Çi zû û çi dereng.. çi ye?

  Tengezarê Marînî

Ma dereng e ku bêriya te bikim, bêriya wan demên xweş, gava me bi behwerî, maç li pey maç dida hev, li wir evîn li ser bayekî hevînê hênik xwe radabû? Niha dereng e, berbibaketin, hêsan, şêt,  hestên min î nenas, nemukurhatin, tu, ez û evîna…

Carekê zelal bûbû, keçikên bi spehîtiya spêda te, dîn in. Dêmên te, çavên te, kenê te, hemî rengê suruşta ciwan in, demên bi te re xîveta belatînkên xeyalên min, dixwazim li nik te bim. Herdû destên xwe li te bialînim, mîna ez li armancgeha xewna xwe bim, tu, evîna te , bizane, ji te hez dikim.
Bi savayîya zarokane, herdem xwê, herdem birîn dubare, tu dilê min parpar dikî,
xwîn diherrike, ji ber te,
veçiriya,
qetiya.
Tu hest nakî, tu çingalekî li ser dideynî.
Birame, xweşiyê bo te çêdike, birame,
tu wisa dixwazî, lê ne wisa ye.
te got, naxwazim te biazirînim.
Tu çima wisa dikî?
Dîwarê li derdora min bilind e,
  min xwe bo te pirr vekiribû,
min dilê xwe diyarî te kiribû,
behwerî bi te anîbû.
Niho.. şûşa dilê min şikest,
henasên min neman.
Berbi paş de dizîvirim,
naxwazim hest bi birînan bikim,
nema dikarim, nema dikarim û ji te jî.
Dereng e! min pir şaşî kirin… dereng!
Min hizir nekiribû… hestên min li vir bûn, têgehiştî.
Birîndar im- hizra demjimêrên buhurî dikim. Bi kû ve çûn? Weha xweş bû…! tênagihim! nikarim! ez bixwazim jî neşêm… têbigehim!
Dixwazim te ji bîr bikim! Belê hizra te dikim.  
Ez xwe wisa vala hest dikim…
ji te hez dikim!!!
Tenê rêçek heye, ya te lê bibînim. Na, min rêçeke din dît. Asîman dûr diyar e û em neşên bigihinê. Teqez, berovajî wê, tu û ez. Em, di agir, qeşem û mirinê re de silav in. Kî behwer dikir? Me êş dît, perîşanî hilmand û dilê min…?!
Te zingilê xwîna min li dergehê dilê xwe nekir mêvan.
Mîna ba, evîn weha be, weha bêden, wisa pak û weha kovî!
Tîra wê, agah li xwe hebe, tu şaş nebî û li te nekeve!
Mîna ba, xedar e,
ji hinan re zelal e, ji hinan re çirav.
agah li hingavê xwe hebe,
eger na, çareseriyeke xerab e.
Dixwazim yekê tenê bo te bibêjim,
gazina li pey evîna winda neke,

Mîna ba, evîn e, diçe û tê? Çima ?
-Evîn helbest e
komgora hesta ye?
Eger
ne tu û ne ez gunehkar bin, dê çi bibe?
Dê çi bibe, eger evîn ne peyva ferhengan be!
û ba atmosfêrek be!

Hest bi bayî dikim.
Çima min sar dikî?
Giyanê min şikestî, li her deverê reş.
Asîman tirsnak, ewrên sipî û guneh, nekûriya jînê, naxwaz im binasim
Her roj wê teqz dikim, dema dipirsim
 ….dema xwe dixapênim

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….