Kurmê şîrî heta pîrî

Hemîd Smaîlaxa
 
Di dema peydabûna xwe de “PKK” bi durişmên
“şerê çekdarî, ji bo rizgariya Kurdistaneke yeker, pêşverû, û sosyalîst” xwe di
nav civata Kurd de, da pêş. Lê di tevaya belgeyên dîroka xwe de, xweş diyar
dibe ku bi palpiştiya dewleta dagirker, di destpêkê de berê xwe da tevgera
welatparêz. Beriya ku berê çekên xwe bi dagirkeran veke, şerê çekdarî li
hemberî hêz û rêxistinên pêşverû û welatperwer kir. Heta girêka xwe bi pişt
xist, qada xebatê ji hêzên welatperwer paqij kir, hêdî hêdî naveroka
welatperweriya Kurdî vala kir û durişmên xwe jî di pêvajoyê de, sîstematîk
guhert. Nuha di hemî durişm û daxuyaniyên ji devê desthilatdar û berpirsiyarên wan derdikeve li ser yekeriya bi dagirkeran re ye û avakirina Dewleteke kurdî ji bernameya xwe avêtine. Heta alîgir û dilxwazên avakirina dewleteke serbixwe, ji wan re hember in û bi çavên neyaran li wan dinerin.

Do li Bakurê Kurdistanê, îro jî li Rojavayê Kurdistanê, her weha li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî, heman leyistikê bi navê kurdî lê bi naverokeke ji Kurdistanîbûnê bidûrketî bi rêve dibe. Bi zanebûn, pirsa Kurd û Kurdistanê bê naverok dihêlin. Lî Rojavayî Kurdistanê, her wekî li Rojhilat û li Başûrê Kurdistanê jî kirine, ji hev belavkirin û ji ortê rakirina kesên welat perwer û berêxwedana hêzên welatparêz, felsefeya dema avakirinê bibîr tîne. Rêjeya ‘Ereban li Rojavayî Kurdistanê ji ya Kurdan bêtir dibe. Dijminaya kurdên welatperwer ketiye pêşiya hemî kiryaran. PYD û rêxistinên di çarçoveya wan de, her wekî felsefeya di destpêka peydabûna PKK de, bi palpiştiya dagirkeran, ji neyaran bêtir, berê xwe danê hêz, rêxistin û kesên welatperwer da wan ji qada xebatê bidûr bixin û bi kêfa dilê xwe, bi neyaran re yar lê bi kurdan re neyartiyê bikin. Girtin û ji Rojavayî Kurdistanê bidûrxistina berpirsê ENKS hêja Brahîm Bro, ji metirsiya xurtbûn û bipêşketina neteweperweriya Kurdî û bi pêşketina bîr û baweriya nîştîmanî û demokrasiya kurdan ya navxweyî ye. Ji xwe, jihevdexistina yekrêziya nav kurdan û dûrbûna ji bîrûramanên neteweyî ne di berjewendiyên Kurd û Kurdistanê de ye. Lê li gora xêrnexwazên Kurdistanê; “çawa çend hêzên Kurd bibin yek û Eniyeke welatparêz ava bikin?” Ev yekrêzî û yekîtiya hêzên Kurdistanî ya li Rojavayê Kurdistanê, bi dilê hemî kurda ye û tirsê dixe dilê neyar û xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê. Bihevxistina reng û dengên neteweyî leyistik û dolabên dagirkeran hildiweşîne. Vîlik û planên yên wek Malikî ku bi vekirî fesadiyê di nav kurdan de gûrr dike, xerab dike. Bihevxistina dengên neteweyî piştgirî û alîkariya serbixwebûna Kurdistanê dike û tirsa di dilê desthilatdarên li Ankara, Tehran, Bexdê û Şamê de xurttir dike. Bi berdewamî; desteserkirina endamên polîtburoya PDK-S Mihemmed Smaîl û Neş’et Zaza, endamên Komîteya Navendî Salih Cemîl, Evdilkerîm Hacî û Nafi’ Evdilla, her weha desteserkirina cîhgirê Brahîm Bro, endamê Komîteya navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriye, Hesen Salih (Hesenê Tenûriyê), li hemberî xeta neteweyî-Kurdistanî, kiryareke gemarî ye û di xizmeta xêrnexwazên Kurdistanê de ye. Kurdno! Li hemberî van kiryarên gemarî bêdeng nemînin! Bêdengî bindestî ye û pejirandina nehaqiyê ye.
Mêrdîn/16 08 2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...