Salih Bozan
Dihunî, ez di daristanê de dimeşiyam. Kes xeyne min di daristanê de tinebû. Ji dûr ve qeratiyek(kesek) xewinî. Ew berve min dihat. Gava nêzikî min bû, min dî bi cubbeyekê ye, fûteyeke keske li sêriye, soleke sor di nigan de ye, çoyekî qasî bejina wî di dest de ye. Gihîşte min û got:
Merheba penabero..!
Ez lê ecêmayî mam. Min pirsî:
Tu kî? Li van deran çi digerî?
Got: Ez Şex Ebdilqadir Geylanî me. Ez jî weke te ji cenga qirêj riviya me.
Min pirsî: Ê ku ez dizanim tu zû de ve miriye.
Got: Belê.. lê mirîdên min nehîştin ez di mirina xwe de vêskim, bi ro şev bane min dikin, û ta niha ez li navbera herdû Dunyan de darim(diçim) û têm.
Min pirsî: Tu bi Xwedê kî ji min re bibêje, çi ras di paş te de heye, heta ku viqas mirîdên te ta niha hene?
Got: Ji ber ku ez rastiyê dibêjim, û hemû mirov rebenê rastiyê ne.
Min got: Madela tu rastiyê dizanî, hele yekê ji min re jî bibêje?
Got: Ez ê rastiyekê ji te re bibêjim, lê yên weke te ez nakim mirîdên xwe.
Min pirsî: Çima?
Got: Ha..ha. Ji bo vê pirsê te “Çima”. Mirîdên min gerek “Çima” di mejiyê wan de tinebe.
Min got: Birabe. Tu rastiyekê ji min re bibêje, û min meke mirîdê xwe.
Got: Mirovekî dirêj û yekî kin lihev rasthatin. Yê kin bi yê dirêj re got: Ez ji te dimirim.
Ê dirêj jê pirsî: Çima?
Ê kin got: Ji ber ku tu dirêjî, û ez honebûme serî xwe jor de rakim ta bi te re baxifim.
Ê dire gut: Ez jî ji te dimirim.
Ê kin pirsî: Tu çima ji min dimirî?
Ê direj got: Ji ber ku tu kînî, û ez jî honebûme serî xwe jêr de daxim ji bo bi te re baxifim.
Gava min xwest ez jê bipirsim “Çima?” , ew ji ber çavên min wendabû.
————-
– Ji te dimirim: Gotineke kobankiye, yanî ez te kerih dikim.
– Honebûme: Fêrnebûme.