Piştî qeyrana Sûriyê dest pê kir, hemû miletê Sûrî -Kurd jî di nav de- di rewşên pir dijwar re derbas bûn, lê ev rewşa kurda ya kambax bû hîmê bingehîn a şoreşa vejîna gelê Kurd..
Li Rojavayê Kurdistanê hejmarek ji kovar û rojnameyên bi zimanê Kurdî dest bi weşandinê kirin, û li gel hin kêmasiyan jî, ew bi demê re pêş ketin, û geşbîniyek balkêş di vî warî de peyda bû.. li cem hin çavdêran ew bi awayine rengereng tên nirxandin, lê di warê parastina zimanê Kurdî de, bêguman, ew xwedî bandoreke erênî ne. Belê.. ev geşedana cihê serbilindî û pîrozbahiyeke mezin e, û ji bo çand û zimanê Kurdî jî xebateke zêrîn e.
Lê mixabin, ew niha rastî pir alozî û pirsgirêkan tên, rojnameyên ku li Rojavayê Kurdistanê, û belkî yên li derve jî, nemaze yên ku bi zimanê Kurdî tên weşandin an beşek ji wan bi Kurdî be, li gor ku ez jî pir-hindik di wî warî de mijûl dibim, ew di rewşa lukmandinê re derbas dibin û ji kêmbûna mijaran dinalin.. tevlî hebûna hejmareke mezin ji nivîskar û helbestvanên, ku xama pênûsên xwe ji kaniya zimanê Kurdî wergirtine, dîsa em dibînin ku rojnameyên Kurdî kêmpênûs in, xemsariya nivîskarên me dibe sedema qelsî û jariya wan rojnameyan.. û herweha desteyên sernivîser dest bi parsekirina mijarên Kurdî dikin, û eger kesek gotarekê yan helbestekê ji wan re rêke, carina minet jî tê de heye..
Dema pîvan dibe xemxwarî yan xemsariya nivîskaran, wê demê ew çend encamên din jî bi xwe re tîne holê, û mirov nikare naverokeke têr û tijî ji wan rojnameyan hêvî bike.
Lê hêviya me ew e ku nivîskarên zimanê Kurdî bi pênûs û berhemên xwe li wan rojnameyan xwedî derkevin û di hemû waran de wê dewlemend bikin, ji ber ku ev bi xwe erkeke netewî, welatparêzî û xwedîlêderketina zimanê Kurdî ye.
Ma gelo vejandina ziman û rojnamegeriya Kurdî ew jî ne şoreş e?!!
Ya rast ew e ku hemû nivîskar, rewşenbîr û zimanhez dest bi şoreşa rojnamegeriyê bikin û bila desteyên sernivîser hestewar nebin ku ew parsekirina mijarên kurdî dikin.
* Gotara sereta ya Rojnama REWŞEN hejmar 14