Gotina Komîta Kovarên Kurdî Li Sûriyê di bîranîna roja rojnamevaniya Kurdî de

   Di roja 22 ê Nîsana sala 2008an de, 110 sal di ser weşana yekemîn rojnameya kurdî(KURDISTAN) re derbas dibin. Ev rojname stêrka pêşî bû ku rê li ber rojnamevaniya kurdî ronî kiriye.

   Rojnamevaniya kurî li Sûriyê jî li ber vê roniyê pêkên pêşî avêtine, lê mixabin ta îro roj jî ew di rewşeke zor û dijwar de û di bin merc û hoyên awarte de dijî. Ev yeka jî ziyanê dighîne ziman, çand û civaka kurdî.
   Bi navê Kovrên kurdî li Sûriyê em dozê li nivîskar û rewşenbîrên xwe dikin ku ew ziman, wêje û kultûra xwe biparêzin, herweha jî dozê li rêjîma welêt dikin ku zimanê kurdî bi rêdaneke mîrî serfiraz û azad bibe û rê bide ku zimanê me di çerxa xwe ya durust de bigere.
  Bi vê bûneyê, em pîrozbahiya rojnamevan, rewşenbîr, helbestvan, hunermend û nivîskarên gelê xwe dikin. Bi hêvî ne ku ew li pirsa ziman û çanda xwe xwedî derkevin û parastina mafên serbestî û serfiraziya rojnamevaniya kurdî bikin.
   Di vî warî de, em çilsaliya kovara Gulistan pîroz dikin, hêvîdar in ku her ew bimîne stêreke geş û ronak di asîmanê wêjeya kurdî de, herweha jî em derçûna kovara ZAR pîroz dikin, hêviya serketin û berdewamiyê jê re dikin û wê weku endam di nav koma kovarên kurdî de li Sûriyê dipejirînin.
*Silav û rêz ji giyanê rêberê rojnamevaniya kurdî  Mîr Miqdad Midhet re.
*Silav û rêz ji bo hemî kes û aliyên di ber rastî û peyva azad de kar û xebatê dikin.

10.04.2008 Z- 2620 K

Komîta Kovarên Kurdî Li Sûriyê

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…