PÎRA FATÊ

Demhat Dêrikî

Meha avdarê bû,lê mirov digot qey keça rojê tebax bûye serdestê sirûştê,ew çend hilim ji erdê radibû.Genim û ceh hêdî hêdî dişewitî û erda di nav hêviya barîna baranê de dikir feryad,zikê wê dişeqitî û her dikir nale nal!

Dayîka ku barê jiyanê hilgirtibû ser pişta xwe,weke heroj berê xwe da ser erda ku ew di nav rondikên hawar û gaziyê de noq dikir!

piştî dayîka Fatê bi gavên kûsî giha ser erd,li nava erda hêviyên pêşeroja jiyanê de rûnişt,çawa dayîka Fatê li ser qîrînên dayîka mezin rûnişt,destê xwe vekir,sere xwe ber bi asîman ve hilda û got(waa xudanê gerdûn,ez pîra Fatê me,tee z nas kirim?Na na tu min nasdikî,ma çawa tu min nasnakî?),dema ew diaxifî,dayîka mezin dikir nale nal,lê pîra Fatê ew di nava axiftina xwe de şiyar dikr (…jinê hişbe jinê!Mal xirabê ev hezarê salane tu dikî qîrîn û hawar,de hema piçekê bêhnvedanê bide.Mane ez derdê xwe û te tînim ziman…belê belê tu min nasdikî.Ma çima tu min û dayîka min bê jiyan dihêle!?)

Lê asîman bê deng bû,tav dijwartir dibû!Nalînên erdê ber(mirinê)ve diçû,bilintir dibû!Li hember vê dîmenê pîra Fatê matmayî ma,mirûzê wê zer bû.Careke din got(nexwe wisa?De bila wisa be)û cila li ber pêsîra xwe kire parçe parçe.Her du memikên weke erda bê av,bûne du memikên serhildayî.Pîra Fatê bi her du memikên xwe girt,bi erdê ve bir û anî û digot(de vewxe,devexwe,têr vexwe)her du memik ji xwînê sor bûn,lê her pîra Fatê digot(de vexwe,têr vexwe,ez keça te me,ezê bi her du kaniyên xwe te şîn bikim).Xwîn diherikî,rûyê dayîkê vedibû,dayîka mezin dikenî…û her xwîn diherikî…ûpîra Fatê di nava girî û xwînê de xatir xwest û çû…çûnek bê dawî…û dayê jî,dikenî,zikê wê digeha hev,bêhin jê diforî ew bêhna jiyanê!..

demhatderiki@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Molla Nasan

Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî

Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me…

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…