Dengê birûskê

 

Wehîd keleş

Rojîn di nava destê wî de dilerizî, mîna çûkeka şil, di bin wê baranê de  ava baranê bi cotê keziyên wê ve dihat xwar.

Rojîna şazde salî, temenê wê mîna temenê gula bû,  hîn ne dizanî mirin çiye, ne dizanî mirin wesaye.

Tenê yê bavê xwe winda kirî, hew ew dizane çiqasî gotina babo şêrîne.
Bigirî Rojîn girî ne şerme,
girî hedara dile, ew dilê tê kuvaştin, dilê te ye Rojîn.

Taviya baranê ya şazdê bû, li ser Rojîn dibariya, Rojîn bi gundiya re li ser goristanê rawestiyay bû, çavên wê ji girî ne diwestiyan, xatir ji bavê xwe dixwest, xwe di avêt ser termê bavê xwe, ew bavê ji dîtina wî têr nebûyî.
Babo hey babo, babo  yê şevên xwe tev li ser sînoran derbaskiribûn,  wî û tirsê şerdikir, wî û mirinê şêrdikir, ta sînor karî wî ji malbata wî ya piçûk bistîne.
Vê goristanê çend xwîşk û bira çend heval û dost û çend dê û bav di hinavê xwe de hembêzkirine?.

Bigirî Rojîn, ev mirine, tu kes nikare beramberiyê pêre bike, eve roja girî, jê pêve mirî dibin bîranîn, yan dibin sawîr, hêdî hêdî bardikin û  diçin dûr, carcarna mîna xewnekê tên bîra me bîra me ya dagirtî derd û xem.

Sal dizîvirîn mîna banlîsokên toza gundê me dizîvirî, mîna destarê meta Behyayê dizîvirîn, sal dizîvirîn mina dolabê ereba hecî birahîm dizîvirîn.

Rojîn keç bû, keça gunda bû, kulîlka serê lawa bû, desmala li sere desta bû.
Dem derbasbû keça gunda bû mêvana morana kolanên paytextê,
kolanên dagirtî mal, mirov û awirên biyanî, her tişt li ber çavê wê biyanî bû.

Bi xêr hatî Rojîn:
– Eve bajarê te yê nû, û eve warê pariya nanê te yê jehirkirî.
Bigirî Rojîn, bigirî Rojîn, girî ne şerme, ne tenê jin di girîn, di vî welatê kambax de, gelek caran mêr jî di girîn, can digirî, dil digirî, heta  dibêjin kevir û dar jî di girîn.

Bigirî li ser wan çûkên ji destê te genim û av dixwarin û divexwarin.
Bigirî li ser giyayê wê mêrgê, yê ji pê yê te xunav di vexwar.
Bigirî li ser bavê xwe yê bêguneh, yê li ser wî sînorî hatî kuştin, sînor û girî û sînor û girî û sînor û girî û ta kengî xewnên mirî?.

Sal û dem derbas dibûn, taviya buharê ya bîst û yekê li şamê dibariya. Di gulîstanê de, Rojîn û yarê xwe yê biyanî rûniştî bûn,
yarê wê yê biyanî  serwerê karê wê bû, bi derewên heskirinê û pîlanên evînî dilê Rojîn û hişê wê revandibûn, lê hîn ne gihiștibû merema xwe, daxwaza wî ew bû, ku kulîlka temenê wê biçin, biskên wê li tiliyên xwe alandibûn
û baran dibarîya.

Rojîn di nava destê wî de dilerizî, mîna çûkeka şil, di bin wê baranê de  ava baranê bi cotê keziyên wê ve dihat xwar. Dêmên Rojîn di nava destê wî de sor bûbûn,  gih ji serma û gih ji şerma.
Her du mîna du lehengên filmekî evîndaran bûn, wî pesnê çav û keziyên wê dida,  û hêdî hêdî
lêvên xwe nêzîkî lêvên Rojîn dikirin.

Di gava dawî de, û ji berî lêv hev bişewitînin, û hîn baran dibarîya, ji nişkêve birûskê bi hêz lêxist, dengê wê mîna dengê hezar topan bû,
bi wî dengî re canê Rojîn yê serxweş şiyarbû û hat veweşandin, dengê wê birûskê mîna dengê wê topê bû, ew topa kujer ya bavê Rojîn kuştî li ser wî sînorê dirêj, dengê wê topê sed volqan di xwîna Rojîn de derkirin,
Rojîn rawestiya, û dîmenên kuştina bavê wê, hatin li ber çavê wê.

Rojîn serê xwe hilda, gulistan û cade bi şûn xwe de hiştin, û di bin wê baranê de direviya û direviya li dîmenên bavê xwe digeriya.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…