Bi amadebûna bêtir ji 230 kesî li Mîrgeha Şarîqa, Revenda Kurdî bi serkeftin hilbijartinên xwe pêk anîn. Hem jî nûnerên xwe yên ko bi rast û ronî karên vê revendê pêş ve bibin, hatin bijartin.
Doh 2/5/2008 li Mîrgehên Erebî ên Yekbûyî Revenda Kurdî komcivîna xwe lidarxist.
Piştî hewldanên gelek roj, ji bo lihevkirina revendê û bi alîkariya gelek kesên xêrxwaz, Revenda kurdî li hev civiya û bi şêweyekî şaristanî, ji bo amadekariya hilbijartinan, yên ko karibin rajeya revendê li Mîrgehên Erebî bikin. Bi azadî û bê durûtî hem bê dudilî gelek kesan xwe dane pêş rajeya gelê xwe.
Em vê gava giring pir bi rêz û rûmet dinirxînin, çimkî karekî ko merov serê xwe ji ber bilind bike bû.
Di encamên hilbijartinê de ev kesana li gora dengdanê hatin bijartin:
Endamên sereke
1- Kemal Ehmed (Diploma Bilind Ekonomîk)
2- Xorşîd Şûzî (Lisans Matmatîk)
3- Hesen Xalib (Diploma Tenduristî)
4- Ebdulwehab Mustefa ( Peymangeha Tiknolojî)
5- Mus’eb Xalid Elî (Bekelorya)
6- Elî Mihemed Elîyar ( Diplom)
7- Hac Arif Remedan ( Majistêra Pêwendiyên Navnetewî)
8- Mihemed Salih (Avokat)
9- Fayiz Hec Yûsif (Bekelorya)
10- cum’a E’kaş (Rojnamevan)
11- Fewda Kîlanî (Lîsansa Toreyî)
Endamên berkar
1- Reşad Silêman
2- Ebdulselam Mihemed
3- Ebdulkerîm Yûsif
4- ………………….
Encûmena Şêwirdar
1- Reşad Silêman
2- Muxtar Ehmedî
3- Mihemed Elî
4- Ebdulbaqî Mehmûd
5- Serdar Hac Xalid