Dot û Dayîk, nabe ku mafên wan bêne xwarin

Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî
Bielefeld Almaniya 14.01.08

– ji bo raya cîhanê ya giştî
–  ji bo raya Êzîdîya ya giştî

ji boyî bidawîanîna nivîsandina Projeya yasaya pergalên kesayetiyê
ji aliyê birêz Mîr Tehsîn Beg, Serokê Civata Ruhanî ya Êzidiyan ya bilind, di 23.11.2007 an daxwiyaniyek belavbû.
Di wê daxwiyaniyê de dozê li kesayetên rewşenbîr, Serokeşîr, û Muxtaran dike, ku rapirsînekê li ser van herdu xalên jêrîn çêkin:

1-mafê jinê ji bermayê (Mîras)

2- Qelen / Next
Di baweriya me de, ev proje bi vî rengê ku hatiya pêşkêşkirin, maf û kerameta Jina Êzîdî binpê dike.
Ji ber nivîsandina YASAYA PERGALÊN KESAYETÎ ne ji erk û pîşeyê ENcumENY RÛHANÎ ye, her weha şêweyê ku ji bo rapirsînên hatiya kirin şêweyekî ne yasayî ye, û nayê pejirandin.
Belê nivîsandina vê Yasayê ji erk û pîşeyên Qanûnzan, Oldar, Nivîskar, Rewşenbîr û Afretê ye.
Di vî warî de gereke em bi mêranî dirkêniyê bikin ku hîna pir girdiş û seqayê me yên olî û civakî hene ku dibin kelem li pêşiya pêşkevtin, danûstandin û guncandina me bi civatên din re.
Tevlî van pirsgirêkên bingehîn ku me li jêr destnîşan kirin, divê daxwiyaniyê de nehatiya eşkere kirin, gelo ev YASA wê tenê ji bo Êzîdiyên Iraqê be, yan jî ji bo tevaya Êzîdiyan be?

Ev proje bi vî rengê ku hatiye nivîsandin û pêşniyar kirin li dijî peyman û yasayên mafên merovan yên navnetewiya, yên mîna ( hevpeymaniya nêvdewletî ya mafê merovan ya10. Kanûna yekê 1948 an) û
( hevpeymaniya nêvdewletî ya nehêlana sercem şêweyên cudahiya dijberî afretê 03. Êlûna 1981) û hemî hevpeymanên din yên nêvdewletî di vî warî de.

Encama van dîtin û sedemên jêrîn em van pêşniyazên jêrîn dikin:

1-    ji ber ku şêweyê lihevkirin, nivîsandin û nerîneke Êzîdiyan ya hevbeş û yekgirtî tune ye, gereke ev proje bê rawestandin.
2-    Gereke lêvegerek ji damezrandina û erkên ENCÛMENA RÛHANÎYA BILIND YA ÊZÎDIYAN bête kirin, û ev Encumen bi şêweyekî şaristanî nuh û li gor rewşa Êzîdiyan ya îroyîn bête damezrandin.
3-    Rêlibergirtina parçebûn û bêtifaqiya di nav civaka Êzîdî de, û Danîna sînorekî ji bo mal, komel, bingeh û saziyên êzîdiyan yên ku Êzdayetî û Êzîdiyan ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî û siyasî bikartînin. Ji ber vê yekê, em baş dibînin ku hemî komel, bingeh û saziyên êzîdiyan di Encûmenekî siyasî civakî, û rewşenbîrî berfereh û yekgirtî de xwe hel bikin.
4-    Damezrandina saziyeka Êzîdî yekgirtî ya ragihandinê dibin çavdêriya Encûmena Êzîdiyan ya bilind de.
5-    Nivîsandina YASAYA PERGALÊN KESAYETÎ dibin çavdêriya Encumena Êzîdiyan ya bilind de.
6-    Gereke ked, xebat û rola nivîskar û Rewşenbîrê Êzîdî newê jibîrkirin û piştguhkirin, ji ber di vê dema bûrî de diyar bû ku dengê vî rewşenbîr û nivîskarî ji dengê gelek sazî û komelan bilindtir û bihêztir e.
7-    Pirsa mafê jinê û parastina kesayet û kerameta wê êdî ne tenê pirseke merovanetî ye, belê di pileya yekemîn de pirseke Yasayî ye, ji ber vê yekê, ji me hemiyan tê xwestin ku em piştgirî û alîkariya afretê û mafên wê di hemî waran de bikin, û em wek Komela Kaniya Sipî bi hemî reng û awayan li dijî Qelen in û li dijî ( firotin û kirîna Afretê ne).

Komela Kaniya Sipî, Komeleke rewşenbîrî, civakî û sivîl e, li gor zagonên Dewleta Almaniya fîderal û dîmoqrat hatiya damezrandin, û kar û xebatê ji bo Êzidiyan û merovanetiyê bi giştî dike.
Her weha Komela Kaniya Sipî endama “Saziya Bergiriya Navnetewiya”.

Ji ber vê yekê û ji ber van dîtin û sedemên ku me di li jor destnîşankirina, em ji hemî kesî re ne razîbûn û ne erêtiya xwe li ser vî projeyî diyar dikin.
Û em naxwazin bibin hevpar û alîkarê wan kes û aliyên ku mafê jinê binpê dikin.

Parastin û berevaniya ji mafê Jin û zarokê gava yekemîn e, ber bi demuqratîkirin û pakkirina komelgehên ku dixwazin bi demkuratî, azadî û aşîtî bijîn.

Siyaseta cudahiyê, rêxweşkirin û belavkirina “çanda nêr”  û hemî rengên din yên dijiminatiyê û bêparkirina ji maf, ku li dijî afreta Êzîdî tê bikaranîn, qet naguncin li gor têkist û diwayên me yên Dînî yên Pîroz.
Ew kes û aliyên ku Dîn ji mebest, niyaz û zilma xwe ya li ser afretê re bikartinin û dikin behane, merov in ji pêşketinên şaristanî û rojane ku di vê serdema me ya nuha de, çê dibin, pir dûr in, û pirsgirêka herî mezin di vî warî de, li ser astê Êzdayetiyê, ew e, ku rêxistinên mafê afretê yên sivîl tune ne.

Her weha bi vê boneyê, em gazî hemî rêxistin, sazî, komel û bingehên Êzîdiyan yên ku hetani nuha bêdeng man e, ku dengê xwe bilind bikin, û ji bo rawestandina vî projeyî bibin alîkarê me.

Ji bo xwendina daxwiyaniya ENcumENA RÛHANÎYA BILIND YA ÊZÎDIYAN hun dikarin serdana vî link ê jêrîn bikin   
http://www.lalishduhok.org/modules.php?name=News&file=article&sid=3323&mode=thread&order=0&thold=0

Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî
Bielefeld Almaniya 14.01.08

www.kaniya-sipi.de
info@kaniya-sipi.de
kaniyasipi@gmail.com
kaniya-sipi@hotmail.de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...

Hozan Yûsiv

Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna…