DEMA EREB PESNÊ TIRKAN BIN!.

HOŞENG OSÊ

Dîrok dibêje ku tirk bi çavekî pir biçûk û bi şêweyeke nizim û nijadperest li ereban dinerîn û ta niha gotina: “arap carap” ji bîra ereban neçûye. Wetaya vê gotinê ev e “ereb ê kotî”. Li serdema Osmaniyan jî, tirkan, ereban 400 salî, xistin bin mêtingeriya xwe û polotîka pişaftin (heladin) li ser wan pêk anîn. Di despêka sedsala bîstan de Enwer Paşa ku yek ji giregirê “Îtîhadûtereqî” bû û li Şamê karê xwe dikir, ew fermana dardekirina bi dehan ronakbîr û nivîskar û siyasetmedarên ereban yên wê demê dabû.
Tirkiye, yekemîn dewletên misulman sala 1949’an, xweseriya Îsraîlê pejirand. Tirkiye bêtirîn dewleta misulman xwedî têkiliyên stratejîk yên siyasî û aborî û leşkerî û ewlekarî… bi Îsralê re ye. Lê tevlî wisa jî, niha, tirkiye bûye delala ber dilê ereban!.
Ji hatina AKP’ê ser deshilatiyê û nemaze van du–sê salên dawî ve, Tirkiye û Erdogan û “islama siyasî” a tirk bûye mijara pesn û şabaşa ereban. Hinek ji ereban, ji bo ku “îslama siyasî” a xwe rexne û pîsbikin, ji ber ku “îslama siyasî” a ereban çek û xwînê bi kar aniye da xwe bigihîne deshilatê ji ber vê, ereb diçin pesinê “îslama siyasî” a nerm a tirkan didin. Gelê ereb dizanin sextekariya lê ji çav nebarî û zikreşî û nijadperestiya wan li hinberî kurdn, diçin pesnê Tirkye û AKP’ê û qaşo “îslama nerm” didin û Erdogan weke aştîxwaz û mîmarê pêşketina abûrî û siyasî ê Tirkiyê didin nîşandan!.

Berpirsê bîroya kanala “El-cezîre” a li Enqerê, Yûsif El-şerîf, ev sê car raporên xwe yên zindî û yên tomarkirî li ser êrîşa Bêzelê, dide kenala nûçeya “El-cezîre” a Qaterî. El-şerîf, di van raporî xwe de, bi şêweyeke zelal, reklama AKP’ê dike û PKK’ê weke bersûc û gunehbarê tundiyê (şîdet) dertîne û diwaze cîhana ereb bi çavên tirkan li bûyerên li tirkiyê rûdidin binerin. El-şerîf ji bo ku xwe objaktîf û bê alî bide nîşandan, carna rexneyên sivik li tirkiyê û hikûmeta AKP’ê dike û kêmasî û şaştiyên dewletê derbarê kurdan. Weke mînak, gelek caran El-şerîf di raporên xwe de dibêje: ” wargehên serhildêrên PKK’ê li paş van çiyan ne. li bakurê Iraqê ne. ji wir tên êrîşî Şemdînlî û Aktutunê dikin… dikandar ji ber gefxwarinên hevalên PKK’ê ji tirsan deriyên dikanê xwe digrin… PKK’ê û DTP’ê, îşkenca li ser Ocelan ji xwe re dike bihane da xwe ji bo hilbijatinên herêmî yên buhara bê amadedike”. Dema ragihandina tirk vê yekê bêje, xem nine, dijmin e. lê kê bi ca El-şerîf çi kiriye, heta gotinên tirkan dubare û sêbare û dehbare bike…, di ragihandina ereb de bêje!

Yûsif El-şerîf, ji bilî ku berpirsê buroya kanala “El-cezîre” ye, nûçegîhanê rojnama El-hayat e jî. Ev ne cara yekemîne ku El-şerîf ji qestî reklama tirkan û AKP’ê û Erdogan dike. Di dagirkirina artêşa tirk a başûrê Kurdistanê jî, El-şerîf wisa dikir. Xwediyê vê nivîsê (H. OSÊ), di nivîske xwe de bi zimanê erebî di rojnama El-hayat de, rexneyên tund li El-şerîf kir, lê xwiya dike yê rûmeta xwe ya rûjnamevan firotibe Tirkan, dê ev rexne pozî wî neşewitîne. Bi kurtî û eger mijar rojnamegerî be jî dema ereb pesndarê tirkan bin, bi yek gotin li ser kurdan biaxivin divê nijadpesertiya antî-kurd ji bîra mirov neçe.

Jêder: Azadiya Welat

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…