QAMIŞLOKA SEYDAYÊ PAKREWANAN

Siyamend Brahîm

Dipirsim ez bê keskayiya jiyanê bi çi rengî derbasî şaneşîna Qamişloyê  bûye؟
Qamişlo bi  serfiazî radihêje mistek ji axa gora te ya pîroz û bi mizgîniyên sibehên xewnedar dipêçe
hey bajarê  di şaneşîna wejd û furaqê de vehesiyayî
hey bajarê li peravê Cexcexê birîndar veziliyayî
hey bajarê ku kevza rojan   li ser singa te xilmaş bûyî

hey bajarê stêrên geşbûnê li asmanên wê xwe digevizînin
li asoyên matbûna sed salan radizên
xewn xilmaş bûn
kovanên sînorên bê sênor qetiyan
razên xwe wê ji kê re şirove bikin
kurdunde ne
wekî gulekê bi bêzariya êşa Mem û Zînê pêçaye
raweste Şêxê min
sêla ziwabûna deverên (Qmişloka) rengîn
te bi canê xwe yê keskîn  raxist
keskayiyeke ji keviyên valahiya têkçûna lehengê baweriyê rizgar nabe
gelo kî bû ji karwanên windabûnê re dibû ronîdar
Kîye  siwarê sile[ siwarê   ji rokê re
afsanên lehengiyê li ser rûpelên mertalên polakirî rist dike
kurdo ji pey çiya tu war te naparêzî
tu li ku yî?
vame ezim Kawayê sînorê taristanan vedimirînim
kî ye ku  bi nenûkên xwe radhê jî perda êşê
û li seranserî gerdûna birçî şîva dawî pêşkêş kir
te bi lez berê xwe ji me guhert
çima 
tu çawa xemgîniyên  xwe  dipêçî!
 tu dizanî 
azadî neynika roja felatê ye
azadî heyva çarde salîye
ahengeke di şaneşîna perîzadên pîrozin
girtî li dergehên tenahiya zindanan dixe
Tirs  di tazîbûna payebûnê de çikandiye
ew êmîşên rojên min yên xweş dimijin
hey Qamişlo
hey Qamişlo
kî ye ؟ ew ê dîlana azadiyê di bênderên geşbûnê de radixîne
berba bike
bi fermîskên zarokên Helepça de dipêçe
bi nazdarî paqijke
gelo çawa her sibehkê tu dinalî[
di gel şîh şîha berbanga dengketî
berbangekê de 
 şîh şîha hespê sile
ji nuh ve Gornîka tê bîra wî
xuydana salên germ digel berxwedana lehengiyê distrê
qet nêzîkî çirîska wê biybanê nebe
tenê ev  rêçik behna  qurnifilan jê tê
ev behn jê nare
ta ku kurahiya valebûnê sermst bibe
û di quncika dîroka windayî bigere
Qamişloka min venişe

 

Ji nuh ve hatiye nivîsandin 29  5 2008
siyamendbrahim@gmail.com  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…