Ji Evîna Rojên kevin / 102: Şewata Sînema Amûdê

Konê Reş

 Dinya payîz bû, nû ketibûm dibistanê de, li
gundê me belav bû ku şevê din sînema Amûdê hatiye şewitandin û gelek zarok têde
qir bûne.  
 Wê rojê pêde, qal û qultên gundiyan li ber
dîwarên malan û odê behsa şewata sînema Amûdê bû. Digotin: Piraniya zarokên ku
çûbûn sînemê hatine şewitandin, digel Mihemedê Seîd Axayê Deqorî.  
 A dinî rojê, bavê min û her du pismamên xwe (Silo û Şikrî), digel Evdê Gedo mixtarê gund û Hecî Kevir, Mehmûdê Millî û neh/deh gundiyên din jî bi wan re, wek şanda gundê Doda, berê xwe dan bajarê Amûdê, çûn serdana Amûdiyan bi tevayî û Seîd Axayê Deqorî û Nezîr Axayê Omerî bi taybetî.
  Ji mêj ve, eşîra Bûbilana û eşîra Deqoriyan hevalbendên hevbûn, di xêr û şeran de li ser hev dixeyidîn û di rojên teng de di hawara hev de diçûn. Her wiha jî, Bûbilanî di warê dubendiya Mehmûdkiyan û Etmankiyan de hevalbendên Mehmûdkiyan bûn û Nezîr Axa, yekî sereke bû ji mezinên Mehmûdkiyan li Binxetê, bajarê Amûdê.  
Vêca wek erkê eşîrtiyê, çûna Dodayan Amûdê, ne tenê ji bo ku sersaxiyên xwe ji her du Axayan re pêşkêş bikin, belê divîbûn tiştê ji wan bê, ji tev xelkên Amûdê re jî pêşkêş bikin. Dodayan şewata zarokên Amûdiyan wek şewata zarokên xwe didîtin.  
 Piştî wê rojê û bi çend heyvan jî, çîroka şewata sînema Amûdê bi tirs, keser û xemgînî di nav gundiyên me de dihat gotin.  
 Bûyer mezin bû, qurbanî pir bûn, xemaniyê jî dirêj kir ta roja îro. Di vê rojê de (13/11/1960), bêtir ji 280 zarokên kurd digel Mihemedê Seîd Axayê Deqorî (1928 – 1960), di sînemeya Amûdê de hatin şewitandin û bajarê Amûdê careke din navê xwe bi: Amûda Bavê Mihemed bilind kir.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…