. Em wekî hemî gelên demokrasîxwaz, pêwistiya me bi azadiyê heye. Em çaveriya alikariya hevalê Stalin dikin.
Em ji ber vê hatine nav erdê Sovyetê, em dizanin dewleta Yekîtiya Sovyetê demokrattirîn dewleta kedkar û gundiyan e. Ji ber van şert û mercên ku em tê de ne, em rica dikin ku hûn alîkariya me bîkîn.
Her bîjî heval Stalin û hemû gelen Yekîtîya Sovyetê
Serokê  Tewgera Demokrat û Şoreşgerên Kurdistana Îraqê
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê: Mele Mustefa Barzanî
18ê  hezîrana 1947

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…

İSKAN TOLUN Köln:

Niha jî min dest bi xwendina pirtûk a şairê nemir Cegerxwîn kir. Ez bawerim ko ez wê pitûkê baş bişopînim wê nivîsa min e bi zimanê dayîkê gelek bi pêş keve. Pirtûk nûye, tîpguhêztine û wisa xwîya dike ko gramera zimanê kurdî baş bikar anîne. Destê wan sağ be!..

<p...