Rêjîma Olperest li Îranê Çi Dixweze?

Merwan Berekat
 
Li Îraq, Sûrî, Yemen, Kendava Erebî û Libnanê destêwerdaneke leşkerî û ne
rewa û eşkere ji aliyê dewleta Îranê ya olperest ve hatiye kirin, û di encama
vê destêwerdanê kuştin, qirkirina jiyanê û tevleheviyeke bê serûber tê kirin.
Ji aliyekî din ve, tomargeha dewleta Îranê ji piştgirî, alîkariya hêz û
kiryarên terorîstî çi di hundirê Îranê de, çi jî li dervî sînorî wê têr dagirtî
ye. Eger hin aliyên navdewletî û herêmî ji bilî vê nirxandinê wê dibînin, zor
pêwîst e ku ew li hember rêjîma Îranê li siyaseta xwe vegerin. Eger ne heftane
be, di her mehekê de çend kes ji çalakvanên siyasî, yan hevalên partiyên ku ji
rijîmê re rikber in, an jî kesên ku rikberiya hevalbendên rêjîma Îranê dikin,
ku piraniya van kesan jî Kurd in, ji aliyê rêjîma olperst ve tên bidardekirin.
 Yanê, ne veşartî ye, ku rêjîma Îranê rêjîmeke xwînî, kujer, hevalbenda terorîstê ya ku dijîtiya azadiya gelan û hêminiya Rojhilata Navîn û cîhanê dike ye. Hemû ev kiryarên ne rewa yên ku rêjîma Îranê di dermafê gelên herêmê de dike, hemû saziyên mafê mirovan û hêzên navdewletî li hember wê bêdeng dimînin, eger deng jî bi xwe xistin ew pir şermok e. Ji ber wê jî, roj bi roj rêjîma Îranê destên xwe çep û rast û bê tirs dirêjî piraniya dewletên herêma Rojhilata Navîn dike. Eger sîwaneke ji çavgirtinê ji aliyê civaka navdewletî ve ji destêwerdan û kiryarên rêjîma Îranê re tuneba, û ew hatiba veçengandin, ma gelo ev destdirêjî û terorîsta dewleta Îranê digihîşte vê astê?!
Eger rayedarên Îranê xewna dewtela Sefewî di serê xwe de mezin dikin, an jî dixwezin serweriya Rojhilata Navîn bikin, bêguman ev xewneke pûç û mirî ye, û dîrok nema vê xewnê dimêjîne. Rastiya rêjîma Îranê ya olperest di herêmê de şerê mezhebî gur dike, û dijîtiya azadiya gelan û ya hêminiya herêmê dike.
Rêjîma Îranê ji destêwerdan û kiryarên xwe yên ku serûberê piraniya dewletên herêmê xistine tevleheviyeke mezin têr nebûye, vêca çavsoriya xwe li hember Başûrê Kurdistanê jî xuya dide. Ev bi xwe tê wateya ku serê rayedarên vê rêjîmê çi yên leşkerî, çi jî yên siyasî nikarin azadiya gelan bipejirînin. Lê ne dûr e, pir nêzîk e gelên Îranistanê û di pêşî de gelê Rojhilatê Kurdistanê wê şoreşa azadiyê di hundirê Îranê de firehtir bikin. Ya din, eger rêjîma olperest a Îranî ji van siyasetên xwe yên ku dijîtiya gelan dike venekşê, ew jî dê mîna Sûrî, Yemen û Lîbiya bibe.
Di vê navberê de, ji ber ku doza gelê Kurd di qonaxeke pir nazik û hestwar re derbas dibe. Ji ber wê jî zor pêwîst e ku rayedarên kurdan jî van nameyên ku ji aliyê rêjîma Îranê û ya Tirkiyê ve derdikevin baş bixwînin, û lêvegereke bi berpirsiyarî ji rewşa kurdî re bikin, û lihevkirineke stratîjîk ji tevgera xwe ya siyasî re peyda bikin. Nemaze di vê dawiyê de, piraniya dewletên ku destlatdariya Kurdistanê dikin, siyastên xwe yên herêmî û cîhanî diguhêrin, û hin ji sedemên van guhartinan ew e, ku careke din doza kurdî bincil bikin.
Lêborîna Erdoxan ji Potîn re û geşkirina têkiliyên leşkerî yên Tirkiyê û Rûsiya, hevdîtinên ku di navbera Îran û Tirkiyê de çêdibin û şivlivên ku ji aliyê Si`ûdiya Erebî ve tên kirin, ma glo têne çi wateyê? Rêjîma olperest li Îranê Çi Dixweze?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…