SALVEGERA ROJNAMEGERIYA KURDÎ

Desteya Sernivîser
  Weke ku tê zanîn, li 22ê Nîsanê, sala 1898an, li paytexta Misirê, karwanê rojnamegeriya kurdî bi destê nemir Miqdad Midhet Bedirxan bi rêket, û yekemîn rojnameya kurdî bi navê “Kurdistan” hate weşandin. 
“Kurdistan” li mişextiyê û dûrî welêt ji dayîk bû û ji ber astengiyên gelek û bê dawî, ew ji deverekê diçû yeke din. Ew rojnamak du heftane bû, bi zimanê Kurdî û tîpên erebî çap û belav dibû, û bi giştî 31 hejmarên wê derketin. 
Li nik kurdan, 22ê Nîsanê bû roja zayîna rojnamegeriya kurdî, û her sal, li her çar perçeyên Kurdistanê  şahî, seyran, semînar û lêkolîn di wê rojê de têne kirin.
  Bêguman, di hişyarbûn û pêşketina miletan de, rojnamegerî roleke pir giring dilîze, ji ber vê rastiyê jî, li welatên  bindest mîna Kurdistanê,  ew tûşî astengiyên gelek dibe, xêrnexwazên gelê Kurd bi hemû şêweyan tarîkirina dîrok, ziman, çand û doza gelê Kurd armanc dikin, ew jî ustubariya rewşenbîr, nivîskar û alavên ragihandinê ye ku li hember pilanên wan bêdeng nemînin, pênûsên xwe têxin xizmeta doza gelê xwe, û herweha çanda yekrêzî û hezkirinê di civakêde belav bikin.
Bi helkefta 118 salvegera rojnamegeriya Kurdî, em hemû nivîskar, rojnamevan, medyakar û xebatkaran pîroz dikin, û pêşketin û serkeftinê ji wan re hêvî dikin. 
Ev e gotara sereta ya rojnama REWŞEN hejmar 16

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…