Kiryarên tewş

  SALIH DEMICER

Weke gelek kiryarên ku  têde rejîmên şovînî dilreşiya xwe bi rengekî diyar bereder dikin  û cih ji gumanê re nahêlin, ku ew naxwazin kesekî din di welêt de, wek hemwelatiyan bi wan re bijî, û nemaze  ku ev kesê din kurd be .

    Ev bû bêhtirî  du heftane.  her kesê kurd ku bixwaze here  Libnan, divê li ser sînor, xwe ji vepirsînek e dirêj  û berfireh re amade bike .
   her kesê  ku zanava wî li ser herêmên kurdan e, bi gihîştina  ser sînorên Sûrê û Libnan , ew ji aliyê hêzên ewlekariyê,  ji  tirimbêlan  tê daxistin û zanav û bilêtên ku pê dikeve Libnan  ji dest wî tên girtin _ piştî ku ew buhayê wan dide û bê pere dimîne, çimkî wî xwe ji vê yekê re amade nekiriye-û jê re tê gotin ku divê ew here Parezgeha Tertûs, şaxê pirsê, da ku ew karibe derbasî Libnan bibe, bê ku ji wan re, tirimbêlan amade bikin,
   ango divê her yek ew bi xwe tevdîra xwe bike û xwe zû bigihîne şaxê pirsê , da ku roja wî  di ser re neçe,an na ewê ta roja din li navnavan bimîne.
   li Tertûs (ez nizanim çima ev parêzgeh ji pirsan re  hate hilbijartin. Tevî ku dikarin heman pirsan li ser sînor jî ji wan bikin bê ku serî li wan bigerînin). li wir, pirsên wek (tuyê çima herî Libnan?) û (ev bû çend salin tu diçî û têyî Libnan? ) û (gelo hûn beşdarî xwepêşandanên ku ji aliyê kurdan de li Sûrê dibin, dibin an na)… û gelek pirsên wiha  ku tu sûde jê nayê wergirtin û tu bersiv jî nayên girtin.
  ya ku hîn rêwiyên kurd pê dêşin ewe ku , tirimbêla wan, li benda wan namîne,  ango ew kiriya xwe didin û li nîva rê , wan bi rûyekiî ziwa  vedigerînin Tertûs.
   Tiştê diyar ewe ku kesek nikare xwe ji vê vegerê biparêze, ne jin ne keç, ne kal ne pîr, divê hemî kurd di bin pertava pirsan re derbasbin.
  wek nimûne, berî çend rojan jineke kurd, tevî çar zarokên xwe di nav wan rêwiyan de bû , ew jî vegerandin Tertûs (ku bêhtirî seetekê bi tirimbêlê ji sînor dûre),  da ku ji wê jî  heman pirsan bikin,  
 gelo ew ci ji jinek e ku çar zarok pê re ne dixwazin, ji bilî ku dixwazin diltengiya xwe ji kurdan aşkere bikin .
  tê zanîn ku sê pare kurdên  diçin Libnan, karkerin. deriyên kar di welêt de li wan hatine girtin, xwe ji neçarî  li Libnan digrin da ku pariyê nan ji xwe û malbatên xwe  re qezenc bikin.
  Gelo karbidestên Sûrê ta kengî ,ewê wiha bi çave gumanê li kurdan binerin .
  kengî ewê  têbigihin ku kurd ji vî welatî ne biyanin û ew jî wek hemî kesên din, xwedî maf û rûmetin. Ne tenê wilo,  ez dikarim bêjim ku kurd ji hemî kesên din bêhtir li aramî û xweşiya niştimanî miqate ne û naxwazin ziyan bi rengekî ji rengan bigihe wî. 
Li dawiyê , ez dixwazim tenê bêjim ku ev sinç û kiryarên şovînî, tu carî nakevin xizmeta welêt, belê ew dîwarekî qalind di navbera hemwelatiyên Sûrê de ,ava dike û ziyanê digihîn e jiyana li gel hev.

   BÊRÛD di 28 -2-2008 an de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…