Pirsgirêka kurdî piştî 4 saliya serhildanê!!!


 
Dr.Zara Brahîm

Bêguman guhertinên van salên dawî, bandoreke xwey erênî hebû li ser rewşa hin netewên rojhilata navîn û bi taybet gelê kurd jî pişka wî di nav de hebû û sûde ji berjewendiyên welatê mezin girtin û cihekî xwe çêkirin di hundirê vê pêvejoyê de.
 Gava em bi axifin li ser beşê rojavayê Kurdistan, pêwîste em serhildana 12 Adarê bênin zimên û li ser rawestin, ji ber ku ew rada û gava herî mezin bû ji xuyakirina pirsgirêka kurdî bi wê şêwaza xurt û berz di dîroka gelê kurd de li Sûriyê, loma ev radeya bilind vedigerê wê comerdî û qurbaniyên wan rojên pîroz ji xebata gelê kurd li vî beşî de. 

Her kes dizanê ku miletê kurd di vê serhildanê de nemerdî nekir, hemû beşdarî gernasiyê bûn û yekîtiya kurdî diyarkirin di rojên teng de, lê li aliyê din bizava siyasî kurdî ne dûr bû ji van bûyeran û ji nişkê ve xwe dît dinav vê Tsonamiyê de, tevî ku ew ne amade bû ji vê avjeniyê re, lê wan xwe pêve gihand û serkêşiya rojên pêşî kirin û berpirsiyar bûn li pêş gel ta radeyeke baş, lê çima ev pêvejo berdewam nebû??
Bi rastî ev gava mezinî-pêlewanî di vê rojê de, tu carî ne ketibû roznema tevgera kurdî de û ne di xewna de jî bû( lê bû rastiyek), pilan û programên tevgerê ne amade bûn ji van bûyerên mezin re, lewre zabûneke ne xuristî bû ji rexê bizavê ve. Îro roj gava em vê rewşê bixin bin lêkolînê de, em dê zanibin bê çima bizava me vegerihaye wê qunaxa berî serhildanê, tevî ku dengvedana pirsa kurdî bi gelekî xuyatire ji rewşa bizavê, û wê nikarîbû xwe biguherê di van her çar salên dawî de û xwe li gor astê wê dengvedanê( bi kêmanî ), bi pêş ve herê û lêvegerekê ji xwere çêbike û li ser kar û kêmasiyê xwe rawestê.
  Raştina barê netewî-siyasî, erkekî pir bilind û girane, pêwîste ku partiyên kurdî li ser vî tiştî agahdarbin û li gor vê berpirsiyariyê bin, nemaze di vê dema nû de ku her tişt li ser bingiha zanînê tê avakirin û pilan û stratîcî ji paşerojê re tên danîn. Loma ku ji bizava kurdî tê xwestin ku li gor demê be, û li gor daxwaza miletê xwe be, û berî her tiştî pêwîste ku ew hemû jî xwedî xwendinek siyasî zelal bin ji bo daxwazên serekî ji pirsgirêka kurdî di Sûriyê de( tevlî hemû texlîtên partî û cudabûna wan jihev), çend xal û daxwaz hene ku em hemû xwedî rayekê bin li ser wan û pey wêre bere çend rengê partiyan jî hebê nabe problêmek mezin. Yekîtî pêwîstiyek giringe di roja îro de eger em bixuazin pirsa netewî kurdî pêş bixin û sûde bigrin ji van rewşên nû û pare me jî hebe dinav destkevtiyên demên ku tên de ta ku em poşman nebin li ser van fersende.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…