Hevalê riya dirêj, bavê lorîn

  M.Berazî

Ew çi roj bû pismamê delal,
Ew çi bêtar bû hevalê şêrîn,
Ew çi mirin bû birayê hêja,

Ew tevde di rojekê de bûn , roja înê, îna reş 11.05.2007 li nêzikê katjimar 12 nîro, dema ev bêtara ha bi serê zarok, jin, xûşik û bira, pismam, heval û dostên te de qewimî. Ew rojeke reş bû me hemîyan, roja ku te ji nav me barkir û xatir ji ti kasî nexwest.
Hêja yê min Bavê Lorîn, ev bû salek ku te ji nav me barkir û tu çû. Te ji nav me barkir, lê te bare giran li ser Milan hişt.
Hevalê delal, bire tu di wê bawerê de bî, ku ew riya me bi hevre ji xwe re danî, em hin li ser wê rêne û em te ticaran ji bîr nakin, ji ber tu di dilê medayê, ne ji bo ku tu pismamê min ez van gotinan dikim, lê ji bîrneke ku em hevalên hev ên riya dirêjin.
Bavê Lorîn, bawer bike tu li ber dilê hevalên xwe gellekî şêrînî, hevalên te, ên te bi wan re şev û rojên xebatê derbaskir, hevalên ên tu îro ji wan re hewce darî, hevalên te, ên dibêjin ku Bavê Lorîn saxba wê willo gotiba.
Hêdî pismamê min mebesta min, ne ewên ku dixwezin xwe bi navê te bişon û pakbikin.
Hêja yê min bona Kurdistan, bi hêrs mekeve, ev serbilindî ye li bam e û ew vî tiştî baş dizanin.
Hevalê hêja,
bira tu baş zanibî ku hevalên te dîsa îro li te civîyane û bûne mêhvanên mala te. Îro em tev li bat e civîne, de ka serê xwe ji gora reş rake û tevî me bibe û wî kenê xwe yê şêrîn diyarî me bike, ka serê xwe rake û ew gotinên me di dawîya şevanda, li wan civînên ku dirêj dibûn heta roja din, ji me re bike. Ka ew pêkenokên ku hevalên  wek Beşîr…ji me re digotin û tu li ser wan gellekî dikeniyê, bî wî kenê xwe yê dingbilind. Ka ma te ew rojan ji bîrkirin, na ez nebawerim, lê çibkim tu nikarî li min vegerînî, ji ber dilê te roja 11.05.2007 nêzî katjimar 11:55 nîro sekinî û nema lêxist.
Hevalê hêja bira tu bawerkî em e riya ku me bi hevre danî berdewamkin, ne ez tenê, tev hevalên ku te baweî bi wan dikirin.
Li dawîyê, te xatir ji me nexwet û te ji nav me barkir, lê em hevalalên te, tucarî  te ji bîrnakin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…