Birîna Reş*

  Arjen Arî

Di wextekî ku lehengên çîrok û çîvanokan: dêwên heft serî, merivên ku ferên aşan bi lingên wan ve, mêrxasên ku bi şûr û mertalên xwe zîhê-mar dikuştin, dîkê ku seba libek dahn diçû şerê pîra dudiran…şûna xwe dan lehengên civakî; û pê re hizr û xeyal jî weke zarokên bi pêya ketî xwe spartin dîwarê jiyanê, rojeke zivistanê leqayî navê wî bûm: Mûsa Anter!
Wê rojê li Taxa Qijlê** kurtepistek belav bibû: Îro eskar dê têkeve nava bajêr, û ketûber wê her malê saxtî bike!
Piştî ku ev xeber li taxê belav bû û ji devê cîranan gihişt gûhê pîra min, pîrê weke şivanê ku bixwaze miyê ji ber devê gur birevîne, li yek tûşê berê xwe da dêya min:
– “Keçê, Wesîla…ew kitêba ku Mihemed Nezîr carinan dixwîne, û paşê ji te re dibêje weşêre, li kû ye?”   
Dêya min a ku destê wê di nava hevîr de, bêyî ku bibêje çima, bo çi, mîna ku wê jî pêjna xeterê kiribe, got,
–       “Di kulînê de di ber guhkê balgihê  me de ye, jinapê!”
Jinapê, hê gotina Wesîla di dev de, yekser berê xwe da kulînê. Piştî du sê carên destpelandinê, pîrê bi ser tişta ku lê digeriya vebû û mîna ku bixwaze bê çiye, qulipand bi wî alî û bi wî alî de. Pîra ku bi nerînê tiştek ji kitêba di dest de bi dest nexist, hat hat, di ser serê sobeyê re mîna cendirmeyekî tirk, çik sekinî.
Agirê sobeya êzingên ji siharê de vêketî ne har bû; ne jî sik î sar…Dîsa jî bo ku destê wê neşewite, pîrê bi derdawa kirasê xwe qelpaxa sobeyê ji ser dev da alî, û kitêba di destê xwe de, kitêba mîna cawê riziyayî bo ku ji hev veçire li mahneyekê, kir du sê perçe û avêt nava sobeyê.
Agirê li ber sarbûnê bi dîtına pelên ziwa û zerîrî yê pirtûkê re mîna pisîkê li ber mişk veqelizî, zimanê xwe dirêjî rûpelkên pirtûka reben kir… û bi gurrpîna ewil re pirtûk da ber zimanê xwe yê agirîn, yê ku qurmê darberûyan di kêlîkekê de dikir komir û rijî.
Pîra di ser serê sobeyê re çik rawestiyayî, mîna dujminê ku dujminê xwe avêtibe nava agirê dojehê, heta çirkîna çiruska dawî jî li agirê bi bedena kitêbê ketî, nêrî. Piştî ku dît tev bû qijik û piçek reşî li şûnê ma, devê sobeya ku bîhna kizûriya kaxetê li hûndir belav kiribû, girt; bi bîhnferehî hilma xwe stend û berda, destê xwe yê rastê dirêjî derdawên kirasê xwe kir, û ji ber sobeyê weke ku bi hêla bûka xwe de bifitile berê xwe dagerand û got,
– “Wesîla…ji Mihemed Nezîr re bibêje, dêya te kitêb avet sobeyê!”
Bûka ku hêjî destê xwe di avê dadikir û hevîrê di teştê de distira, mîna ku bibêje , “ma ne te kiriye, tu bibêje”; serê xwe kil kir, tibabekî wisa sekinî û bêdeng ma. Piştî ku bi devzendika xwe ya hildayî di ser bêvila xwe re birûanî, dîsa ket ser ruhê hevirê ku hê sitiran diviya…
Piştî banga esir, esker weke garana ku li nava gund biqelibe, li nava taxê bela bibû; ji malekê derdiketin diketin mala din.
Dema ku li deriyê hewşê dan û bêdestûr ketin hundirê hewşê, xirepiş û şildim-bildima wan digiha heta Taxa Tirkan.***
Baş bû ku muxtarê mihelê Cemîlê Qetfo bi wan re bû.
Ez ê ku diçûm polê çaran û min bi tirkî zanibû; hatina esker ricfek di hinavên min de peyda kiribû û wê bêhnikê kiribû ku ez li tevî tirkî zimanê xwe jî ji bîr bikim.
Axir; piştî şildim-bildimeke dûdirêj û erêkirina muxtar, serleşker têgihişt ku zilam li mal nîn in. Lê pîrka min a ku li tevî şerê Elîk**** bibû her serê kêlîkekê berê xwe dida muxtêr û yê serleşker, û digot,
– “ yoxxx yox!”.
Lê kesekî guh nedida gotinên pîrê: Eskerên di hewşê de, bi serpozkên potînên xwe û qezetoreyên tivingan loda qirşikên li ber dîwar û kaya di kîsan de li bin siferneyê li ser hev, yek bi yek didan ber devê qezetoreyan.
 Piştî ku leşker ji hewşê wekişiyan û berê xwe dan malên din, dêya min a ku destekî wê li ser dilê wê, mîna ku şewitandina kitêbê nû nû ketibe bîrê, bi dengekî heyirî got,
– “Te dit, jinapê? Nehatin hûndir jî…Te kitêbka reben avêt nava agir?”
Pîrê, qet guh neda gotinên bûka xwe.
Mîna ku bixwaze xwe ji gunehê şewitandina kitêbê daweşîne, li bûkê nerî û bi keser got,
– “Erê qîza min…xuya ye te ji bîr kiriye, bê li gund çi anîn serê me….”
Li ser van gotinên pîrê, dêya min di ber xwe de weha biland,
– “Herûwer kitêbek bû… Mihemed Nezîr digot ya Mûsa Anter e!”
*Navê Pirtuka Mûsa Anter
**Navê taxeke Nisêbînê
***Taxeke din ya heman navçeyê
****Elîkê Betê
Çavkanî: Kowara W
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…