Bê Sînor

Siyamed Sîpan

Ez vê nivîsê ji bo kesên ku „Sînor“ li hemberî bêhnvedana wan dibin asteng, ku sînor mîna qencerekê di heskirina wan de diçike, dinivîsînim.

Ev nivîs ji bo kesên ku hemû heskirinên wan bê sînore,
hemû girêdanên wan bê dawî ye
hemû hesretiyên wan bê navbere
hemû evînên wan bê betlane ye
Ev nivîs ji bo bê dawiyên bê sînore, ji bo bê sînoriyên bê sînore.

Herwisa ev nivîs ji bo kesên ku her roj di dilê wan de bi hezaran volqan diteqe û piştî wê teqandinê avên ji agiran diherike di dilê wan de.
Ji bo kesên ku dilê xwe bi okyanûsên ji baranên bihara welatê agir û rojê pakij dike û hestên xwe li ber tîrojên roja ji giravê ve derdikeve radixe û zûha dike, ye.
Ev nivîs ji bo kesên ku her roj bi dehan bexçeyên heskirina gulan di dilê wan de şîn tên û şaxên xwe li hemû newalên heskirinan vedikin, û jiyana wan vedigûherîne împaratoriyek evîndariya gulan.

Ez jî yek ji van kesanim.
Ez serhişkê evîndariya „Gulê“ me, serhişke evîna bê sînor û bê dawî me.

Dibêje xwedayan gotiye: Tenê di eşq û evîna bê sînor de serhişkiyê bike, di bê sînoriyê de serhişkiyê bike.
Ez jî evîndarê serhişkiyên bê sînorim.
Xem xemla hestên min e
gul derdê mine,
hest debara min e,
evîn axîna min e,
bê sînorî jî jiyana min e.
Di bêzariya biyanîbûnê de dimîne hest, ku evîna te ne bê sînor be, dibe girtî yê hesretiyek ku di nava xwe de bi agirê rastiyan dişewitîne, bê yî girêdanek bê sînor ewê roj te venehewîne bedewiya xwe ya rojjînî.
Heta ku tu hemû cewherên xwe nexe nava serûwena bê dawîbûnê, tu yê nikaribe li ser textê jiyan rûnê û palde ser bahlîfa biwatebûnê û tu yê nikaribe dûxana agirê heskirinê bera bajarên dilê xwe bide.
Ji bo wê dibê her kesek rê li ber çemên avên heskirina xwe vekin û hestên bê sînor di paxla xwe de mezin bikin, bi lorîkên evîndariyê. Ji bo bîranîn nekeve xefka jibîrkirinê, ji bo ku kes bê hestên bê sînor nemîne
   bira hemû tiştên we „Bê Sînor“ be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…