Kampa Muqbilê*

Ezîz Xemcivîn / Dubey
xemcivin@hotmail.com

Kî bi derdê penaberên kurd li kampa Muqbilê dizane?
Kî bi êş û nalînên zarokan dibihîse?
Li welatê xwe jî, Kurd penaber in!

Carina em hewl didin awirekê bidin ser pirsgirêkekê, hin kes ji çavnebarî naxwazin ew hewldan biserkevin. Ji hêlekê ve bi tevdana hin mijarên gengeşoke û ji hêleke din ve hewldana şikestina merov dikin!
Ta çi radeyê planên wan diçin serî ne giring e, lê ya giring ko dilê me jî mîna pênûsê xurtemêr be, bi tu bahozê ne heje.
Di babeta Kampa Muqbilê de û ji zû ve dixwazim kari bim tiştekî ji bo xelkên wê binivîsînim û di praktîkê de jî karekî bikim. Dibe hewldanên min yekînek bûn û geh jî bi alîkariya hin dostan, mîna kak Arif Remezan ew jî bi hemû karînên xwe, xwe da ber vî karê ko me bi hev re bikira. Taybetî me xwest weke komîtekê bi navê Kurdên ko li Kendava erebî rûdinên, biçin Kurdistanê û li gel serokê herêmê û serokwezîr û serokê parleman re bicivin. Ev pêşinyar jî, ji Dr Mihemed Ihsan re li Dubey hate gotin û wî bi kêfxweşî derivand û piştgiriya xwe da xuyakirin.
Mixabin ji hin sedeman karê me ne çû serî, lê dîsa ez vê yekê weke bang ji berpirsyarên herêma Kurdistanê re dişînim, bi hêvî me ko guhdanê li van daxwazan bikin:

1- Xweşkirina rewşa kampê bi giştî.
2-Avakirina xaniyan li gora hejmara malbatan û avakirina xaniyên taybet ji bo kesên ko bi serê xwe ne.
3-Vekirina derfetên kar û xebatê li ber kesên ko karin kar bikin.
4-Guhastina xwendevanên kampê bi otobasan.
5-Guhdana tenduristî.
6-Xwarinên mehane bêpere (birinc, şekir, ard, rûn…h.d) ji bo malbatan bêne terxan kirin.
7- Dektorî û dermankirina bêpere ji xelkên kampê re bi taybetî ji bo zarokan.

Nameya xortekî ji kampa Muqbilê

kakê delal ű mamîstayê hêja xemcivîn pir ji dil silav ű rêz bo te ji kampa muquble hena u pir sipas ji bo vê maila te
hêja xemcivîn.. ez gelakî kêvxwashbűm go hîn kesin bi rűmet  hena li halê me di pirsin pishtî(4) salên bê dengiyaka  xedar…ű di  jiyana penaberiyak dijwar  ű êsh ű nalineka hejar.li kudistanê ….?
mixabin….em penaberna kurdin li kurdistanê….?
jiyana ma ya rojana di meshê ű berdewam dikê  lê heger kar hebê…?
ű heger nexwashakî me habê em di nav hevda arikariyê jê re dikin u li ser dextora derman dikin
li gor derfetên me….bishtî becarîyê…..?
bi rasti hikometa herêmê berî du hayva. ji me re ( 88 ) xani avakirina u belav kirina li (88 ) malbeta li komalgiha domiz
me navê wê kiriya qamishlo….
lê em nêzîkî( 157) malbatin ű( 50) xortên ser bi xwa…
bi rasti rewsh xiraba……kar nina … haya jiyana rojana berdewamkin
bi taybet eva boya 3 mih kar nina  ű ji % 90 bêkar in
ű tishta harî giring ya me   heya niha em nizanin    em  cina yan kina…..?????
bibora hêja xemcivin…ciroka mê dirêja bi tevgera kurdi re ű bi hukometa duhokêre
ű (unhcr ) re yani bi rasti u bi durosti em kesina winda na ji her tishti
lê tu ci karê ji mera bikê….tű ci dixwezê nasbikê….
ez amedema…..bi rasti u dirusti…heger di xizmeta van penabere 12 ê adarê da bê
disa gelak silav u hurmet ji bo te..ű tu herbijî ji bo vê pirsa te

Duhok.kurdistan
kampa muqblê
 
Kampa Muqbilê: Kampa Kurdên ko ji rojavayê Kurdistanê hatine di 12 adara 2004an li Duhokê ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…