Mihemedê Seyid Husên
Gelî keç û xortên hêja di awira min de çêye ku mirov di gelaxavtinê de, rê bide hev û xirecira rij, kelê û bêwate di gotebêjê de meke, çaktire ku mirov bi sîngfirehî lihev guhdarî bike, û bela yek ji me bersiva xwe li gora bejna birînê bide û bi çaksazî peyv li ser peyvê ava bike, ca naxwe ku em bêtirê şevan li vê odekê lihev dicivin

û mebesta me ya serete jê ewe ku li berbata Qamişlo, ji rojholat û rojavayî bajêr ve, nemaze ji êvara 12 ê avdarê ve, mirin ango şehîdketin li bêtirê bajarên Kurdên rojava li Sûriyê, bihev re vekolînin û şirove bikin, lê berya ku gotina xwe di vî zeviyê giring de bibêjim. dixwazim tiştekî balkêş, pêwîst û pir gerektir, nemaze ku mîna nan û avê û sura bayê hênik bibîr bînim, bêtir ji bo ku sinc, nîhad û derûniya xwe di xwendin û nîvisandinê de aram bi nivînim, û bi taybetî ji bo.?
1- ziman xwînê di şahdamarên laş de xweştir di gerîne, rûmeta netewheziyê, kurdperweriyê bi hêrs û huner di giyanê afirendyar de di livîne.
2- Dîroka bîranînê saxlem dike û yadîgarên xawer û kefteleftên jankêş dirustir di fûrîne.
3- Ji bîrbûn jî her daneke pîroze û piyariyeke bê hempa ye nayêt buhakirin, dêmekî xwerista sermedî ji gel xwe behremî mirovaniyê kiri ye, û her em tev mane tovê mirinê.
Û her ezê di vê bafîkê de derî li ber mijara mirinê ango ya şehîdketinê vekirî bihêlim, û di awireke cuda de liber xwendevanê xoşewîst raxînim, bivê-nevê yek caran sîperên mirinê li deriyê bîranînên mirov dixînin, nemaze di koçkirina xoşewîstekî de, di ketina şehîdekî de, dîsanê lixêvên mirinê hest û agadariyên mirov di xuricînin, hinga ezîtî û tenahezî guhê xwe miç dike, û dihêle ku mirov li gora zanîn û hokeriya kesanetiya xwe berpaktir bi parêze, û di encamê de ezweriyên her mirovekî bîryar û dûrbîn, bi taybetî ku yasayên xweristê çak nasbike, careke din her hêvîyare ku heval û hogir, xizm û dostên wî di civaka tuxm û nîjadên wî de, piştî koçkirina wî dê bibêjin û bibilînin û keserên kûr pêre bi kişînin, pirdaxe, ku mirovekî nestêle û bê hempa bû, reha ne ji kîs xizm û malbata xwe çû, lêbelê ji kîs milet, welat û kêşeya gelê xwe ya evra çû, ji kîs tevgera siyasî, cîhana ronakbîrî, nemaze ku berhemên wî yên jê mayî jêre xweş dîdar û navnîşanin, bi taybetî çaxê ku li ser refikên pirtûkxaneyan navnîşanên wan her gav bi çavên temaşevanan re di gernijin, û her çax li bîranînên xwendevanan di jenin, û mirov her dimîne peyrewiyê wê pênûsa çalak, nemaze ku di pêvajoya çand û wêjeya kurdistanî de, ya ku par û pişkeke sûdwer, xawer û pêşeng di eniya tekoşîn û berxwedana dadwer de, mîna bizavêrekî yekta ku hevparî şîn û şahiyên gelê xwe li gel mirovaniyeke aza dibû, û xwezka bi dilê wî mirovî nemaze ku milet li vê radeyê jê xweş be, bê guman evya daxwaznameya çi kesê ku fermana mirinê baş nasdike û biser ve pesn û sedemên navdariya her mirovî zana, qehreman û dûrbîn, welatparêz û gelperwer, tev yên gend, hov û bêhode jî piştî mirinê ne.
Îca emê dîsanê li Qamişloka şîndar mijara gelaxavtina xwe vegerin, bajarê ku di encama pîlaneke şevnivistî û xwîndar de birreke nemirên ciwan gihandin karwanê pakrewanên hemî bajar, gund û navçeyên Kurdistanê, ca em dê li rojhilat û rojavayî wê baş meyze bikin, bi taybetî wî dîmenê hestiyar, helbestyane û yadîgarên destane bi axivînin, û tucarî jibîr nekin, nemaze dema ku ji Qamişlo kilora rokê lipaş keleha Mêrdîna xopan di hetavên sor û zer de diçê ava, hingê jiyan li ser piyan di raweste nemaze ku rok mîna balendekî ji êgir di çeyisîne û ronahiyeke kulkezêrînî û hemereng li ber xatirxwestinê di weşîne, zindewarên bej û avî, kedî û dirinde, hemî cûreyên firindeyan ji keda rojê vedigeriyan lûsên xwe, hêdî hêdî di hetavên zerdele de ji jora kumbetên çiyan, minareyên Mizgeftan, xaçên ser qubikên Dêran, guliyên dara sipîndarê silava dawiya rojê dide, û berve xwar de hino hino ji ber çavên bîneran dikete nihêniyên yasayên xweristiyane û gerdûnî, roj, meh, sal û demsalan, jiyan û mirinê tev temenê me di ser hev re di qulipîne, û pêre jî sîka taristanê mîna teyrê Sîmir Qamişlo vedigire, û tîna germayê ji ber di reviya û beroj û zinar, pesar, deşt û evrazên çiyarêzan bi pêlewazên şayenî di ketin pêşwaziya sîtavên hênkayê.
Her wiha dema ku rok di qolincên zayîna rojeke nûder de ji rojhilatê Qamişlo, ji paş çiyayê bagokê û cûdî berve jor de xwe radikişîne, mîna sêleke sor pêvepê bi asîman ve dihate helawêstin, tîrêjên xwe mîna avdeyên tevna heftrengî diavête ser rûyê xalîçeya xwerista dîlber, ya xunavgirtî û bi keskesoran di xemiland, û bi dizî di berbanga wê şeva qar de peya bûye, û Qamişloka ciwan bûka Cezîrê ya serbixêlî dinava buhara rengîn de di ayisîne.
Pirê caran min û hevalên xwe ge ji jora silûmê Bedenê raberî bajarê hevalcemikê Qamişlo (Nisêbînê) û ge jî ji serê sirtê pişta Hilêlîkê û carina ji ser banê mala me, me li zayîna rokê seyr dikir helbetî digel rojeke nû de û jiyaneke nûtir bi sarya sibehê re ji nû ve dikete liv û tevgerê, ji nû ve yadiyên ciwaniyê, xewn û nîgaşên sawêrgirtî û pêşbîniyên dîmarî di asoyên matmayî de, di tarawgehên bê perav de, li gel razên bê çarçuve di eniya berbatên bê dîrok de, dîmenekî bihuştyane, çav, hest, û agadariyên mirov li ber velerzîna libakirina bejn û bala Qamişlo, di sergerdanê de mat û tavilî diman.
Lê pir daxe ku îro ciwanên wê ji destê bê karî û sitemkariya rêjîma totalîtarî, ji ber zixt û zewrên şofonîzma regezperest, ji ber astengî, rex û rê girtinê û divayên jiyanê, bêhavil ketine sirgûn û revendiyê, û ji naçarî pişta xwe dane cîgehê zayîna xwe, û bi torfelaqî xwe tavêjin nêv pêlên Gever û Derya, her wekî neçar di kevin nava lepên kose û berkoseyên bazirganiya mirovan, ewên bê sinc û rewiştên mirovanî, bê mixdure, tumakuj û qander, her wekî li ber peravn mişext û penaberan erzan dikirin û difiroşin, û Qamişloka evînê di nêv rûpelê nixumî de bi hêsran dîroka bihur û êşa kulneder di nîvisîne, û li ser herdû baskên çemê Ceqceqê ziwa û xembar keser li dûv keserê kûr dikişîne, û her ji bo wan dimîne yadiyeke xîn û xawer, xewnên kamîran û xwezaneyên giranbuha pê dibînin, her wiha di wê sirgûna bêganeyî de salên vegerê di helkehelka jiyanê de, û di kelkela bendemana giryana hevdîtinekê de rojan dijmêrin.
Mihemedê Seyid Husên……Qamişlo… buhara 2004 an