Demhat Dêrikî
Çi dema çavê min pê diket,min pêjin dikir ku hemû derdên civaka me li ser rûkê wê yê keser kûr,bajarê xwe avakiriye.Çi dema min ew didît,min pêjin dikir ku bagera zagrosan di nava min de rabûye û ez di nava kefenê sipî de tême peçan.Çi dêma çavê min pê diket,ber min ve dihat û nêzîk dibû,pêjina êşên wê yê avis ji firmêskan re,civîna nanokiyên bê care li dora mêza çavê wê dihatin gerandin û zelaltir dibûn.
Çi dema çavê min pê diket,min pêjin dikir ku hemû derdên civaka me li ser rûkê wê yê keser kûr,bajarê xwe avakiriye.Çi dema min ew didît,min pêjin dikir ku bagera zagrosan di nava min de rabûye û ez di nava kefenê sipî de tême peçan.Çi dêma çavê min pê diket,ber min ve dihat û nêzîk dibû,pêjina êşên wê yê avis ji firmêskan re,civîna nanokiyên bê care li dora mêza çavê wê dihatin gerandin û zelaltir dibûn.
Dema pişta me diket cîhana xeman,di hemû peyvên wê yê nelihevhatî de,hêvî di sêdara bê hêviyê de sirûda mirinê digot.Lêvên wê xwe dispartin dîwarê xeydok û mijank dibûn guleke çilmisî xatir ji dîlana jiyanê xwestîn.Dema peyvên birîndar ji devê wê derdiketin û di şikefta guhê min de tovê xwe direşandin,firmêskên bê care di ser dêman digindirîn gelîyê bê binî…û ez di her demê de dibûm barkêşê derdên wê.Her cara min ew didît,dawa xwe ji derdan li ber min vale dikir û çiyakî din ji jana li ser dil zêde dikir.
“ev dîsa te xêre Nalîn?”
“…”
“Xwezî min carekê tu dîtibaye û girî ne zimanê te ba!Çima firmêsk û derd dibin hevalên te?Yan,ewrên zivistanî li ser çavên te,yan jî peyvên birûskî ji nava lêvên te dipekin?”
“Şêro,ez ketime zîndaneke tarî,ne derî û ne pencere lê hene.Pir cara ez difetisim,dema nêzîkî mirinê dibim ji nişkan ve careka din zindî dibim.Bi roj,her kêlî awirên bav û birayên min,berê min didin ramanên xirab.Bi şev her ew di xewnên min de dibin mar û êrîş dikin da min bikujin.Hemû dergehên jiyanê li pêşiya min hatine girtin.Tenê dojeh gazî min dike.Hest,biryar,peyv û heta kenê min li nava mala qedexeye!Ez qedexeme,nave min qedexeye her tişt jibo min qedexeye..!”
“Jibo çi?Çima dîwarê qedexe kirinê li dora te hatiye bilind kirin?”
“Nizanim”
“Her dema ez dibînim pyvên te sed kul û birînan di dilê min de vedikin û firmêskên te dibin aveke şor û birîna birînên min kûrtir dikin.Lê dema tu bê deng dibe,nava min ji bê çaretî dikelê û ez di nava kela xwe de dibim mûmek û her kêm dibim.”
Ev karê Nalîn bû.Her dîtinek ji wêneya wê,dil dikir parçe parçe û her parçek li ber awaza firmêskan,şîn girêdida.Ez tê nedigihiştim,derûnek dibû ewrên tarî,derûnek dibû çemek ji xeman û dilê min di nava xwe de noq dikir.Jiyana min serbûbin bûbû.Êdî Nalîn bûbû hevala min ya her kêlî…Dîwarên xanî,derî û pencere,dê û bav.heval û hogir,xewn û meş her Nalîn bû.
Min pêjin kir ku hasten min her dixwazin Nalîn bibînin.Nizanim ew cara çendê bû ez Nalîn dibînim.Dema min vê care dît,rûkê wê nee w dîmenên berê bûn.Rûyek bi şahî,kenek narîn û peyvên bê derd..lê nizanim çima ramanên min di kûrahiya çavê wê de li rastiyeke din digeriye.Min hew dît destê min dirêjî pirça wê ya rengşevî bû û sere wê ket ser mile min.Êdî ez ne ez bûm,ne welat,ne ax û ne tiştek…Nalîn bû her tişt.Ez,Nalîn û hasten ji agir ku ji êşan ji dayîk dibûn bûne yek…naaa,hemû jin hatin jibîr kirin dema tîjk û avê hevdû hembêz kirin.Min hew dît serê wê ket ser dilê min ê wek deholê lêdixist.Wê demê du peyv ji devê min derketin
“Nalîn,ji te hez dikim”
Bi van her du peyvan re,bê deng bê deng Nalîn xatir ji min xwest û ew rastiya di çavê wê de veşartî,ma kul di dilê min de.Êdî gelek roj û heyv derbasdibûn,jana dilê min girantir dibû û Nalîn ne diyar bû.Nema min Nalîn dît.Ez di nava hêviya ku wê bibînim de da ku bêjimê ezê te bixwazim,min nûçeya xwekuştina wê bihîst!Min bawer nedikir,lê rastî bû.Ev çi mirin bû?Ew hêj can bû!Hêj di buhara temenê xwe de bû!Ne wextê wê bû ku werîsê pêşeroja min biqetîne!Lê çi bikim?Êdî min digot,xwezî bi wan derdan,xwezî bi wan firmêskan,ne bi vê mirina bê wext.Ew çû û rastiya di çavê wê de veşartî bi xwe re bir û dilekî tim bi jan li pey xwe hişt.