Biryara tevgera me ne pir bi dilê min bû jî

  Dr. Ebdilmecît Şêxo

Bê pêşgotin û serdorên kin yan dirêj, piştî ku sê ciwanên Kurd li kolaneke sengera berxwedanê, Qamîşloka kurdistanî bi destên karmendên dewleta nijadperest di roja 20.03. 2008 de hatin pakrewankirin. Piraniya partiyên tevgera me ya azadîxaz 1-Eniya dêmokrat ya kurd li Sûriyê.2-Hevbendiya dêmokrat ya Kurd li Sûriyê .3-Komîta hevgirêdana kurdî. 4-Partiya dêmokrata  kurdî -sûrî  yekser di vê rojê de daxûyaniyek
bi zimanê erebî weşandin .
Ewanan di vê daxûyaniyê de bi tundî destlatên Sûriyê bi  van hêrişên hovane tawanbar dikin, herweha jî tevgera me ji raya giştî û ji rêjîma şoven re rastrast dibêje;  ” Eger çiqas qorbanî pir bin, gelê Kurd û bizava wê ya siyasî di berevaniya mafên netewî yên gelê Kurd de bi hemû alav û şêwazên dêmokratiyê dê berdewam bikin. Eger çiqas ji gelê me bi destên destladarên Sûriyê jî pir werin kujtin,  gelê me natirse, ewê bi pîdarî berevaniya doza xwe ya dadmend bike …”. Lê beriya ku tevgera me van gotinên jorîn û zor watedar ji me, ji cîhana dêmokrat û siyasî re bêje; ewê ji gelê xwe re got; ”  Em mîna protêstekê li dijî vê tawanbariya qirêj, rewşa şînîya gelemperî radighînin û em îsal cejna NEWROZ ê  li hemû herêmên Sûriyê û li dervayî welêt nakin .”
Ez jî mîna pir kesayetiyên  rewşenbîr û siyasetmedarên serbixwe û ne serbixwe bi du çavên vekirî li van helwest û biryaran temaşe dikim. Tevgera me li aliyekî dibêje;  gelê Kurd û tevgera xwe dê têkoşînê bi hemû awayên dêmokrat  berdewam bikin, ewanan ji dayina qorbaniyan natirsin. Di baweriya min de,  ev nirînan dê gelek cihên pesnê bana, û ewanan dê wek helwestên şehnazî û dîrokî di eniya tevgera me de bihatana çespandin, eger tevgera me evan nirînên jorîn bi ahengên NEWROZÊ li hemû herêmên Kurdistana Rojava, li hemû herêmên Sûriyê û li dervayî welêt bixemilandana û bi agirên  NEWROZÊ çakoçên  KAWAYAN avdana.
 Pir mixabin tevgera me bê ku ji gelê xwe re sedemên çênekirin yan ne lidarxistina  çejna NEWROZÊ zelal bike, bê ku ewa di gotareke din yan di daxûyaniyek din de ji gelê xwe re ronî bike;1- kanî ji bo çi pêwîste Newroz netê kirin ? 2- Kanî zirar û ziyan çi ne ? 3-  Ma gelo kî pirtir sudan ji vê biryara me werdigre, gelê Kurd ? yan rêjîma Bes? 4- Ma gelo, eva biryara armanca destlatên Sûriyê pêk nîne ??  Û bersivên  hin pirsên din pir pêwîste werin dayin.
Lê ez jî di vê nirînê de me ku destlata Sûriyê bi mebesta çavtirsandinê, xûna sê xortên me li ber agirên mûman rijandin, ta ku tevgera me sed û pêncî hesabî ji xwe re bike û gavekê pêş de û du gavan di paş da bavêje û bi vî rengî hêz û vîna tevgera me sist bike. Dewleta Sûriyê û dezgehên parastinê bi girtin û lêdanan ezmûnan bi tevger û gelê me dike, ezmûna herî mezin, lêdan û kujtina Kurdan di 12 avdara 2004 an de bû.Gelê Kurd li hemû herêmên Kurdistana Rojava û li dervayî welêt raperîn û pirotêst kirin, dengê xwe li dijî Dehakên sedsalên bîst û yekê bilind kir.Lê dîsan mixabin tevgera me ji ber jarbûna xwe nikanî bû vîna gelê Kurd baş derbibiriya û dengê gelê me ji sernûva nizim bû . Eger çiqas  Kurdistana azad pêşdikeve, eger çiqas helwestên serkirdayetiya herêma Kurdistanê der mafên gelê Kurd li her sê beşên din bi erênî têtin diyarkirin, ewqas destlatdarên nijadperst li Sûriyê ji şiyarbûna  gelê Kurd li Sûriyê ditrisin, lewra jî ewanan dê herdem çavên tevgera me, çavên gelê me bi hêrişên xwe yên dirinde bitirsînin. Tevgera me bi vê biryarê bi xwe waneyek kêrhatî daye destlatên Sûriyê,  ji ber wê jî, rêjîma Sûriyê niha zane ku çawa bizava me li Sûriyê biçerçewîne, ewa niha zane ku çawa çalakiyên  partiyên me kêmtir bike û ji wan re sînoran dîne.
Dibe ku tevgera me ji xwe re hin pîvanên siyasî kiribin û gotibe; eger me Newroza xwe mîna berê li herêmên Kurdistanê, li herêmên Sûriyê kiriba, dê wê hîngê Erebên herêman bi alîkariya dewltê hêrîşî me kiribana û dê tevgera me jî nikanîba di bin vî barî de raba..  Eger em bêjin, ev texmîna rast be; ma gelo dîsan rast e ku em nehêlibin ku gelê me Newroza xwe bike ? Eger dewleta Sûriyê her sal beriya Newrozê yan di roja Newrozê de li kolanekê  pênc û şeş Kurdên me bikuje, ma gelo emê dîsan Newrozê nekin ? Ma gelo rêjeya Ereban li herêmên me çiqas in ? Kê gotiye ku ewanan dê li her derekê kanibin hêrişî gelê me bikin ? Eger em ji hêrişên Erebên şovînîst  ditirisin, ma gelo li welatên ewropî jî peyrewên rêjîma Bes xurt in ?
Ma gelo Ragîhandina Şamê di vê derbarê dê bê deng bimîne ? Rêxistinên mirovane û dewletên cîhanê  dê bêdeng bimînin?  37 melyonên  Kurd dê li dijî hêrişên Sûriyê  bê deng bimînin ? Ma gelo Sûriyê niha ji vê yekê pir amede ye ? Çima em weha jî texmîn nakin û nabêjin; “Eger mişk axê dikule, li nav çavên xwe dike .” yanê belkî zordariya dewltê di vê demê de li Ereb û Kurdan bibe  sedema  pêkanîna dêmokratiyê ?
Ez jî dibînim baş e ku tevgera me bi hişmendî û bi pilanên hunerî gavên xwe di hundir welatê Sûriyê de bavêje, lê pirsa min  ev e; ma kîjan  helwesta pirtir hişmendî û pîvayî ye ?   Ta niha ez di vê baweriyê de me ku eger tevgera me di 21 avdarê de   zemawenda pakrewanan bikira û cejna Newrozê jî bi awayên şaristane bi amedebûna  Erebên dêmokratîxwaz pîroz bikira, dê rastir ba û ev helwesta dê wateya berxwedanê û xweragiriyê pirtir bida nîşankirin û pilanên rêjîma Bes beravêtî biba
Li dawiyê ez dixwazim  bi riya van  çend gotinan  pirs û vepirsînan  ji tevgera me û ji layengirên biryara tevgerê bikim, mebesta  min tenê nasîn û zanîna rastiyê ye û hezar silav li giyanên pakrewanên Kurdistanê

  25.03.2008  .
  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…