Xwepîşandana Amedê Nameyeke Şaristanî ye

Berzo Mehmûd

Xwepîşandana Amedê nîşaneke pir biwata û bihêz e, ku Kurd xwe wek hebûn, wek milet û têkoşîn dide xuyakirin, xwe wek aştîxwaz dide nîşankirin. Ev xwepîşandan watayên hebûna miletekî jîndar dide, ku tihniyê mafê netewayetî ye. Xwepîşandana Amedê taybetiyeke xwe giran heye, ji ber ku ev bajar ne wek bajarên dîtirî kurda ye, Amed paytexta Kurdistana bakur e, ji ber vê yekê rabûna Amedê giraniyekê hem li nik kurda û hem jî li nik dijmin drust dikê.
Miletê kurd li her kuncekê ji vê cîhanê bi doza gelê xwe re ye, doza beskirina vê şerê biqirêj e ku deselatê Tirkîyê dijî miletê Kurd pê radibe. Xwepîşandana Amedê nîşana têkoşînê ye li dijî hikûmeta stemkarên Tirkiyê.  Deam ku Kurd dengê xwe bilind dike, ne ku şer dixwazê, em dixwazin xwe wek milet ji cîhanê re bidin xuya kirin, ku em doza mafên xwe yên netewayetî dikin, em vê yekê ne tenê bi şer û têkoşîna serê çiya dixwazin, lê em bi awakî aştiyane jî ji cîhanê re û ji Tirkan re dibêjin: bes e şer, bes e newekhevî, bes e şerkirin û serkutkirina miletê Kurd, bes e perçiqandina mafê gelê Kurd. Kurd, di riya vê xwepîşandanê de, ji Kurdistanê, ji ser erda xwe, nameyekê ji van hikûmetên bêdad re rê dike û dibêje: Bes e, hûn xwîna me vedixwin, bes e ji desthilata Tirkê xwînmij re. Ev bû dused sal hikûmeta Tirkiya li ser kelaxê Kurdan dijî. Bes e ev stem û bêdadî, kurd heta kengî bê maf bimênin? Mafê hebûnê ji heywan û ajelan re li vê cîhanê heye, lê ji me Kurdan re nayê pejirandin, ji ber wilo jî pêwîst e em xebata xwe xurt bikin da ku bikarin jiyanê bidest bixin, û zincîrên dijmin bidirrênin. Êrîşên Tirkan li ser kurdistana başûr belgeyek e ronak e ku dixwaze gelê Krd ji hemû aliyan serkut bike, dixwaze miletê me bitirsêne, lê ber e miletê Tirk û cîhanê bizane ku em ne şerxwaz in, em mafxwaz in, em yeksanîxwaz in, em dixwazin bi aştî bi zarokên xwe re bijîn û bi wan re bi zimanê xwe bipeyvin, em dixwazin bêjin em ne tirk in. Ev tirkîbûn bû toqa ne””””letê û ketiye stuwê miletê me de. Tirk ji alîkî, û Ereb ji alîkî, û Firs ji alîkî, hemû jî kula wan dagîrkirina Kurdistanê ye, hemî bi hev re êrîşî me dikin, êrîşî nasnameya me dikin. Lê ber e xweş zanibin ku miletê Kurd milkiç nabe, serê xwe tang û topên wan re natewêne. Em vê stemkariyê qebûl nakin, ber e xelkên cîhanê hemû bizanin ku rabûna Kurdan li Amedê viyana gelê Kurd e li hemî deverên Kurdistanê.     Ev dused hezar car e Tirko bi balafirên xwe, bi tang û topên xwe, bi tiving û hemî coreçekên xwe êrîşan berdide vî miletê bêçek, vî miletê hejar, û ya herî şerim ji deselatên cîhanê re ku beramberî kiryarên leşkerê Tirko bêdeng dimênin.
Çi gunihê me ye eger Xudê em Kurd dane vê dinyayê? çi gunihê zarokên me ye ku li ser dengê topên van stemkaran ji xew radibin?  Çima Kurd jî ne wek xelkên cîhanê bi mafê xwe şa nebin? Çima em jî ne wek miletên cîhanê ne? Ber e ev dewlet û deselat xweş bizanin ku Kurd êdî namirin, û sed hezar êrîşên leşkerî Kurdan natirsênin, û ji poşmaniyê pêve Tirk nabînin. Qehremanên Kurd li ser çiyayên Kurdistanê wê goristanan ji êrîşkerên Tirk re bikolin.

Ti rê li pêşîya deselata Tirk nîne ji bilî ku bi siyasetmedarên Kurd re li ser mêzê rûnê, û dest bi giftûgoyê di kêşeya Kurdî de bike, û mafê netewê Kurd bi aqilmendî çareser bike, û lê mikur were, yan jî ev êrîş û ev tirsa şer di Tirkiyê de ticarî tewaw nabe, ji ber ku miletek heye û doza mafê xwe dike, û xwepîşandana Amedê nameyeke hişkere ye bo Tirkan, ne nameyeke şerker e, ku Kurd ticarî ji doza mafê xwe venagere, û piroseya tirkîkirinê ta dawî li ser xwe qebûl nake, çiqas bidomîne jî, her dîsa dawiya wê her heye, mirina vî aqilê neteweperestiyê di nav Tirkan de wê nêzîk were. Ev hewldanên Tirko bo tirkîkirina Kurdan di xwepîşandana Amedê de berbadî çû. Inca ya baş ew e ku Tirk li xwe vegerin û kêşeya kurdî dadwerane çareser bikin, ne bi devê top û tifingan, ji ber ku dem ne dema ku deselata Tirkî giyanê dijminatiyê, tovê neteweperistyê di nav herdû miletên Kurd û Tirk de biçêne. Ev kar ne karekî şaristanî ye, ev kar karekî hovîtî ye. Emê xwe çawa ji qalikê xwe derbixin? Çima ji miletên vê cîhanê hemiyan re maf heye ku wek milet bijîn, lê ev maf bo me qedexe ye? Çima ji hemî miletan re ””””adet e, lê ji me tenê re qemhhet e??

Bijî Kurd û Kurdistan, bimirê dijminê miletê me.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…