Careke din lome ji Tevgerê!!

  NEWROZ *

Li Newroza îsal, li şeva 20.3.2008an, dîsa nijadperestan qirêja serê wan yê genî bêhin dan, û xwîna merovên Kurd li Qamîşloka jiyandar rijandin. Tevahiya partiyên Tevgera Kurd li Sûryê di daxuyaniyeke hevbeş de, ji gelê Kurd li Sûryê xwastin, ku ahengên cejna Newrozê lidar nexin û reşiya pakrewanan girêdin.

Li ber roniya wê biryarê, ji bilî PKK/PYD, komîteyên çalakiyên Newrozê, li hemî navçeyên Kurdî li Sûryê amadekariyên xwe rawestandin û bê aheng û şahî derbas bû.
Lê belê, ew biryara Tevgerê ji hêla lawên gelê Kurd ve, bê helwestên têvel, gengeşe û lomeyên tûj jî derbas nebû. Hemî tofên gelê me, ji şivan û cotariyan de bigre û di ba xwendevanan re derkeve, di nav wan axaftinan de geriyan û helwestên têvel xuyan kirin.
Pirs li her derekê mîna hev bûn, yên giringtir jî ev bûn: Biryara Tevgerê rast bû lê şaş  bû? Gereke Newroz biba lê na? Rêberên partiyan di standina biryarê de bi kê şêwirîn? Ma kesî ji wan re negotibe Newrozê mekin!? Vehesa Kê ji biryarê hat, milet lê dewlet? Guman tuneye, ku hersal dewlet karekî wilo çepel bike û bi demê re Newroza me ji holê rake? Û H.W.D
Jixwe her pirsekê şax jî jê dikşên û gotinên çepûrast li derbarê sedemên standina biryarê û kesên li ser îmze kirine jî dibûn.
Bi rastî jî, çiqasî mirov xwe hişmend û bêlan bike û xwe ji rêberên partiyan re mirûd bibîne, ew nikare xwe ji ber wan pirsên mafdar û rewa bide alî. Ji ber ku ew di serê piraniya gelê me de hildida     
Lewre ne gengaz e, ne jî ji siyaset û hişmendiye egerên rêberên partiyên me guhdarî gelê xwe nekin û xwe ji ber bersivan bidin alî. Emê di van çend rêzan de, li bersiva pirsek din jî bigerin, ew jî ew e: Gerek ji ber çi sedeman, em karibin mehrecana Newrozê rawestînin? Ez guman dikim, ku ev pirs dê ya herî bingehîn be û bersiva wê, dê bersivên gelek pirsên din Bide.Tevî ku, ta niha bûye çend car ku, ahengên Newrozê tên rawestandin. Lê belê, tu partî, tu rêxistin û hêzên Siyasî yên Kurd li Sûryê, bi şêweyekî berpirsane li ser rewşên ku, kanibin şahiyên Newrozê biskinînin, ranewstine. Em tev dizanin, ku, gelek cejin û boneyên gelê Kurd hene, lê roja îro, Newroz li ba gelê Kurd, bûye cejna gelêrî û netewî û ya herî gewre jî. Gel bi zorê û bi xwîna ciwanemergên xwe Newroza xwe vejandiye û diparêze. Ji ber wê jî, gava ku ew ji bo armancên siyasî yên teng û biçûk, yan qezencên partiyane, yan kesane were bikaranîn û ji hêla siyastvana ve dakeve mêzîna kar û zirareke ne hêja, ew tirsek îjdil li ba cemawerê Kurd peyda dike, û bi çavê gumanê li biryarên lezok û gumandar tê nêrîn, û gelê me bi îjdilî li sedeman dipirse û paş wan vedide. Netenê wilo, rewşeke nakokiyê jî di navbera herdu aliyan, gel û partiyên Kurd de, peyda dibe û rêzdariya biryarên partiyan û tevahiya tevgerê dadigere. Ev jî tiştekî zor bivehe, ji ber ku hêz û nirxdariya Tevgerê ji nav gel tê. Û eger dilsozî û bawerî di nav herdu aliyan de lawaz bibe, doza gelê Kurd ziyanê dê bibîne û helwesta dijminên azadiyê xurt dike. Ev rewş, û pirsgirêkên ku, ji biryarên rawestandina ahengên Newrozê peyda dibin,  pêwîst dike, ku rêbertiyên Partî û Tevgera me ya siyasî, bi awakî diyar û xebatkarane li derbarî pirsa Newrozê rawestin û hîmên bingehîn ji lidarxistinê û lidarnexistina mehrecanên wê re nas bikin. Zor pêwîst e, ku sedem û pêwîstiyên sereke û navnîşanên qaling ji rawstandina wê re werin naskirin. Ji ber ku, gava ku , ew eger werin diyarkirin, biryarên şaş dê pir hindik bibin, û hemî hêzên me yên Siyasî û li serê hemiyan cemawerê me, dê bi biryarên tvegera xwe bawer bibin û pê bikin.
—-

* Hejmar (79) Nîsan 2008 z-2620 k

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…