Cêwîbûna rêbaza dîrokî û evînî di romana vîna evînê a nivîskar Luqman Silêman

 

Rêber Hebûn

Vîna evînê mîna çîrokek e rastî di nav xwe de şêwaza zindî ji danîna xelekên bi hevgirêdayî ye, têde mirov dikarê demek e zor ji dîroka kurda û pêkhatiya xiristiyanî yê ligel kurdan bi hevdû re rastî tund û tojiyê hatibûn têbigihe, û ol dibû destika bingehîn ji dewamkirina qirkirin û destdirêjiyê, lehenga romanê Çeto û hezkiriya wî Şengê mînaka hevjiyana hevbeş diyar kiribûn û dixwest nivîskar Luqman Silêman bi rêya vê romanê  ne tenê behsa buyerên çêbbûyî bike,

 

 lê jiyana millet di wê çaxê de, û kiryarên dewleta Tirk dermafê gelê kurd bi rêya şopandina nivîskar ji kêşeya leşgeriya neçar, ew çûna bê veger , bi şêweyekî tenik û zîz jiyana mirovê kurd,  hizrê wî  û hurgiliyên jiyanê û peywendiya  takesan bi hevû re derbirîn bike bi giyanê wê çaxê, û ev yeka ji xwendinek e kûr û dirêj ji dîrokê ve pêktê û herwiha diyar dike peywendiya nivîskar bi xwedî temenmezin re, têkiliya wî ya zindî bi lehengê vê romanê, û pirsa li ser ziman timî ew e , gelo çawa xelk di wê çerxê de jiyabûn,  û bi çi rengî mirov berxwe dide, çawaniya ramandina civakê û nêzikbûna mêrên ol ji desthilatê, û bandora gotara olî li ser millet , cêwîbûna ol û siyaset, û lîstina wê rolek e serek e di jiyana civakan de, û rewşa kêmbûna zanînê , xizanî û perîşaniyê.
Ev roman bi awayê sînariyo filimekê hatiya danîn, û bi rêbazek e dîrokî behsa rewşa demekê û cihekê dike li herêma cizîra Botanê û cizîra bin xetê  heta Dêrikê dike,  û di navbera herdû xetan de deshilat ji hevdû cuda dibin, û yê li herdû aliyan de ziyan û êşê dikşînin  dîsa kurd in.Çawa ol dibe destikek e ji cudakirin û parçekirina civakê û dîtina civakê ji evîna du kesên cudareng , ligel nakokiyên oldaran yên hinekan ew herdû evîndaran  lihevdû mehir kirin û hinekan ji hevdû dane berdan
wek ku di van xêzan de diyar dibe , wisa lehengê romanê ji danerê vê romanê re dibêje :

(Luqman binêre çi hate serê min!
Wê şeva ku min Şengê revand û bir e cem mele Hisên ji min re negot: Madem te nuha jinik revandî ye li te nayê mehirkirin, ne jî pirsa mêrê Şengê kir, yan pirsa zarokên wê kir.
Di wê şevê de mele Hisên Şengê li min mehir kir, ji min re negot dibe ku ev jinik ducanî be ji mêrê xwe.
Mixabin pismamê min mele Fendî ji Şengê ji min da berdan bêyî ku ji min re bibêje û dêrê ez ji Şengê dame berdan bêyî ku jêre bibêjin.
Binêre bi navên olan çi anîn serê min û Şenga Xeristiyan?)

û di nav wan herdû pêlên dijwar , zimanê evînî digere di xêzên vê romanê de, mirov dixe rewşek e hestiyar de, cîhan li vir dûbar e dibe bi awayekî hunerî tê avakirin, û wek ku huner bixive û vê jiyana hevgar binirxîne û helwestekê beranberî wê deyne, ew evîn çawa destpê bû û çawa bi dawî bû di nav tirs, bizdan , û dûrketin û hevdîtin, û bi dawiyek e xemgîn ev roman bidawî bû,
wek ku em dibînin R 302:

(Çeto digot: heger ku ez û Emînê carek e dî li jiyanê vegerin, ez ê carek e din wê birevînim û ji wê pêve min kes navê, nedikarim ji kesî hez bikim wek e hezkirina ku min ji şengê hezkirî.
Xwedê mala bêbextiyê wêran bike!, xwezî mirovan tu caran ji hev hez nekiriba, daku ev barê giran hilnegirtiban.)

Helbet huner û sazkirina rêbaza romanî li vir bi awayekî romantîk hatibû hunanadin, û tevinekê di nîgaşê xwendevan de rêsandibû , ligel pesindana cîgehê  deşt û newal û çiya û xanî, têde erdnîgariya Kurdistanê diyar dibû, bi rêya wênegirtina cihê mayîna çeto  û reva wî ji cindirmeyan ,geh bi Ehmed re û geh bi tenê, û ew çûna di navbera herdû parçên kurdistanê de, û jiyan bi yek şêweyê bû , zor û işkence , pepûkî û bêzarî nîşanek xuyanî bû di riwên kesayetên vê romanê li ser cudabûna navdariyên wana, û dema mirov li dîroka berê dinêr e, berketî dibe  dema niha û rêbaza çûyîna qunaxên demê , û xalek pir girîng heye divê ez bînim ziman û ev xal girêdayî ye bi rêbaza romana dîrokî û kêm romanivîs berî xwe didene vê rengê nivîsandinê , ji  ber ku pêdiviye li ser romannivîs dîroknas be jî , û herdû şaxên zanistên mirovî bi awayekî afrênerî bikarbîne ji bo xizmeta hunera bi bandor , hunera hêjayî bi serpêhatiyên mirovê zanyar û keda wî beranberî dadgehên keysbaz û zorkaran .
pergalek e hunerî dagirtî êş, xemgînî û bi pergalek e romantîk û hestiyar bê avakirin, wisa romana vîna evînê xwest rewşa gelê kurd bi nimûneya lehengê romanê diyar bike,  û dikarîbû nivîskar têde azariya civakekê bîne ziman ji nifşê niha û bê re.
https://youtu.be/ZNmE9jM1HLE

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…