Maniyêl Broka
Di çend gotar û hevpeyvînên Cercûr Bacinî de,“ku rêwiyek ji wan yên ku di dema hestyar de, serdana Şingalê kiribû“ û di danasînên gelek rêwiyên ku derbasî axa Şingalê bûne, wek mînakên berbiçav „ tenê li ser asta çavkanî“ ku jibilî van çavkaniyên pir alî, wê di pileya berjewendiyan de, tu çavkaniyên din, xweşik û zelal nebin, ku roj li dûv rojê bi awayekî gelwazane dikarin mînakên pir û nimûneyên watedar û jîndar di berhevdanên navbera nerîn, ast, rêyalîte û rûxandina peyamên me wisa û wisa û wisa û dîsa jî wisa kir bin.
Di van çavkaniyan de, dikarim ta radeyeke pir biçûk, ku ya herî sereke bû, û ji bo xatirê bihaneyan, ji bo xatirê çanda kurtepîsta Kurdî î navdar, bidim berhev ku xudanên van çavkaniyan xwe di hindek xalên rewanbêjane de wer kiribin, û xumdariya rex û alîgirên partiya xwe kiribin.
Dikarim baş tê bighîjim ku hindek ji wan hest û fûrandina wan ber bi çend hevokên takekes û berjewendiyane ve çû bin.
Lê dawiya dawî çend pêlên bi hêz, dikarin gelek tiştên sivik û bi giyan û bê giyan, di himêza xwe de zeft bikin û bilerzînin, û berhingariya radestkirina pirsên ku bersiv hezir in bike, û agirvejîna wan sêwiyan wisa me ber be xwedî-lêderketineke stûbarane, li ser asta rêyalîte û nepenî, di derûniya me de bilivîne.
Da ku wate, sîma û ravekirina vê fûrandina takekesane ron bikim, dixwazim name, yan jî bi wê alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji zarokên Şingala ku piştî şevên sar û seqem, birçîbûn û bê xwedîtî berpirsyar bibînim.
Jixwe çîroka girz û bobelata Şingalê ne pêwista ku bînim holê û li qelelmê bidim.
Wek ku di malpera Pukmedia de, di 01. 04. 08an de hatiye nivîsandin, ku Hekûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze alîkariya zarokên Şingalê yên ku di bûyera 14. 08. 07an de sêwî mane bike.
Weke tê zanîn berî vê daxwiyaniyê û di gelek hevpeyvîn û hevdîtinên rotînî de hatiye gotin ku alîkrî wê bibe.
Lê tenê ew gotinên wisa giran ber bi bayê ve firiya ne û di çend malper û TViyan de genî bûne, bê ku rahêjin rexek ji rêyalîteyê.
Di berpêşkirina birçîbûna wan zarokan de, Hukûmeta Herêma Kurdistanê di dema ku bûyer rû da, ta daxwiyaniya 01. 04. 08an tenê serê her cangoriyekî bi qasî ku dizanim, 100 dolar, û yê brîndar 50 dolar terxan kiribû.
Jibilî çend diyariyên biçûk û mezin ku dabin yên zengîn û serok-eşîrên Şingalê.
Di heman dem û kambaxiyê de, gelek dergehên riya alîkariyê, li pêşiya hindek rêxistinan asteng kiribûn, bi bihaneya ku pêwiste bi riya wan alîkarî bê kirin.
Belê li vir qet nayê pişguhkirin ku destên Herêma Kurdistanê ta hindek radeyan, nagihêje navçeya Şingalê, û ne bi wî awayê fermî bi wan ve girêdaye „ku ev niha bihaneya zindî ye“.
Li vir qet nayê xemsarkirin ku derdê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vî halê hazir de, ji yên Şingala axa sor û bê petrol pirtir in.
Û dîsa jî tê berbiçavkirin ku rexek ji baweriyê radestî pirsgirêkên herêmê dikim, û hurmeta wan pirsgirêkan ta mala xwedê dikim, ji Kerkûk ta bi Qendîl ve.
Lê aya li gor girzbûn û dengvedana bûyera Şingalê ku ji 100% Kurd in, perçeyek herî biçûk ji mafê wan di wê Kurdewariyê de nebû, ta asteke bi wijdan û bi belge ku ev alîkarî di dema hestyar de, di dema birçîbûnê de, di dema bê mal û ta bê kon jî de, di dema bê derman, aletrîk, av, asayiş û bê xwedî de bê kirin ???
Paş bûyera Şêxan û şûn de, ku em xwe ne xapînin wisa hizirekî tirsnak di mejiyê gelek Êzîdiyan de hatiye çespandin.
Bê guman lihev-gihandina vî hizirî ne wisa jiber xwe ve, û li gor xwesteka xwe ve hatiye afirandin. Nexêr
Ev hizir rojane bi belgeyên pêstirkên ku di nûçeyan de pêşberî me ve tên, û bi efsûnbaziyên xemsariya Desthilata Herêma Kurdistanê, li ser asta berpirsyarî, mixabin tê berpêşkirin.
Bê sed guman ev xirecira tirsnak dikare wisa hesan ji nifşên pêşerojê re, bi çend cankêşiyên pêrgîbûnên reyalîteyan, bê dubarekirin.
Di helkeftina vê derengmayînê de, hindek bîr û boçûn û lixwemukurhatin, dikarin hindek pişgir û paşgirên baweriyê ji nû ve ber bi baweriyê ve bibin, û xwederbirîn û binavkirina derengmayînê, birûxînin..
Dîsa jî bê guman her kes bi alîkariya jêbartinê, lixwemukurhatineke derengmayî jî be, dikare di hindek hel û mercan de wateyeke erênî bi xwe re bîne, ku gelek qonaxên dijwar ku li benda yeke dijwartirbûn, ji mebest û nêrevaniya xwe re bercest bike û çend çeperên berhevdanên neyênî serast bike, ku asta derûnî û bawerî wê para wan ya sereke be, û cihê xwe ji nû ve, di derûnî û di çanda avakirina baweriyê bi-afrîne, herçiqas derengmayî jî be, lê wek nimûne li ba min bidest ket, nemaze ku ev xal wek xaleke erkane ji her kesî re diyar e…

07. 04. 08 Elmaniya