Qedexe û Pêşveçûna Ziman û Wêjeyê

Goran Candan
Wêjeya geş a kurdî, ji bo kurdên li çar aliyên Kurdistanê, ji demên berê ve, kaniya dilgeşî, rindî û ciwaniyê bû.  Ehmedê Xanî li sedsala 16’emîn çîroka du evîndarên bêmiraz, çîroka Mem û Zîn’î bi hunera destanî, bi radeyek wêjeyî ya herî berz honand û her bi vê yekê jî bingeha dîwarê ku tevaya wêjeya kurdî li ser pal dide dahêna.
Bêguman ne tenê Ehmedê Xanî, le belê ji rojgariyên kevin ên mêjûyî ta nuha, gelek nivîsevan û wêjevanên payeberz ên kurdan hebûn. Lê belê Ehmedê Xanî ji nav van hemû nivîsevan û wêjevanan yê herî naskirî û hezkirî ye ji ber destana millî ya kurd, Destana Mem û Zînê.
Yekemîn wêjevanê kurd ê navdar ku berhema wî ya naverok li ser fîlozofiya sûfîtiyê ya bi navê Dîwan ta nuha maye, Melayê Cizîrî (1407-81) ye. Melayê Cizîrî bi berhema xwe ya bi navê Gulzar ya ku ferhengek ji ristan honandî ya kurdî-farisî-erebî hat naskirinê.

Yekemîn nivîsevanê pexşanê yê kurd bi berhema xwe ya antropoljîkî ya Li Ser Adet û Dan û Standinên Kurdan nivîsî bû, wêjevan û nivîsevan Mela Mehmûd-ê Beyazidî (1867-1799) bû.

Berhema li ser mêjûyê kurdan ya herî girîng a bi navê Şerefname, bi pênûsa zanayê esilzadeyê kurd, Şerefxanê Bitlîsî ve, di sedsala 1500’î de hat nivîsînê.

Parek mazin ji wêjevan û hozanvanên mazin ên kurdan, ku li bakurê Kurdistanê jiyane û berhemên xwe li bakurê Kurdistanê nivîsîne, lê belê ta van salên dawiyê jî, li bakurê Kurdistanê, derxistin û belavkirina berhemên kurdî li hêlek bihêlin, peyivtin û nivîsîna bi zimanê kurdî jî hîna qedexe bû.

Ta van salên dawiyê jî, ewrûpî komîte dadimezirandin daku çavdêriyê ji bo serbestiya derxistina berhemên nivîsevanên kurdan li bakurê Kurdistanê bikin. Yek ji van komîteyên navdar, Komîteya Swêdiyan bû.

Heger gava mirov li dîroka hêrişkariyên dewleta tirkiyê dimeyzîne, ev bûyer ji bo me ne ev çend biyanî ye. Heger mirov bibêje ji sala 1923 ku Komara Tirk hatiye damezirandin ta van deh salên dawîn çi berhemên kurdî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ne weşiyane, hema bêje ev gotin pirr nêzî rastiyê ne. Ji sala 1923 vir ve ziman û wêjeya kurdî hatiye qedexe- û krîmînalîzekirin. Wek di navbera 70 salên dirêj de, bi çendî 20 pirtûkên kurdî li Tirkiyê derketine. Ji sala 1925 ta 1980 hejimara wan pirtêkên kurdî kul i Tirkiyê derketine, na gihîjin 20’î jî.

Piştî cûntaya leşkerî sala 1980’yî, bi nêzîkê 10 salan pirtûkek kurdî jî ne weşiya. Piştî gorîkariyên bê tixûb, piştî xwînrijandinan, li destpêka sala 1990’î çend weşan û pirtûkên bi kurdî derketin. Lê belê dawiya revandina nivîsevanan, zindankirin û kuştina wêjevan û rojnamevanên kurdan bi dawî ne dihat. Di navbera salên 1990 ta 1998’an, kurd bi nêzîkê 100 pirtûk û weşanên kurdî derxistin, lê belê ji bo vê jî lîsteya cangoriyên wêjevan û rojnamevanên kurd jî çend qat dirêjtir bû.

Piştî sala 1999’ê piştî şikandina pêla berz a rabûna kurdan, dewleta tirk, kontrol, çewsandin, zor û zexta xwe ya li ser wêjevaniya kurdî êdî girantir û tundtir kir.

Ew Tirkiya ku î roj dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê, xwedî van qanûnên ibretnameyî yên wanî nek u dibêjin: ’Li hevberî wan kesên ku dixwazin bi riya damezirandina înstîtu û kursên zimanî, li nav civakê zimanê kurdî belav bikin û hewlê bidin da ku zimanê kurdî bibe zimanê xwandin û nivîsînê, cezayê qanûnî hene’

Her çend Tirkiye dixwaze xwe bike hevdem, bibe endamê Yekîtiya Ewrûpaya demokrat, dîsan jî li Tirkiyê, li hevberî mafê herî bingehîn ê miroviyê, li hevberî serbestiya hizrî, qanûn li dar in.

Her çend Tirkiye dixwaze xwe bike hevdem, bibe endamê Yekîtiya Ewrûpaya demokrat, dîsan jî li Tirkiyê, rê nîn e ku wêjeya kurdî bi serbestî bijî.

Wan welatên ku ta nuha li ber serbestiya wêjeya kurdî astengên mazin ne derxistine, Ermenistan, Îran û Iraq a Baasî ya Seddam Husênî bûye. Li salên 1970-80’yî li van welatan wêjeya kurdî çap û belav bûye. Li salên 1980’yî derketina bi sedan govar û rojname û weşanên cihêreng ên kurdî, Swêd pêşengê wêjeya kurdî bû li cîhanê.  Nivîsevanên kurd bi destê serokdewletê swêdî dihatin xelatkirin. Ji bo nimûnê, sala 1989’ê,  hozan Şêrko Bêkes bi destê serokdewletê swêdî Îngvar Karlsson’î ve bi xelata Tukholsky ve hat xelatkirin.

Li Swêdê, nifşa nugihayî ya weşangêr û wêjevanên kurdî, bi hezaran roman, çîrok, dîwan, govar û rojnameyên xwe, bi sedan nivîsevan û weşanxaneyên xwe, bersivek baş didan ji  ramyariya asîmîlekirinê ya ku Tirkiye li ser kurdan dikir.

Her wisan jî ev yek dibû kelemek û dipekiya nav çavê Tirkiyê. Loma Tirkiye bi helwêstek dîplomatîk û lobîzan, berê xwe da Swêdê. Loma kurdên Swêdê bi van hewildanên xwe yên kurdîzan, bûn amanca herî pêşî ya dewleta Tirkiyê. Tirkiye her ku dihere li şûna sistkirina qedexeyên li hevberî ziman û wêjeyê, van qedexeyan tundtir dike.

Cih û warê vê nifşa nuh a weşanger û wêjezan ji bo têkoşîna bi destvehanîna azadî û mafên mirovan bêhevpa ye. Ew biryardarî û nebeziya van wêjevanên, nivîsevan, hozanvan, rojnamevan û weşangêran hêjayê piştgiriyê ye. Piraniya mijar û babeta van berhemên van wêjevanên têkoşer, li ser mêjû, serbestî û pêşveçûna wêjeya kurdî, li ser azadî û mafê mirovane yên kurdan in. Mijara li ser têkoşîna li hevberî zext û zora neyarane yên 80 salan û li ser serbestî azadiyê ne.

Van nivîsevanên ji vê nifşa nuh, li ser rewşa van gelên li welatên li hawîrdorên Firat û Dîclê dinvîsin. Li ser ew rewşa diltezînî ya kurdan. Bi sedan sal in ku ew di bin zext û zorê de mane. Welatê wan ji destê wan hatiye standin û dewlemendiya wan tev hatiye talankirin. Azadî û mafê wan ê herî bingehîn hatiye binpê kirin. Çanda wan hatiye dizîn û herifandin. Ta ku zimanê wan jî hatiye qedexekirin.

Loma berhemên van nivîsevanên nûhatî, gaziyek e ji cerga van milletên bindestkirî li dergûşa şaristaniyê. Ew şaristaniya ku wek du ruyê medalyayê ye. Ruyek geş û ruyê din jî kirêt e. Ev wêjevan ew ruyê geş ê medalyê û zext, zor, talana û şikencekariya tirkan jî ew ruyê kirêt ê medalyê ye.

Gava van wêjevanên nifşê nuhatî ji bo çalakiyên xwe yên çandî, ji hêla welatên ewrûpî ve dihêne xelatkirin, nijadperestên tirkan yekcar çavsor dibin. Gava van wêjevanên nûhatî, piştgiriyek biçûk jî diwergirin, yekser çerxa dezgeh û lobîzanên Tirkiyê dest bi gerê dike û dixwaze bi vebirî pêşî li ber pêşketinek çandî yan ramyariya kurdan bigre.

Kurd bi ew toreya xwe ya tund a devkî, wêje û çanda xwe zindî girtiye. Dengbêjên wan ji bo toreya devkî zindî li ser pê bigirin, xwedî ciyek taybetmend in. Van çîrokbêjên hezkirî, berhemên xwe yên devkî bi helbestkî dihonin.

Têkoşîna ji bo parastin û jiyandina zimanê kurdî piştî ku dewleta tirk sala 1923 kurdî qedexe kir, xurttir bûye. Hîna li destpêka sala 1930’yî, her du kurên naskirî yê Mîr Bedir Xan, Kamûran û Celadet, bi xebatek pêşengane, ji bo parastin û geşkirina zimanê kurdî çalakiyên wêjevaniyê kirin. Van her du têkoşerên wêjevan, mixabin ku xebatên xwe li derveyî welêt, li Ewrûpa û Rohilata Navîn dikirin û loma berhemên wan pirr kêm digeha nav xelkê. Ev jî ji ber vê yekê bû ku qedexeya li ser bi karhanîna zimanê kurdî cezayê kuştinê bi xwe re dihanî. Qedexeyên dewleta tirk a li ser pêşveçûna ziman û wêjeya kurdî encamek welê xirap derhanî li ser kurdên bakur.  Ev yek bû sedema derengmayina derhatina zimanek standard a kurdî.

Piraniya kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê ne wergirtine. Di encama vê de, jiyana rojane de jî zimanê tirkî serdestiyê kiriye. Parek mazin ji kurdan bûn tirkîaxêv (turkofon).  Ev yek ta roja îroyîn jî gelşek mazin a civaka kurdan e. Gelek nivîsevan û rewşenbîrên kurdan bi zimanê serdest diaxifin û berhemên wêjeyî bi van zimanan diafirînin.

Ev ne pirsek welê hêsan e. Ji lew re bêyî perwerdebûnek bingehîn a bi zimanê zikmakî, nivîsevan yan rewşenbîr çendîn bi kûrahî jî rewşenbîr be, çendîn wêjevanê zîrek jî be, ni kare van gelşên zimanevanî bi hêsanî çareser bike. Ji lew re ev gelş, xwedî reh û kokek kûr a ji domana asîmîlebûnê ye. Domana asîmîlebûna civakî-siyasî, çandî-mêjûyî ye. Roja ku ew nifşa rewşenbîr ku xwedî perwerdeya bi zimanê zikmakî ye were qadê, ew roj ev êşa zimanevanî ji binî çareser dibe.

Li hevber van dijwariyan, dîsan jî li warê zimanê kurdî nûbûnek xwe nîşanê me dide. Bervacîyê vê axiftin, nemafiyek mazin e. Di warê wêjeya kurdî de ev nûbûn xwe êdî xurtir nîşanî me dide. Kurdiyek dewlemend û spehî raberî xwendevanan dibe û xwendevan jî li ber ciwanî û spehîbûna hunerî ya zimanevanî dilgerm û sermest dibin.

Ya girîng ew e ku li hevberî van tund û tûjiyan, nivîsevanên kurd hene, ku li tevaya war û mijarên cihêreng ên komelgehê, bi kurdî dinivisînin û tevaya komelgeha kurdî dikarin xwe di van niviştên rengîn de bibînin.

Ji lew re kurd xwedî hêjayiyek taybetmend in: Kurdistan – dergûşa şaristaniyê.

Tebînî: Goran Candan rêvebirê Sazendeya (weqfa) Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî ye.

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…