Xemgînê Remo
Dema zikê zemîn peqîya
Û sirûda ar-vejanê destpêkir
Çîyayên welatê min
Jê afirîn ….
Dema ewrê yekemîn
Pêsîrê xwe givaştin
Û barana jîyanê barîya
Sirûda ciwanî yê
Li mêrg û çîmenê welatê min
Detpê kir …
Dema ku mirov hîn kerî bûn
Û şênîyên daristana bûn
Miletê min nan afirand
Û şaristanî ya wî
Li kohênZ agroz û Ttoroz
Dest pê kiribû …
Dema kerî bûn wek miletan
Û pût û lat diparastin
Miletê min
Xweda yê şev û rojê
Afirandibû …
Dema û dem çûn û hatin
Welatê min
Serbest û zengîn
Miletê min
Dilşad û geşbîn
Û dema miletê min
Berê xwe da toza biyabana
Û kevirê reş
Dem çep gerîya
Ji hingê were
Miletê min şêt û dîn
Xelkê zimanê wî jî ji dev
Hilkişan din
Û zimanê xwe bi zorê
Di dev de çandin
Û hîn jî miletê min
Xewar û xemgîn
Hejar û sêwîn …..