CIYÊ EM NELÊ…

Bêkes Reşîd

Bo… giyanê dapîra min.

Heger wê ji ronahiyê tenê jî
   tişt bûbin…
Ji tariyê
   her tişt û netişt bûne…!!
Di tariyê de…
Ji nav tariyê…
Bi tariyê…

Ji tariyê…
Etîkêta valayîyekê ji hundur ve 
Egofobîyek xwedayetiyê li min dike
Lêdiwan, nenasiyeke heyînîye…!!
Ji wir û te…
Kêşana hin xaleyên nedîtî dibe
Belkî tu mîna min bû
Pevçûna şaneyên te berî danehevekê
Ev ajaweya nêrînan di vê seqayê de
Navbera min û “ hinek ji rastiyê “ bîskeke
Belkî navbera min û hertiştiye…!!
Ez hemû… û
Hemû tirsên ko li temen dicivin
Tirsa wê rabesê…
Kesekî hilmek jê neanîye
Ramanekî lakêşeyî…
Pehnbûna rewanekî çûyî
Heger tu were?
Heger ez werim?
Lêhatinên ji derveyî me
Li gor altruîsma di derûnên tevav de
Tola her bêpergalên li dûv perçên min
Ne rastek…
Ne hebûna afirandinekê…
Ne jî xûy bo nûbûnekê…
Bi te…
Her dem…
Tiştin nû jibîrdikim… !!
Xwe jî… !!
Sarbûneke tarî
Mîna lêbûrînin neşuştî
Bersivekê tenê ji rewşa darbestekê
Yek ji beşên vê biyaniyê
Dema nîgaş diçire
Tu di serî de saxdibe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….