
A.
Di wexteke bêsalix de ji pêşiyên me du rihspî, li qelavîzka li ber berberojk rûniştine, ji hêlekê de hilmên mişt li tutina Xursê didin, ji hêla din jî bo ku cih li sohbeteke xweş vebe, yek dibêje, ‘dee looo… guh mede gotinan, gûyê hişk bi meriv ve nazeliqe’!
Rihspîyê ku dixwaze dilê xwe ji hemtemê xwe re veke û bi gotinê hebekî kula dil û barê ruhê xwe sivik bike, li ser vê gotina hevalê xwe vê lê vedigerîne:
–De Xweda jê razî… Wileh bi meriv ve dizeliqe!
Yê ku dibêje nazeliqe, bi matmayîn û behitî,dipirse:
–‘Çawa dizeliqe, malnexareb’?
Lê ne bi destê min e; dema ku min nivîsa dostê bêdost, raberzkarê her kesî,‘şergeleyê’ peyv û zimanê herdu zaravayan; Roşan Lezgîn xwend, ev sohbeta pêşiyan kete bîra min!
Li tevî min gellek nivîskarên ku îro rahiştine şûr û mertalên xwe û daketine qada şer, wan wextan di qul û qawirên xewlecî de, di xewletgehên herî tarî de nikilê xameyê xwe disûtin bi rûyê kaxiza spî, tejika îbadet û ayînê!
Jixwe, rojekê, piştî sohbete dûdirêj ya li mala wî bi xwe, tika ji min kir, û got, ‘mamoste heyran…filankes ketiye etra dîtina te…dixwaze te nas bike!
Min dilê wî nehişt û neşikand; piştî vê sohbetê bi du rojan min berê xwe da cihê nivîskarê îro ‘pêlewan’!
Ez jî tirsiya me, bizdiya me…hem jî gellek caran!
Lê heyran, dema ku ez çûm cihê nivîskarê îro ‘qaqiboxwêz’ û ‘pêlewan’, û bi bişirîn û rûyekî bi ken min silava Xweda veda, û min destê xwe dirêjî destê wî kir, ew e ku mîna roviyekî derbxwarî waqîn pê neket!
Dema ku min dît bizdiya, min jê re mesele vegot, û min jimara telefona Dost dayê da dilê xwe bike cih!
Ciwanmêr texsîr nekir, dest avêt destikê telefonê û jimar li dû hev zîvirandin:
Pirqêniya Dost ya ku ji bihîstoka telefonê pengizî derdorê hê di guhê min de ye.
Û jixwe ji bîra min naçe, mahdê ciwanmêr yê di wê kêliyê de zer î zerhimî, hima bibêje qişûf, qetran!
Lêbelê, bila bêt zanîn, yê ku radihêje şûr û mertalê xwe û di ‘qada malperên kurdî’ de xelkê vedixwîne şer û pevçûn û berizînan, Roşanê zadegan e.(!)
Nivîsa wî ya cara ewil a ku li dora xwe digerîne û ‘nok û nîskan’ li tevî hev dike, ne nivîsa wî ya bi sernavê ‘Mirîhezê Dost Çîyayî’ ye; nivîsa di derbarê avakirina Kurd-penê(1) Malpera Pen-kurd(www.pen-kurd.org)de ye.
Li gorî ku Roşan dinivîse, civînên der barê himavêtina Pen’ê; -îro Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê ye-, yekem car li mala esîlzade, mîratxurê Mala Bedirxaniyan, zadegan Rojan Lezgîn hatine gerandin!
Kurd dibêjin, ‘ civîna çivîkan li ser bênderan!
Ez bawer im, hayê Roşan ji nûçeya Azadiya Welat(2) Azadiya Welat, 28 Tîrmeh 3 Gelawêj, 2001, a di pêvajoya civîna İzmîrê de hatibû wergirtin nîn e, ku radibe xwendevên kurd, derûdora nivîskaran û hêlên têkildarî mijarê… weke tu ji zarokan re bibêjî ‘kaçûmanok çiye’, dixapîne!
Mesele û çîrok ne ew e ku meriv xwe li cihekî deyne; hinin meriv li kû datînin e!
Taybetiyeke evî kabrayî ye: di destpêkê de li tevî min, bi herkesî re heyran û qurban, hûner û çand û ziman…û bi dû re jî ‘weyyy wey wey…hûn in, yê ku vî tiştî dikin!
Heyrana çavên te, me edebiyat kiribe me nekiribe, gotarên me lawaz bin, mişt mêjî bin, seqayên nû bihewînin bêperspektîv bin…çibin li ortê ne.
Ez li ser avê nanivîsim, ku hibir li avê bela bibe, û kesek nebîne!
Ez li ser berfê nameşîm, ku berfek din bibare û şopên min wenda bike:
Bêndera min, ‘ramûsan min veşartin li geliyekî’, ‘ev çiya rûspî ne’,’ destana Kawa’, ‘Eroûtîka’, ‘ Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr’, ‘şêrgele’ li qada kitêbên kurdî, û pirêzeya ku bi nivîs û gotarên mijarcuda-cuda, di quncika bi navê ‘Erxewan’ di rojnameya Azadiya Welat de, û di Malpera Diyarnameyê quncika bi navê ‘Agirdank’ de li şûn xwe dihêlim, eyan e, ji her kesi ve beyan e! Û ez ne mecbûrim, te û yên mîna te qurre, di dilê xwe de dêwê heft serî, di eslê xwe de serî qoqê bêserî, têr bikim?
Û jixwe, ku Cegerxwîn te têr neke, Mûsa Anter te razî neke, Xanî’yê ku her kes vexwendiye esalata edebî, nikaribe te bi tore û bi edeb bike… ez rebênê Xwedê karim çi bikim!.
Bira, tu teriya xwe bi Çehov re bi çîrokê, bi ramanweriyê jî bi Edvard Saîd re diqûsînî…lê ez?
min ruhê te yê elemoyî, û kesayeta te ya çirvirî dît, min ji xwe re got ‘Arjen Arî, çîvîk bi çivîkan re, teyr bi teyran re…’ dikeve sala 6ê ku min pişta xwe daye te!
Lê dîsa, li gorî ku rewş ev rewş e, tu radibi bejna xwe dixe ber bejna min û sûretê min û xwe di malperan de dixî çavên ‘eynil yeqîn ilmil yeqîn’!
Ew sûret yê festîvala Bazidê ye, û ji hêla te ve hatiye kişandin.
Ji bîr meke; bi qasî ku min bername bi rê ve bir û helbestê xwe jî li gel yê te û Kek Berken Bereh xwend; ne piştî bernameyê, ne jî di rêwitiyê de min tengî te nade, kelîmellah ji devê min derneket, ku tu bi min re neaxivîbe!
Lê tu ji niha de dixwazî bi ‘rîtina di curnê gund de’ deng bi xwe bixî!
Wisa meke, bi te bikeve jî,bi bav û kalên min û te Herîrî, Goran û Hêmin û Mukiriyan nakeve!
Çîroka te û ya kek Seîd Weroj kesên di ‘ gûhê gê ‘de jî bihîstin! (3)www.amidakurd.com
Ya di der barê Edîp Polat de gihişt ber destê Pena Navneteweyî!
Hindik mabû ku NATO bo navçîtiyê hêzen ewlewergir bi cih bike di navbera te û xanim xanim, xatûna nîvîskar de!
Niha jî, tu rabûye, bi qasî ku erz û derza aslatê dide derdora xwe, mîna ku esalet ne pêdiviya te bi xwe be, ji xwe pê ve her kesî vedixwînî ser kaniya zadeganiyê!
Ji peyv, gotin, şor, çêr û hevokên te dixweyin, bê tu çiqasî esil î!
Û tu mirovekî wisa yî, ku hemû qevimîn û rûdanan li gorî xwe difesilînî; diguherînî, vediguherînî û encamekê jê derdixînî!
Ma wisa ji te re diserife, bavkê min? Tu nivîskarek î, qaşo! Lê hewldan û tevgera te, ya weke vê peyva pêşiyan e: ’ ker ziriya, gund pê hesiya’!
Belê …weke ku tu dibêjî, ez di Daîreya hikûmî, – ne MÎT, TÎT, JÎTEM- Dewlet Sû İşlerî de dixebitîm, wê gavê. Û weke ku tu dibêji, her sere çendekê ku pakîta min Camel’a kurt diqediya min rêya xwe bi qulubeya te dixist, ji te dikirî. Û weke ku tu jî li xwe mikur têyî; min dixwest xwe di te derxim: Lê… mirovê bizdonek û newêrek ku nexwaze mêrxasan nas bike, ez dikarim çi bikim!
Bila xwîner li min biborin: Bi qasî ku min heya niha nexwestiye bikim serbilindiya xwe; divê bêt zanîn ku, -bi taybet tu zanibe, û bixe serê xwe- weke Arjen Arî di sala 1996-97ê de li Medkomê (4) (Rêveberê wê demê Mustefa Gazî, kek Wehîd Ava û hêjayên din, mala Xweda ava hê li heyatê ne) du sê caran di bernameyên ku bi saetan kêşane, bi amedebûna hêjayan A. Hîcrî Îzgoren, Suzan Samancî, Aydin Alp, û xort û keçen kurdîhez yê Amedê, min helbestên xwe xwendine, sohbet kiriye!
Ma ez ‘zilamê dewletê’ bûm, ku roja ku Waliyê Amedê ziman li kafeyan qedexe kir, wê şevê min bernameyek zêdeyî saetekê li Kebîkeç’ê li dar xist! (5)Ozgur Gundem, Nivîsa Muharrem Erbey, 27 Cotmeh, 2000.
Ez bawer im, ji ber ku ‘hêja’ Roşan weke ‘hirça çêle bi ser de hatî’, nedikarî ji geha xwe derê, ji lew min bi ‘xweveşartinê’ tewanbar dike!
Ji 80yî ve simbêlên min ne weke yê islamîstan, ne weke yê çepgiran in; weke yê bav û kalan min berdan û badan!
Ez bawer im ku merivantiyeke tê û wan heye ku, ne kurdên simbêlboq, M.H.P.eyî ketine bîra te.
Jixwe, yê ku gotine,’fikra feqîr çibe, zikra wî jî ew e!’ belasebeb negotine.
Ez merivê hikumetê bûma Roşan, piştî 12ê Îlonê 53 rojan Girêmîra, Nisêbîn, Mêrdîn, Diyarbakir…di bin çavan de nedimam!
Ez meriyê hikûmetê bûma Roşan, di havîna 92ê de heft rojan dest danetanîn ser min!
Ez zilamê hikumetê bûma, Roşan, sala 92ê heyva 12ê roja 28ê Teqarofek û 8,5ek bi ser serê min de venedirşiyan…(6) Serdozgeriya cumhurî ya Amedê, Jimara Despêk:1993/327, Jimara Biryarê: 2004/87 7(Îtîrfnameya Mehmet Salîh Kolge yê Hizbullahî; ku dibêje ji ber ku di navçeyê de ew (yanî ez) weke P.P.K.yî dihat naskirin, min biryar û emrê kuştina wî da)
Ji ber ku tu ne tu, û tu tune yî!
Ka dostên te yên heyî?
Ka Kovara ku tu di Desteya Nivîsînê de bû?
Ka dosta te, ya ku bo şîv û paşîvekê te çîrokên wê wergerandin?
Ka dostê te, yê ku te dixwest berdevkiya wî bikî?
Û ka heval û hogirên te, yên ku te û wan dabû ser rêyekê?
–Arjen ez ajotim ser zaravayê dimilkî;
–Arjen rayî min da, ka wergerek lîrîk çawa kare were pê;
–Arjen her li ber dilê min digeriye, û dixwest bîna min fere bike…
Teyê bigota:
–Dema ku ez hatim girtin, Arjen bi mala min ve beziya, hayê İ.H.D.yê pê xist, û kir ku qiza min, dêya min bên Komaleye, da bême berdan…!(7)
Eniya min mîna rûyê çiyayên rûspî, sik î spî ye!
Û weke mirovekî, wek şa’irekî wî zimanî, weke gaziyekî ku hê jî welatê wî di şer de ye, serbilind im bi rabirdû û niha û dahatuya xwe!
Tu: yê ku ‘çemek nikare rûyê wî şil bike’?
1-Malpera Pen-kurd (www.pen-kurd.org)
2-Malpera Amîdakurd (www.amidakurd,com)
3-Azadiya Welat, 28 Tîrmeh 3 Gelawêj, 2001
4-Rêveberê wê demê Mustefa Gazî, kek Wehîd Ava û hêjayên din, mala Xweda ava hê li heyatê ne
5-Ozgur Gundem, Nivîsa Muharrem Erbey, 27 Cotmeh,2000
6-Diyarbakir cumhuriyet Başsavciligi, Hazirlik No: 1993/327, Karar No: 2004/877 (Îtîrafnameya Mehmet Salîh Kolge’ yê Hizbulahçî, ku dibêje ji ber ku ev ke s(yanî ez) P.K.K.yî bû, min biryar û emrê kuştina wî da…)
7-Arşîva Komeleya Mafê Mirovan Şaxê Amedê
B.
Nameyeke eyan bo rêveberiya Malpera
Netkurd
Endamên Redaksîyona Netkurdê:
Birêz Nîhat Elî, Mûrad Ciwan, Şefîq Oncu, Mehdî Cilgin;
Min di 11/08/08 ji we re bersivnameya xwe ya bi navê’ Pêligûkirin’ hinartibû da hûn biweşînin.
Weke ku hûn hêjayên giranbiha jî dizanin; ez her heftî di Azadiya Welat de di quncika xwe ya di rûpela wêjeyê de bi navê ‘Erxewan’, dinivîsim û ji salekê jî zêdetir e, di Malpera Diyarname’yê de di qunçika xwe ya bi navê ‘Agirdank’ de bi qasî pênûsê min digere, û zanîn û zimanê min têr dike, xwe li nivîsê diqewimînim.
Di herdu quncikên navborî de, ku weke arşîv têne hilandin, hûnê rastî bêedebiyeke edebî ne edebî neyên!
Jixwe, evcûre reftarî û dijayetiya bi kes û kûsan re, bi taybet biçûkxistina kesayetan ne di nava sînorê feresata min de ye.
Hûn jî/ez jî dikarin/im ji vî/wî nivîskarî ji ber peywendî û destbihartin û merivêhevbûnê hez bikin, an jî nekin! Ev, hilbijartineke ku hûn tê de azad in, û qenc xerab, qîmpêanîneke şexsî ye jî.
Hûn ê ku ji min bêhtir dinyadîtî û geriyayî -kurdan gotiye, ‘roviyekî geriyayî çêtir e ji şêrekî razayî- bi çanda pêşketî ya rojavayiyan di 30 salên penaberîyê de rûberûbûyî û jiyayî dê bizanin ku rojnameyek, malperek, kovarek, kesek…gava ku bibe alav û hacetê heqaret û biçûkkirin û kêmxistina hinan/ hinekan, bivê nevê li çar aliyê dinyayê mafê wî/ wê mirovî/ ê yê xweparastin û bersivdayînê derdikeve holê:
Ez ê dirêj nekim: Roşan Lezgîn ne qesasê bavê min e.
Lê hûn jî dizanin ku temenê niviskariya min ji e’mrê wî dirêjtir e, û kurê min hima hima di temenê wî de ye!
Min di nameya berê de jî gotibû, ku bi hin tiştên kirêt ez nehatibûma tawanbarkirin, min xwe danedixis asta wî, min bersiv jî nedidayê!
Lê…ji nivîsa wî ya weke ku kurd dibêjin, ‘gîsnê di çavên xwe nabîne, ji hewalê xwe dibêje tu li şûjina d’ çavên te de’ bendinan pêşkêşî insaf û dîtîna we ya bi birqîn û bi rewnaq dikim.
Kerem bikin:
‘’……………………………………….
Dihat ji dikana min cixare dikirî. Bi tirkî xeber dida. Simbêlên wî mîna simbêlên alîgirên MHP ya faşîst bûn…’’
Kerem bikin:
‘’Min çend caran bala xwe da ser, li mînîbuseka sazîya DSI siwar dibû. Hinde polîsên sivîl yên taybet, hinde hêzên tarî yan jî şubeyên siyasî yên asayîşê bona ku xwe kamuflaj bikin, li ser mînîbusa xwe navê sazîyên mîna DSI, YSE, TCK, PTT, MEB dinivîsîn. Min wisa texmîn kir ku ew zilamê dewletê ye! ‘’
Kerem bikin:
‘’Di wextê xwe yê vala de min li ser kaxizên kartona pakêta cixareyan dinivîsî. Gelekê caran muşterî dihat li ser serê min disekinî, ez hay jê nedibûm. Kek Arjenê me jî gelekê caran dihat, bêdeng bala xwe dida ser min, heta ku ez pêdihesiyam. Min pê re sert xeber dida ku careka din neyê lê dîsa dihat. Wî bi xwe didît ku ev e ez dinivîsim lê xwe li min eşkere nedikir. Yê ku xwe diveşart ne ez, ew bi xwe bû. Wî heta salên 2000 nivîskariya xwe bi veşartî kiriye. Di karê dewletê de dixebitî. ‘’
Kerem bikin:
‘’Ez di ber wî re derbas bûm çûm hundirê dikan. Min ji camêrê li ber dikan pirsî, got “Ev kûçik (di wateya merivê dewletê de) çi dixwaze?” Got “Dibêje, xwedîyê vira li kîderê ye?” Ez fetilîm, min bi dengekî sert got “Tu çi dixwazî, pirsa kê dikî?” Hingê bi kurmancî got, “Ezbenî, ez Arjen Arî”. Ez şaş mam. ‘’
Kerem bikin:
‘’Ez bi qasî ku dikanim li hemî malperan gotarên hemî nivîskarên kurdan dişopînim, ez yên kek Arjenî jî dişopînim. Ya rast, min bi xwe heta niha di tu nivîseka wî de fikrekî orîjînal ku pêşîya meriv ronî bike, pêşnîyazek an jî perspektîfeka nuh ku meriv jê feyz bistîne, analîzek ku hêjayî munaqeşeyê be, min çi kerematek têde nedîtîye. Min ji devê wî jî nebihîstîye. Dema ku bi meriv re diaxife, yan dibêje “Ez ez ez” yan jî egoyeka hîn bilindtir ava dike, dibêje “Arjen Arî wilo kiriye. Arjen Arî ji Cîgerxwînî re wilo got, ji Mûsa Anterî re halo got. Ma Arjen Arî hîn ji kurdan re çilo bike?!” Ji Nerûda û Mayakovsky û Nazim Hîkmet jêrtir navê şaîrekî din hilnade.’’
We kerem kir, gelî hêjayan!
We bendên nivîsê bi çavên mêjî xwendin?
Dengê dilê we karî bigihe şanên we yên bihîstyar?
Û we…karî kêlîkekê xwe têxin şûna yê din?
We nexwestibê jî; bawer im ku dengê ‘kewt-kewtî’ hatiye we!
Gelî berêzan, de hûn û feraseta xwe!
Bi silavên herî nazenîn re, 15.08.08, Amed. —————-