civaka kurdî û guhertina nexuristî (II).

Azad xalid

Qunaxên guhertina xuristî:
 
Guhertin û pêşketin ji hemû civakan re pêwiste, ti civak di cîhanê de wek xwe nemaye. Lê guherîn jî sînor jê re hene, ji ber ku her civakek taypetmendiyê xwe hene.

Wek ku min di beşê (I) ji vê gotarê anî ziman, civaka me ya Kurdî civakeke Isalmî, rojhilatî û xwedan sînore, kes ji me tine ku naxwaze pêşketin têkeve civaka me, û sînorên teng yê ku dikevin navbera me û pêşketina cîhanî bên hilanîn.

Lê pêşketina civakî bê guman qûnaxin wê hene, ne hima wisa bi hêsaniye.
Wek nimûne.. civaka Ewripî bi sedsalan  dibin serokatiya yasên kenîsê debû, û her kes dibin desthilatiya olê û ya Baba de bû, û hedî hêdî ev dem hat guhertin,û dema netewî dest pê kir, wan şerê ola xwe nekir, tenê ew dûrî siyasetê xistin lê  ol ma cê rezgirtinê.
Û niha welatên rojava (Ewripa û Emerîka), piştî ku milletên wan ji hestê netewî û olperestî têr vexwarin, dixwazin ku netew û ol nemînim di navbera wan de, yanî wek ku tê gotin niha(glopalization).
Em Kurd, em nikarin li gorî pêşketina wan bimeşin, ji ber ku gelek qûnax hîn li pêşya me hene. Hîn mirovê Kurd  bi mejiyekî netewî  hişk  dirame, yanî  em nû dikevin dema netewî de.
 
Hin ji Rengên guhertina nexurisî di civaka me de:
 
Em tev niha dibînin  çawa guherînên nexuristî di civaka Kurdî de cê xwe digrin û bi rengekî ne normal mejiyên xelkê hêsîr dikin û ev guhertin di hemû  rengên jiyana me de xuya dikin…
 
Cilên ku em niha li keç û xortên Kurda dibînin, ti rêz di wan de tinene,
û  bi tayepetî keç..  Bûye tiştekî normal ku zend û kabokên wan xuya bin,  û bav  û diya wan dema wan bi van cilên (modern)dibînin dikin ku ji kêfa re bifirin .
 
Dibin  navnîşana(wekhevî di navbera mêr û jinana )de, me rabû nigê xwe li hemû sînorên jinê xist,  îro ro keça kurd bi azadî diçe û tê, hevalên(kur) çêdike, û ne hew wilo…. Şerqî û dîsko jî dîlan dike.
 
Lê xort ne kêmî wanin ..
Xortên me nema wek berê bi dizî eraqa xwe  dervî male vedixun, na..di roja îro de.. di dema azadî û pêşketinê de xort eraqa xwe li pêş malbata xwe vedixun.
Û cilên wan .. kenzên bermeqlûb û şerwalên  çiryayî û pînekirî.
Û kufrî li cem wan wek heneka ne.
 
“Şerm”… bûye gotinek kevn  û dema ku mero dibêje, madê vî nifşî  dixele..
Tew ol ji xwe ew bûye tiştekî qedexe.
Û di dema dawî de min bihîst ku hinek xortê Kurda diçin kenîsa û xwe dikin Fille.
 
Û hinek ji zarokên vê (pêşketinê) nema zimanê Kurdî jî qebûl dikin, dibêjin gotinê wî pir nexweşin û paşketîne li cem wan Erebî û bi taybetî zaravê(fillekî ) xweştire  û modêrntire. i
 
Berya çend rojan ez bi çend xortan re rûniştî bûm, û ev mijar vebû.
Dema ku min behsa  sînorên civakî kir, madê tevda ji min xelya û ez derketim yê herî paşketî di civatê de, û dest bi wê simfonya xwe kirin:” divê em pêşkevin, em ji vê nezaniyê azad bibin, Misilmantiyê mala me xera kir ……”.
 
Û heger em bên li ser şahiya(dawet) rawestin , em ê bibînin ku ti rengê Kurdî di wan de nemane, berê dawet ji destpêkê heta dawî bi dîlanên Kurdî derbas dibû,
Lê niha dîlanên biyan (Erebî, çobî, şerqî,sahilî, slow…) ji yên Kurdî bêtir bûne.
 
ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Beşê III wê bi nave ( Şahiyên nîvê şevan) be .
 
 
Azad.xalid@hotmail.com
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…