EZBENÎ ! – 8 – Hêjî Heliz Ne Buhirtiye

Konê Reş

Ezbenî !

   Her êvar, ji tariya şevê ve em dikin hawar û dibêjin; Em westiyan…Mîna çiraya li ber bahozê em vedimirin… Em bûne mîna wî pizotê ku di tifikê de, bê guhdan hatiye jibîrkirin… Her êvar em dixwazin bigrîn, lê berbang rê nade û giriyê me dispêre evareke din… Ezbenî te bawer dikir ku em pala xwe bidin dûrbûnên zilm û zorê û pişta xwe bidin çiqliyên darên hişk… Neke hawar ezbenî, bêdeng bimîne.. Bêdengî jî nîvê hebûnê ye…
Ezbenî ! Rê bide wan, bela derbas bibin.. Qet ew te dibin dara çinarê de nabînin û nikarin dara çinarê ji kok ve bibirin..Rehên wê û damarên dilê min li hev geryane… Yek bê ya din nikare bijî…
*          *          *
   Erê Ezbenî! Bêguman sibe tê bê û wê çûk û çivîk di esman de bifirin..Baran ji reşewran bibare..û kolkezêrîn di aso de xuya bike.. Guh li gotinên vala neke û ne li gelaciya bi boyaxa rengîn xweşikkirî…
   Tê were ezbenî, hêj min negotiye (Heliz Buhirt)… Bela darên çinarê bilind bibin, bi çiqlî û şaxikan bêne xemilandin.. Bela baran bi ser yêlekê min de bibare.. Ma wê dinya xera bibe ku tu gulekê bo min bişîne an hin ji kul û xemên xwe bi ser min de bidêre… Ez te dibînim û nabînim…
   Xemgîn nebin gelî kolan, sikak û cadeyên welatê min! Ezê pêlavekê li gor we bitefsilînim.. xemgîn nebin, qet hun nagihêjin heyamê derbas bûyî…
*          *          *
Ezbenî!
   Doh, min jibîrkir, ez ji te re stranekê bipêçim û bi guhdan di bin palgeha te de deynim an ez stêrekê ji asmana biçinim û di pencereya mala te de deynim..
Belê ezbenî; Bela welê be..!
  Nizanim ta kengî wê dara çinarê karibe şipyayî bimîne…?! Rih û canê daran jî heye..
   Ji mêj ve, em peyala zilindariyê vedixwin û li stranên xemgîniyê guhdarî dikin… Carekê tenê, me nêrgizên geş di hewşa mala xwe de nedîtine..
   Ezbenî! Pêdeviya me bi rojeke dirêj-dirêj heye..Ta ku canê me dûr  dûr bilive..Di bin asmanekî fireh-fireh de xwe vegizîne..û dawî ku em karibin gulîstaneke rengîn ji gul kulîlkan di hewşa xwe de biçînin..
   Tu zanî ezbenî ku, ev êvara dirêj û fireh têra xem û kovanên me nake..tu jî têra xwe bilinde ey roka ku ji me re bûye sembol..
Ma ne welê ye ezbenî..?! Hêjî Heliz ne buhirtiye.
Konê Reş

Qamişlo 08/05/2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…