PENCER Û HÊVÎ

Dildar ismail

Ne xeme  bi kû ve  herê
Te şikand cama pencerê
Roj çû ava  çawa vegerê

Te wilo kir   sûcê  teye
Ti çi bêjê ne  wek teye

Xewa şeva her  tuneye
Rehme li çîrok û  civat
Ji destê wa her kêferat
Li dilê min  ar û  şewat

Li min negre bi dest nayê
Ji  kerba  te   ketim  tayê
War   nezane  ra lê  nayê

Tiwî yara bê soz û bext
Ne nêçîre  hilgirim rext
Bi ciwanî ez  kirim şext

Bese  dilê  min  te   êşand
Xwîna canê min tev kişand
Raman  ji  serî   hilweşand

Ji pencerê   xem  dibarê
Ji   birîna     dil   nikarê
Tarîbûn xewnên êvarê

Ji mer divê gelek zanîn
Tû çi bêjê li  min  ahîn
Qadera me wilo  danîn

Qeder bi destê dê û bav
Bes bişîne ji  mir  silav
Bere bimrim bê deng û nav

Ser te ji mir çêkirin dav
Tû nabîn dikim lave lav
Ji çavan  dibarê  xunav

Va li dûrim bûme  şeyda
Çêdikim helbest û qeyda
Nalîna min tû  na  xeyda

Dil  mişte  hemî  evîne
Ji bîr nakim wan civîne
Rojek ji temen  bimîne

Li min negre evîn darim
Tû li warî  ez  dil  jarim
Bi pêjna te  her şiyarim

Eve  qeder  çawa  kirin
Dost yeke û neyar pirin
Ji  pencerê   hêvî   birin

Wek ferhat û mem û zînê
Bûm  dildarê  te  şevînê
Dinya  ji  kesîr  namînê

Kilîtkin   derî   û   pencer
Bikşînin xwîn û gulya zer
Evîna   pêşî   nayê   der

Ji  bîr   nabe  ava  piyal
Reng zêrîn û dengê zelal
Sed ahîn û sed  nale nal

Jiyana me her bê  bexte
Gunih karim her li berte
Sal buhirîn ma ne wexte

Dil negre ji wan gotina
Hin ji teye  hin ji  mina
Dinyaye   dawî  mirina

Nagrim li te eve çîrok
Bi barê ji pencerê rok
Bibê rûpelek  ji dîrok

Tû dermanê birîna  min
Bû dawiya helbesta min
Eve  war  û çîroka  min

Dûr nekeve herdem tîme
Vek pencarê bi  hêvîme
Bê te delal ma ez  kîme

dildarismail@hotmail.com 

       Dem sal 2000

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…